
- Li bejahiya navçeya Eyûbiyê ya Rihayê, di çarçoveya lêkolînên li Girê Mirazan de, kolandin li Girê Mendik û Keçel jî bi lez û bez berdewam dike. Tê bawerkirin ku Girê Mirazan ji Girê Mendikû Keçel pir kevintir e, lê şopên destpêka Serdema Neolîtîkê li Girê Mendik û Keçel bi awayekî zelal dide xuyakirin.
HOGIR BERBIR
Ji sala 2024’an vir ve, xebatên lêkolînê di bin serokatiya Prof. Dr. Douglas Baird ê Zanîngeha Lîverpoolê de tên meşandin. Avahiyên bi mezinahiyên cuda, kevirên mezin ên bi şiklê T (ku berevajî yên li Girê Mirazan in), strukturên ku dibe cihên rûniştinê, depokirinê an jî rîtuel in û bi taybetî şopên heyîna jinan ên berbiçav, bala arkeologan kişandiye. Douglas Baird diyar dike ku ev cih dibe ku bigihîje destpêka Serdema Neolîtîkê û ji bo têgihiştina derbasbûna mirovahiyê ji jiyana nomad bigire heta niştecihbûnê, cihekî pir girîng e.
Van vedîtinên nû yên li Girê Mendik û Keçel, çarçoveyeke berfireh ji bo nirxandina şûnwarên wekî Girê Mirazan peyda dike; şûnwarekî ku gelek caran wekî “destpêka şaristaniyê” tê binavkirin. Lê ev pênase divê bi baldarî bê vekolandin. Girê Mirazan ne tenê ji aliyê kronolojîk ve “yekemîn” e; ew kêliyeke bingehîn a veguherîneke kûr e ku tê de mekan, wate û têkiliyên civakî li dora tewereyeke taybet a hêzê hatiye avakirin û ev yek pêwîstiya vekolîneke nû derdixe pêş.
Niştecihbûna li Girê Mirazan bi awayekî zelal xuya dike. Stûnên li wir, berevajî yên li Girê Mendik û Keçel, bi taybetmendiyên laşê mêr (mil, dest, ser û hwd.) hatine xemilandin û dibin navenda vê niştecihbûnê. Wêneyên ajalên nêçîrvan (mar, teyr, rovî û gelek ajalên din) li ser keviran jî wekî sembolên hêz û serdestiya nêçîrvanê mêr têne şîrovekirin. Xweza ji qada hevpar a ekolojîk derdikeve û dibe tiştekî ku tê temsîlkirin, kontrolkirin û di nav hiyerarşiyekê de tê bicihkirin. Ev rêzkirina mîmarî û sembolîk, mînakeke destpêkê ya zayendkirina qada giştî ye; qada vê navendê bi temamî bê jin tê sazkirin.
Ev rewş bi taybetî balkêş e dema em li şûnwarên hevdem binêrin. Li gelek cihan, bi taybetî li Girê Mendik û Keçel, peyker û sembolên jinan pir bi hêz û berbiçav in. Li Girê Mirazan nebûna temsîliyeta jinan ne tesaduf e. Jin ne tenê ji aliyê fîzîkî ve, lê ji aliyê sembolîk, mekanî û bîranînê ve jî nayê dîtin. Ev nedîtin bingeha newekheviya zayendî ya ku bi hezarê salan bi awayên cuda (asêkirina jinê di malê de, dûrxistina wê ji qada giştî, kêmnirxandina têkiliya wê bi xwezayê re) berdewam kiriye.
Bi vî awayî, Girê Mirazan ji jiyana xwezayî vediqete. Di civakên destpêkê de, wate bi têkiliyeke rasterast û jiyanî bi xwezayê re dihat danîn; guhdarîkirin, fêrbûn, rîtuel û hilberîn bi vê girêdanê ve pêş diket. Lê li vir, wate bi rêya sembolan, avahiyên navendî û rîtuelan tê hilberandin û ev hilberandin di destê komeke taybet a mêran de asê dimîne. Ev şikestin ne tenê veguherîneke dîrokî ye; ew qutbûneke bingehîn e ku di dîrokê de cara yekem rê li ber danîna wate, mekan û hêzbûnê vedike.
Şaristaniya ku li Girê Mirazan dest pê dike, ji ber vê yekê ne kamil e. Di rêxistinbûyîneke civakî de ku jin tê de wekî mirovên wekhev û damezrîner neyên pejirandin, ji gava xwe ya yekem ve ji bo hilberandina hiyerarşî, serwerî û dûrxistinê tê mehkûmkirin. Pirsgirêka bingehîn ne tenê dabeşbûna çînî yan avabûna dewletmendiyê ye; ew îstîsnaya strukturel a wekheviya jiyanî ya jinan e. Ev rê li ber objekirina xwezayê, wêrankirina ekolojîk û krîzên bingehîn ên jiyanî vedike ku hemû li ser heman rêgeha dîrokî digihîjin hev.
Venêrînên dawî yên li ser Girê Mirazan baş nîşan didin ku Serdema Neolîtîkê bi awayekî yekreng pêş ketiye. Li hin cihan têkiliyên cuda bi xwezayê re û rola jinan bi awayekî cuda lê bê hêz xuya dike. Lê li Girê Mendik û Keçel, em dibin şahidê kêliyeke taybet; kêliya ku şaristanî bi awayekî resen, ji serdestiya mêran dûr, bi jiyaneke wekhev a bi jinan re hatiye damezrandin.
Wekî encam, Girê Mendik û Keçel tenê nîşan nade ku mirovahî çawa pêş ketiye, di heman demê de nîşan dide ku riya wekheviyê û parvekirina jiyanê çawa dikare were avakirin. Qeyranên îroyîn ên ekolojîk, civakî û siyasî, berdewamiya vê şikestina dîrokî ya kevn in. Çareserî ne di romantîkkirina rabirdûyê de ye, lê di qebûlkirina vê kêmasiya destpêkê de ye; bi qebûlkirina jinan wekî damezrînerê jiyana hevpar, sererastkirina têkiliya bi xwezayê re û ji nû ve afirandina di qada giştî de ye. Tenê dîtineke wiha dikare vegere destpêka jiyana hevpar a neolîtîkî û bibe xwediyê şaristaniyeke rasteqîn.
Bi vê mûnasebetê em 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi têkoşîna jinan pêşwazî dikin !







