Textê Dîktator Bi Jin Jiyan Azadî Ket!

Nûçeyên Dosye

Sêşem 3 Adar 2026 - 20:00

  • Ew dîktatorê mezin bi hêza Jin Jiyan Azadî li ser textê xwe ket xwarê. Hewara dayika Jîna Emînî, Reyhane Cebbarî û Şîrîn Elemholî textê dîktor li erdê da.

GELAWÊJ EWRÎN

Di roja 28’ Sibatê Amerîka û İsrailê bi hevre êrişî İranê kirin. Êrişa yekemin li ser civîna ku Elî Xamineyî û hinek kesên nêzî wî, rayedar û fermandarên payebilind tê de bûn, çêbû. Di encamê de Elî Xamineyî û şêwirmendê wî Elî Şemxanî gelek fermandar û rayedar her wiha ji malbata Xamineyî gelek kes hatin kuştin. Şer bi hemû leza xwe berdewam dike û her ku diçe berfirehtir dibe. Wê mudaxeleya li ser İranê tevahiya Herêma Rojhilata Navîn bi taybet cîranên İranê jî gelekî bandor bike. Herî zêde wê Tirkiye û Iraq ji vê yekê para xwe bigirin. Ger Tirkiye û Iraq bi awayekî tevlî vê mudaxeleyê nebin, wê bixwe rastî mudaxeleyên ciddî werin. Komên radîkal ên Sunî li Iraqê bi salan li dijî Hîlala Şîa hatine birêxistinkirin û mezinkirin. Ji aliye din ve komên girêdayî İranê jî di nava xaka Iraqê de hene. Me di pêvajoya Serhildanên çend meh beriya niha de jî dît ku gelek hêzên girêdayî İranê ji sînorên Iraqê derbasî İranê bûn. Di kuştin û qetilkirina gel de roleke wan a esasî jî heye. Di van çend rojên dawî de jî agahî tên ku gelek komên girêdayî İranê ji sînorê İlam, Kirmaşan û Xûzistin û Ehwazê derbasî Rojhilatê Kurdistan û İranê dibin. Bi destpêkirina şer hem di nava İranê hem jî ji derve wê Iran bixwaze şer li derve jî belav bike.

Naxwazin PJAK li herêmê bi bandor bibe

Ji aliyê din ve Tirkiye her çend xwe li dijî vê mudaxeleyê nişan dide lê ji bo hebûna xwe bidomîne neçare çavê xwe ji vê mudaxeleyê re bigire. Misoger wê ezman û erdê Tirkiyê ji bo mudaxeleya leşkerî li ser İranê were bikaranîn. Her wiha ji bo Kurd li Rojhilatê Kurdistanê nebin xwedî statuyek, ji bo ku di İrana pêşerojê de xwedî gotin be wek çawa li Sûriyê kir, wê hewl bide bikeve hinek herêmên wek Urmiyê. Tirkiye ji niha ve hewl dide Azeriyên li İranê li dijî gelan bi taybet Kurdan sor bike. Her wiha em dizanin û gelek agahî jî hene ku hinek dewlet naxwazin PJAK li herêmê bi bandor bibe. Demeke li ser ragihandinê jî hewldanên reşkirin û ji derve hiştina PJAK’ ê heye. Her wiha komara İslamî ya İranê jî di çapemeniya xwe de nûçeyên derew belav dikin ku qaşo di tevahiya serhildanên li Rojhilat û İranê bi taybet li Tehran û Kirmaşanê rola PJAK’ê heye. Ya komara îslamî dike û ya hinek kesên derveyî welat di bin navê opozisyonan de dikin, heman tişte. Naxwazin fikir û felsefeya azadiyê li İranê bi ser bikeve.

foto:AFP

Peyman, gaveke dîrokî bû

İmzekirina peymana di navbera 5 partiyên Kurdan de gaveke dîrokî bû. Ji ber ku piştî Komara Muhabadê ji bo cara yekê di navbera partî û rêxistinên Kurdistanî de peymanek hat îmzekirin. Ew jî di roja 22’ê Sibatê ku salvegera serhildanên Rojhilatê Kurdistan û İranê li dijî Komploya navnetewî ya sala 1999’an li dijî Rêber Apo bû ku gelek kes ji aliyê rejîmê ve hatin şehîdxistin. Yekgirtina di navbera partiyên siyasî yên Kurd de pozisyona Kurdan di İran pêşerojê de bi hêztir dike. Kurdên parçebûyî wê İranê jî ber bi parçebûnê ve bibe. Lê yekbûna Kurdan wê İranê demokratik û azad bike. Helweta Kurdan gelekî girînge û diyarkere. Şoreş û serhildanên li Kurdistanê her tim tevahiya İranê bandor kiriye. Ev rastiyeke dîrokî ye û îspat bûye. Em di van salên dawî de jî şahidî ji vê rastiyê re dikin. Di şoreşa Jin Jiyan Azadî de, çirûska destpêkê li Kurdistanê destpêkir. Serhildanên dawî ku berdewam vê şoreşê bû, dîsa li Kurdistanê geş û belavî tevahiya İranê bû. Di roja 10. a serhildanan de partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê greva giştî ragihandin. Ji bo cara yekê gelê Kurd li tevahiya Rojhilat bi awayekî bi rêk û pêk û yekgirtî tevlî vê greva giştî bûn. Jixwe pey re di heman şevê de di serî de li Tehranê li tevahiya İranê gel ji Kurdistanê hêz girt û rabûn serhildanê. Li beramber vê pêla serhildanan bi fermana Xamineyî bi hezaran hêzên Sipahê Pasdaran daketin nav bajaran û di du şevan de bê navber êriş kirin. Bi hezaran kes şehîd kirin, gelek kes girtin. Bi hezaran birîndar bi yek guleyê li ser yan dilê wan dan û şehîd xistin. Bajarên Kirmaşan û İlamê pêşengiya van serhildanan kirin û gelek berdêlên mezin dan. Resenbûna vê herêmê û rola wê ya di hemû şoreşan de ji bo şoreşa Rojhilatê Kurdistanê wê gelek deskeftiyan bi xwe re bîne. Heta niha jî gel hêj li cenazeyên xwe digerin û bi merasimên bi heybet dispêrin xakê. Gelên İranê di şîn û matemeke mezin de ne lê ji êşên xwe xeyal û hêviyên mezin ên azadiyê dihûnin. Bi mirina Xamineyî re gel êdî li kolanan şahiya têkçûna yek ji dîktatorên mezin ên herêma Rojhilata Navîn dikin. Ji ber Xamineyî û ekîba wî wek makîneya qetil û kuştinê bi din ava 47 salan de xwîna gelên İranê vexwarin.

Diyarker muxalif û opozisyonên İranî ye

Rejîma heyî şansê xwe ji mêjve şewitandiye. Êdî vegera ji vê rêyê tineye, rejim ketiye rêyek serberjêr û bi lez ber bi têkçûnvê ve diçe. Rejîmê xwest bi danûstandinan wext qezenc bike lê biryara ji bo İranê jimêjve hatibû dayîn. Di vir de rola serhildan û berxwedaniya gelan bi taybet tekoşîna jinan gelekî girîng û diyarker bû. Ji bo civaka İranê hîn zêdetir di şerek kûr û demdirêj de nefestise girînge hêzên demokratîk û azadîxwaz bikevin tevgerê. Ji ber ku ev şerê heyî em dizanin şerê di navbera du hêzên desthilatdar in. Ev ne şerê gelane. Diyare rejîm jî wê bixwaze xwe li ser piyan bihêle, ji bo vê jî wê her rêbazan bikar bîne. Lê ya diyarker muxalif û opozisyonên İranî ye. Jixwe ji aliyê hinek opozisyonên wek Kurê Şahê Pehlewî êrişek bi zanebûn li ser Kurdan heye. Yekbûna Kurdan naxwazin. Ji niha ve hewl didin hişmendiya xwe ya faşizan ku bi salan di dema şahtiya bav de li ser İranê hat meşandin, zindî bikin. Her wiha armanc ewe ku opozisyonên İranî çi Kurd çi Belûç, çi Azerî û Fars yan jî Mazî parçe bikin. Gelek caran behsa İranek yekgirtî dikin lê ya ji yekgirtîbûnê fam kirine ewe ku yekdestdariya xwe ya bi hişmendiya netewperest û cinsiyetparêz carekedin ferz bikin. Parçekirina opozisyonan di wexteke wiha de jî tê wateya xizmetkirina ji rejîma Komara İslamî re.

Gel vê rejîmê naxwaze, gel azadiya civakî dixwaze

Gelên İranê xwedî xaleke hevbeş in. Ew jî dijbertiya bi rejîma heyî re. Gel vê rejîmê naxwaze, gel azadiya civakî dixwaze. Ew xeyalên hinek rayedaran ku piştî mirina Xamineyî diyar dikin ku hikûmetek nû ya demkî ava kirine, hemû xeyale. Êdî ev rejîm derveyî tundiyê wê bi ti awayî nekaribe xwe li ser piyan bigire. Gelen İranê piştî dîktaya nêzî 80 salî li İranê êdî azadî û demokrasiyê dixwaze, jixwe rejîma heyî qet naxwaze. Lê hema ya ket pêşiya wê jî napejirîne. Ji ber 1979’an gel li İranê li dijî diktaya Şah rabû ser piyan û şoreş kir. Hêzên ku iro li ser desthilatdariyê ne, hatin li ser keda gelan rûniştin û şoreş vegerandin dijşoreşê. Mixabin di kêliyên şoreşan de ger baldarî û hişyarî nebe, carnan encamên berovajî derdikevin holê. Ji bo wê jî gelên İranê di vê mijarê de xwedî ezmûn in. Ji ber vê ye ku gelên İranê ewqasî bihêz li derdora dirûşmeya Jin Jiyan Azadî civiyan û hatin gel hev. Hinek kes dixwazin şoreşa Jin Jiyan Azadî ji cewhera xwe derxin û li gor berjewendiyên xwe teşe bidin daxwazên azadîxwaz ên gelên İranê. Li zanîngehên İranê dîsa dengê dirûşmeyên Jin Jiyan Azadî bilind dibe. Xwendevan û zanîngeh li İranê her tim pêşengiya şoreşa bi zanist kirine. Zanîngehan di van serhildanên dawî de jî gelek berdêl dan. Di merasimên çileyên şehîdên xwendevan de carekedin bi hezaran ev rejîm û kiryarên wê yên kujer şermezar kirin. Di vir de ya herî girîng ew bû ku xwendevanan bersivek hêja dan her kesî bi taybet kesên dixwazin ji derve şoreşê bişînin İranê. Gotin ne Komara İslamî ne Şah Pehlewî Jin Jiyan Azadî! Piştî qetilkirina zêdetirî 30 hezar mirovî, carekedin rabûna serhildanan ew jî di nava dilê zanîngehan de biryardarî, wêrekî û berxwedêriya jin û ciwanan nişan dide. Kesên dixwazin rengê şoreşê biguherînin, carekedin bi bertek û helwesta jinan re rû bi rû man.

Şîrîn, Jîna, Robîna û Dilara reqsa azadiyê dikin

Mijarek din jî ku hêjaye mirov her tim behsa wê bike, lidarxistina merasimên bi xakspartina cenazeyên şehîdan li seranserî İran û Rojhilatê Kurdistanê ye. Gelên İranê bi kevneşopiyên xwe yên resen pêşwazî li şehîdan kirin. Bi dans, sema, tilîlî, çepik û dîlanê şehîdên xwe oxir kirin. Bi rê û resmek İranî ku gelek wateyên felsefîk di nava xwe de dihewîne, şehîdên xwe spartin xakê. Herî zêde tevlîbûna jinan di van merasiman de, stranên wan, hawara wan, reqsa wan û semaya wan hêjayî rêz û hurmetê ye. Wêrekiya jinan û axaftinên wan li ser gorên şehîdan dîsa her kes pêhesand ku ti hêz nikare jinên İranî bitirsîne. Wê jin li İranê vê rejîmê biguherînin. Ew dîktatorê mezin bi hêza Jin Jiyan Azadî li ser textê xwe ket xwarê. Hewara dayika Jîna Emînî, Reyhane Cebbarî û Şîrîn Elemholî textê dîktor li erdê da. Dayikekê li ser gora keça xwe wiha qîr dikir; ‘Keça min ne ku tenê ji kolanê derbas dibû hat kuştin, keça min pêşenga serhildanan bû, keça min şoreşger bû û ji bo azadiya welatê xwe canê xwe yê ciwan da, emê bi ser bikevin!’ Jin wê bi reqsa xwe ya azadiyê, bi Jin Jiyan Azadî keziyên şoreşê bihûnin. Mirina dîktatorekî di berbanga vî welatî de keziyên jinên berxwedêr ên İranî li ber bayê azadiyê şeh dike. Şîrîn, Jîna, Robîna û Dilara reqsa azadiyê dikin di bedena bi milyonan jinên İranî de. Şoreşa Jin Jiyan Azadî di qonaxeke nipûnû de ye û dengê lingê şoreşê li seranserî İranê berz dibe…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.