Piştgiriya ji bo Rojhilat xurttir bikin
Duşem 23 Sibat 2026 - 03:00

Di 28’ê Kanûna 2025’an de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê carek din gel daket qadan û daxwaza mafê xwe kirin. Lê rejîma Îranê bi kuştin, girtin, darvekirinan, bi taybet jî bi êşkencekirina jinan bersiva daxwazên gel dide. Derbarê mijarê de çalakvana bi navê Bihar Munzir axivî. Bihar Munzir balkişand ser cûdahiya şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û şoreşên din û got:“Di dîroka Rojhilatê Kurdistan û Îranê de cara yekem bû şoreşek wiha çêbû, piştre ev şoreş belavî cîhanê bû û tevgera jinan jî pê hate nasîn. Xwepêşandanên vê dawiyê yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, dewama şoreşê ne. Lê bi navên cûda, ji ber ku serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ karî berê xwe yê bingehîn ava bike.” Munzir derbarê pêşengtiya jinan ya di serhildan û nerazîbûnan de jî wiha got:“Jin beşek girîng ya xwepêşandanan in û girtîgeh jî vê ispat dikin ku metirsiya darvekirinê li ser gelek jinan heye. Ev jî asta tevlîbûna jinan ya di xwepêşandanan de dide nîşandan.” Bihar Munzir derbarê hedefgirtina jinan a ji aliyê rejîma Îranê ve jî got:“Jinên ku dijî kevneperestiyê radibin, dibin hedef. Rejîma Îranê hewl dide asta jinan biçûk bide nîşandan, ji ber ku bi vê rêyê peyamê dide raya giştî ya cîhanê. Lê jin wê li hemberî vê desthilatê rawestin.” Derbarê helwesta ji bo rewşa niha ya li Rojhilatê Kurdistanê de jî Bihar wiha dibêje:“Divê piştgiriya ji bo Rojhilatê Kurdistanê zêdetir bibe, ji ber ku bi hezaran ciwan hatine kuştin. Bi taybet helwesta hemberî bêrêziya li jinan tê kirin gelek girîng e, divê ev helwest befireh bibe.”
ROJNEWS/PERÊZ REMEZAN













