Ji şoreşê ber bi parastina destketiyan ve

Nûçeyên Dosye

Duşem 18 Gulan 2026 - 07:00

  • Siyaseta Ziman a ku di hin saziyên Rêveberiya Xweser de di çarçoveya avakirina netewe de stratejiya wê hatibû diyarkirin, hem li rewşa nû nayê, hem jî li destwerdana dewleta netewe ya Sûriyê jî vekiriye. Siyasetên ziman ên ji jêr ber bi jor ve, siyasetên ku tê de şêwr bi roleke mezintir radibe ji fermanan serketîtir in.

 

LUQMAN GULDIVÊ

Gava ku Saziya Zimanê Kurdî sala 2007’an li bajarê Helebê bi kongreya xwe ya yekem hat damezirandin, saziyeke civakî bû ku wê beriya Şoreşa Rojava, dest bi Şoreşa Rojava bikira. Hingê ew saziyeke xelkê bû û kesên tê de cihê xwe girtin û tê de çalak bûn, tevahiya tehlûkeyên weke girtin heta bi windakirinê jî pêşiya wan negirt, rê li ber wan negirt ku ev saziya hingê bi temamî civakî, disbistanên Kurdî li her derî veke: li Efrîn, Kobanê, Cizîrê, li Heleb û Şamê. Ev gava beriya Şoreşa Rojava, gava esasî ya Şoreşa Ziman a di pêvajoya Şoreşa Rojava de bû. Vê biryardariyê hêz da wan kesan ku dibistanan bikin bi Kurdî û zanîngehên bi Kurdî vebin. Îro jî ev gavên hingê hatin avêtin, veguherîn hîmekî xurt ê doza zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê. Daxwaza di destûrê de naskirina Kurdî weke zimanekî neteweyî û fermî xwe disipêre vê biryardariyê, doza perwerdeya bi kurdî û bingehê madî yên vê dozê jî xwe disipêrin wê biryardariyê. Hêza Kurdan a mizakerekirina vê yekê, encama keda bi hezaran mamoste, şoreşger û malbatan e ku tevî zehmetiyan hemûyan jî biryar dan ku rûmeta xwe nedin binpêkirin û gavên ji bo kurdîkirina dibistanên li Rojavayê Kurdistanê biavêjin.

 

Lê em ji bîr nekin û li xwe mikur werin ku pirraniya çîna navîn a Rojavayê Kurdistanê jî yan eşkere yan jî ne eşkere li ber vê projeyê rabû. Tişta ecêb jî ew e ku ev çîna hanê, îro roj dengê xwe bilindtir dike ji wanên ku zarokên xwe şandin dibistanên Kurdî. Ji bo dibistanên Kurdî, navê ‘dibistanên xizanan’, ‘dibistanên feqîran’ belav bûbû. Ewên ku îro bernameyên bi Kurdî yên ji bo perwerdeyê pêşniyaz dikin, hewl didin dengê xwe di vê biwarê de bilind bikin, hemû jî deyndarên wan malbatan in ku zarokên xwe şandin dibistanên Kurdî, deyndarên wan mamosteyan in ku di rewşên herî dijwar de dersên zimanê Kurdî dan, deyndarê wan şoreşgeran in ku dibistanên Kurdî li dijî rejîmê û çeteyan ava kirin û parastin.

 

Bîra me hemûyan zindî ye û divê zindî jî bimîne li ser vê biwarê. Damezrandina SZK’yê beriya şoreşê gaveke biryardariya şoreşgerî bû ku bi çalakiya xwe ya pratîk hem bû sazûmaniya damezrandina dibistanan, hem saziya çêkirina materyalên dersê, hem ya gihandina mamosteyan û hem jî ya lêkolînê û ew saziya gel û sazûmaniyên fermî yên îro heyî ji hev cuda ne û gava ew întegreyî dewleta navendî ya Sûriyê dibin, divê siyaseta Kurdan stratejiyên parastina xweseriya xwe û nenavendîkirina rêveberiya xwe li Rojavayê Kurdistanê jî li derveyî van saziyên fermî û hikûmî jî ava bike.

 

Rojava xwe disipêre mîrasa dewlemend a rewşenbîriya kurdî û xebatên hewldana nivîskîkirina Kurdî jî. Şairê mezin ê Kurmancî di sedsala 20’an de Cegerxwîn, yê vî erdî ye, kuliyatên kovarên Hawar û Ronahî li ser rûyê erda Rojava geş bûne. Lê Şoreşa Rojava gelek pêşhukmên li dijî Kurdî bi pratîka xwe şikandin.

 

Qonaxa damezirandina dibistanên Kurdî

 

Bi Şoreşa Rojava re yanî piştî 19’ê Tîrmeha 2012’an li herêmên ku şêniyê wan bi temamî kurd, mamosteyên berê di dema rejîmê de ders didan, xwe hînî kurdî kirin û ketin nava dibistana û bi kurdî ders dan. Ev yek pêşî li Efrînê çû serî û paşê jî li Kobanê.

 

Hejmara mamosteyên ku têra destpêkirina kurdîkirina bernameyên xwendinê li dibistanan bikin li Efrînê, herî zêde bû û Efrînê tevahiya bernameyên xwe yên xwendinê sala 2017’a kirin bi Kurdî. Li Kobanê jî pêvajoyeke dişibiya vê hebû, lê ji ber êrişa DAIŞ’ê ev pêvajo sekinî û hîna nû piştî rizgarkirina bajêr, ji nû ve bi rê ve çû û xwe spart mamosteyên berê heyî.

 

Herçî Cizîr bû, ji ber siyaseta ‘Kembera Ereb’ hejmara Ereban lê zêde bû û hem jî gelek mamosteyên li deverê ne kurd bûn. Li aliyê din ji ber ku Hesekê weke wilayet hîna jî saziyên dewletê dihewandin, mamosteyên xwe bidin ber avakirina dibistanên Kurdî û pratîka dersdayînê bikin bi Kurdî, tavilê peyda nebûn. Ji ber wê li Cizîrê pêvajoyeke qonax bi qonax meşiya. Pêşî mamosteyên dersên kurdî ketin dibistanan û hefteyê sê ta pênc saetan dersa kurdî dan. Pêre pêre jî mamoste hatin perwerdekirin û sala 2019’an saziya amadekirina bernameyên dibistanan (Saziya Minhacan) gihişt wê astê ku temamê materyalên xwe bike bi Kurdî û ji refê yekê heta bi refê 12’an şagirt karibin bi Kurdî perwerde bibin.

 

Mamosteyên dersên kurdî yên vê pêvajoyê bi wêrekiyeke mezin ketin dibistanên ku rejîm di wan de û xwe li ser rêveberên wan ferz kirin û Kurdî weke ziman û weke ders xistin nava dibistanan. Ew dibistan paşê bûn yên Rêveberiya Xweser a ku perwerde ji refa 1’ê heta refa 12’an ji bo Kurdan kir bi Kurdî.

Perwerdeya bi pirr zimanan weke bingehê îdeolojîk 

 

Peymana Civakî ya destpêkê jî û ya Rêveberiya Xweser jî xwe disipart hizreke sereke ya li dijî yekrengkirinê: Li dijî siyaset û îdeolojiya yek zimanî, siyaseta pirr zimanan û bi hev re jiyana wan li heman mekanî, bingehê damezirîner ê siyaseta ziman a Rêveberiya Xweser pêk anî.

 

Vê yekê destûr da aliyê Kurd karibe li temamê herêmên Rêveberiya Xweser hem Kurdî bike zimanê fermî, hem jî Erebî û Suryanî.

 

Di vê biwarê de astengiya herî mezin ew bû ku aliyên siyasî yên dijberê kantonên Rojava û paşê Rêveberiya Xweser, çalakgeriyeke xurt kirin li dijî dibistanên bi Kurdî. Argumana sereke xwe disipart nasnekirina dîplomayên van dibistanan: zarokên me wê bixwînin lê xwendina wan neyê qebûlkirin. Ev argumaneke ew qasî xurt bû ku hinek ji nava wan Kurdan ên ku herî zêde behsa giringiya perwerdeya bi Kurdî kirin jî zarokên xwe neşandin dibistanên bi Kurdî.

 

Li vir bi ya min divê rexneyeke giştî li wan kesan, ên ku di nava Rêveberiya Xweser de cihê xwe digirtin, ji biryarên wê yan jî ji bicihanîna biryarên wê berpirsiyar bûn, were îfadekirin. Tevî ku Rêveberiya Xweser hin tedbîr girtin jî hinekan ji wan kesan ku di nava wê de cih girtin, zarokên xwe şandin bajarên dûr da ku bi Kurdî nexwînin. Ji ber ku xelkê bi vê dizanî, vê yekê bandoreke mezin a neerênî kir li prestîja dibistanên bi Kurdî. Ji ber wê yekê, destketiya perwerdeya bi Kurdî ya wan şoreşgeran e ku bêsekn û bêrawestan û li dijî argumanên neheq ên çîna navîn, di perwerdeya bi Kurdî de israr kirin.

 

Di raporeke Friedrich Ebert Stiftung de jî em dibînin ka çawa çalakgeriya li dijî dibistanên Kurdî bandor li malbatan û civakê kiriye. Ev rapor her wiha behsa tedbîrên Rêveberiya Xweser ên neserketî li beramberî wan karmendên xwe yên ku zarokên xwe naşînin dibistanên Rêveberiya Xweser jî dike (1).   

 

Heta bi zanîngehê û jê û wêde 

 

Piştî ku pêdiviya bi mamoste û materyalên dersan peyda bû, ji bilî saziya bernameyên xwendinê —Saziya Minhacan—, lazim bû mamoste jî werin gihandin. Pêşî peymangehên dusalî hatin vekirin, dewreyên perwerdekirina mamosteyan hatin birêvebirin, lê pêdivî hem ji bo pedagojiyê û hem jî ji bo mamosteyên bi Kurdî dersên cuda bidin, çêbû.

 

Serê pêşî ji bo materyalan, materyalên dersê yên Wargeha Penabaran a Mexmûrê (paşê bû Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê) weke bingeh hatibûn qebûlkirin û li rewşa Rojava hatibûn anîn. Lê van materyalan, têra rastiya Rojava nekir.

Cihê pêşî hewl da bersivê bide vê pêdiviyê Efrîn bû. Zanîngeha Efrînê weke Zanîngeha destpêkê ya Rojavayê Kurdistanê sala 2016’an hat damezirandin û heta dagirkireriya Tirkiyeyê ya sala 2018’an jî xwendekarên xwe digihandin. Li Qamişloyê pêşî Akademiya Mezopotamyayê bi erkên zanîngehan rabû, lê belê hema piştî zanîngeha Efrînê di nava heman salê de li Qamişloyê, Zanîngeha Rojava hat damezirandin. Piştî bi salekê jî Zanîngeha Kobanê hat damezrandin a ku îro bêhtirî hezar 200 xwendekarên wê hene û bernameyeke doktorayê ya Ziman û Wêjeya Kurdî bi rê ve dibe.

 

Zanîngeha herî mezin Zanîngeha Rojava ye û bi tevahiya fakulte û înstîtuyên xwe mala xwendinê ya qederê 3000 xwendekaran e. Ji bilî hin beşên weke tibê ku hîna bernameyên wan nehatine kurdîkirin, zanîngeh dersên xwe bi Kurdî didin. Niha li ber zanîngehan karê kurdîkirina dersan û avakirina binesaziya lazim a ji bo çêkirina têgihên Kurdî ji bo disîplînan heye;  ev ji karên herî giring ên elaqedarî zimanê Kurdî ne di xwendina bilind de.

Beşa Weje û Zimanê Kurdî li Zanîgeha Rojava yek ji beşên giring e di vê biwarê de ji ber ku ew ê wan xwendekaran bigihîne ku wê van karan bibin serî.

 

Siyaseteke ziman a Rêveberiya Xweser pêwîst e

 

Roja îro, hikûmeta navendî ya demkî ya li Şamê, nikare vê dîrok û tecrûbeya li Rojavayê Kurdistanê nebîne. Hem materyalên dersên hînkirina Kurdî û hem jî materyalên bi Kurdî ji bo dibistanên Kurdî bêyî tecrûbeya Rojava û bêyî îradeya wê wê neçin serî. Ji bo wê yekê pirr giring e ku eynî weke biryara beriya Şoreşê ya avakirina dibsitanan ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, divê Rêveberiya Xweser biryarên xwe li ser ziman bide. Ji ber ku pêvajoya întegrasyonê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve weke pêvajoya parastina destketiyan tê dîtin, mirov fêm dike ku parastina saziyan wê bibe yek ji stûnên stratejîk ên pêvajoya întegrasyonê. Lê belê heger stratejiyeke giştî ya ziman, bingehên esasî yên siyaseta ziman ên Rêveberiya Xweser neyên îfadekirin û biryar li ser wan neyên dayîn, ev saziyên ku xwe disipêrin avahiya stratejîk a pratîka beriya şoreşê û biryardariya wan fedakarên bê nav, dibe ku bi qalibê teng ên dewletî —Rêveberiya Xweser her ku çû bi xwe jî kete vî qalibî— di encama întegrasyonê de êdî berjewendiyên civaka kurd bidin alî, û bibin sazî û karmedên dewletê. Ji bo ev yek neqewime, em dikarin lê bifikirin ku di asta întegrasyonê de sazî ji bo têkiliyên fermî, şêwra saziyên fermî întegre bibin, lê di warê xizmeta ziman û xizmeta civakê de li pratîka xwe ya destpêka şoreşê û beriya wê vegerin: Siyaseteke ziman a ku ziman û qisekerên wê ji destwerdanên dewleta navendî biparêze.

Ez bi xwe pêşniyaz dikim ku Rêveberiya Xweser ji bo saziyên xwe yên ziman siyaseteke ziman a ji jêr ve standardkirinê, ya ku bêhnfereh be beramberî qebûla gelek standardan û ya ku xizmeta civakê û zimanê wê li pêş bigire, deyne ber xwe. Ango sazî di asta fermî de wê ji bo întegrasyona bi dewletê re û ji bo têkiliyên fermî weke di modelên dewletî de hebin, lê ew ê di heman demê de bi erk û berpirsiiyariyên xwe û bi sînorên xwe cih vekin li modelên nedewletî yên weke li Welatê Baskê jî. Ev yek, wê destwerdana dewleta navendî ku ji bo Rojavayê Kurdistanê hikûmeta demkî ya li Şamê ye, sînordar bike û siyasetên ziman ên ji bo civakê û di xizmeta civakê de jî xurt bike.

 

Siyaseta Ziman a ku di hin saziyên Rêveberiya Xweser de di çarçoveya avakirina netewe de stratejiya wê hatibû diyarkirin, hem li rewşa nû nayê, hem jî li destwerdana dewleta netewe ya Sûriyê —ya ku hîna jî xwe weke Ereb bi nav dike— jî vekiriye. Tecrûbeyên li Rojhilata Navîn, Bakurê Efrîkayê û ji Ewrûpayê nîşanî me didin ku hem di pêvajoyên zindîkirina zimanan de û hem jî di pêvajoyên vegerandina qedrê zimanan de siyasetên ji jêr ber bi jor ve, siyasetên ku tê de şêwr bi roleke mezintir radibe ji fermanan serketîtir in. Ev siyaset her wiha wê navendîbûna dewletî jî sînordar bikin ku ne tenê ji bo siyaseta ziman a Rêveberiya Xweser giring e, lê belê ji bo tevahiya stratejiya wê ya ji bo Sûriyê jî: Dewleteke nenavendî ya ku destûrê dide ku nasnameyên cuda karibin meydanên xwebirêvebirinê ava bikin. Jixwe, siyaseta avakirina neteweyê ya Rêveberiya Xweser xwe disipêre avakirina Neteweya Demokratîk ku li tevahiya dewletên heyî dikare pêk were anîn. Lê belê nabe ku amûrên wê û yên avakirina dewleta netewe, yek bin. Ji ber vê, amûrên siyaseta ziman jî nabe ku bi heman rengî kar bikin.

 

Eşkere ye ku hikûmeta li Şamê wê destketiyên li Rojavayê Kurdistanê nikaribe nebîne; red jî bike, ew ê wan bibîne. Ya giring ew e ku ji biryarnameya di hukmê qanûnê de ya serokê dewleta demkî El-Şeri’ —ya hejmar 13— sûd were wergirtin ji bo ku zimanê Kurdî di destûra Sûriyê de siberojê weke zimanê ‘niştîmanî’ cihê xwe bigire. Di heman astê de giring e ku Kurd rijd bin li ser wê yekê ku Kurdî ji bo karûbarên fermî yan di destûrê de yan jî di qanûnên elaqedar de li cem Erebî weke zimanê duyem ê fermî yê Sûriyê were qebûlkirin. Hem tecrûbeya pratîkî û hem jî bingehên ku rê li ber sererastkirinên destûrî vedikin, dihêlin ku em xweşbîn bin.      

 

(1) Al Ahmad, Samer. Education Under Strain in Hasaka Governorate: Disjointed Curricula and Political Antagonism Impact Civilians. Beirut: Friedrich-Ebert-Stiftung, 2023.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.