Ziman mala hebûnê ye

Nûçeyên Forum

Çarşem 13 Gulan 2026 - 07:30

  • Di dîroka mirovahiyê de ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye, ew bingeha hebûn, nasname û bîra kolektîf a gelekî ye. Qedexekirina ziman, qedexekirina bîra kolektîf e.

MEHMET ŞAHÎN

Çîrok, dastan û stranên ku bi sedsalan hatine parastin, gava neyên gotin, ew qedexe her ku diçe teng dibe û hebûna mirov di nava wê tengasiyê de winda dibe.

Têkiliya di navbera ziman, hebûn û xwebûnê de, ne tenê têkiliyeke zimannasî ye, ew bingeha ontolojîk (hebûnî) ya her ferd û her civakê ye. Ev sêgoşe, wekî mîmarîyekê ye ku heke xaleke wê hilvêşe, yên din jî dikevin bin xetereyê. Hebûn rewşeke biyolojîk û fîzîkî ye, lê xwebûn asteke hişmendiyê ye. Xwebûn, yanî mirov bibe "xwe", bibe xwedî nasname û vîna xwe.

Civakeke ku zimanê wê hatibe birîn, hebûna wê di bin xetereyê de ye û derfeta wê ya "xwebûnê" (yanî bibe xwediyê vîna xwe) ji destê wê hatîye girtin. Ji ber vê yekê, têkoşîna ji bo zimanê Kurdî, ne tenê têkoşîna çend peyvan e, têkoşîna parastina hebûnê û gihîştina bi xwebûnê ye.

Ji bo gelê Kurd, ku sedan sale rûbirûyê polîtîkayên înkar, bişavtin û qedexekirina çandî ye, zimanê dayikê veguheriye qada herî bingehîn a parastina cewherî. Parastina cewherî tenê bi wateya fîzîkî nîn e, parastina ruh, hişmendî û hebûna civakî ye ku ev jî bi rûmeta ziman dest pê dike.

Ziman Keleha Nasnameyê ye

Ziman gerdûna hiş e. Qada ku hebûn tê de xwe nîşan dide ye. Neynika xwebûnê ye. Mirov bi zimanê ku pê mezin bûye, dinyayê fêm dike. Heke hûn bi zimanekî biyanî bifikirin, hûn dibin "yeka/î din". Lê gava hûn bi zimanê dayikê diaxivin, hûn vedigerin ser cewherê xwe. Bi kurtahî, heke zimanê mirov di zîndanê de be, axaftina bi zimanê dayikê şikandina dîwarên wê zîndanê ye.

Şikandina qedexeyê, şikandina zincîrên li ser vîna azadiyê ye. Dema ku ziman ji bin qedexeyê derkeve, vîna azadiyê jî dê wekî kaniyekê ji binê erdê derkeve û rêya xwe bibîne. Ji ber vê yekê ye ku parastina zimanê Kurdî, parastina vîna azad a gelê Kurd e.

Gava ku hebûna gelekî tê înkarkirin, êrîşa herî mezin li ser zimanê wî tê kirin. Ji ber ku ziman mala hebûnê ye. Kurdî, bi hemû zaravayên xwe ve (Kurmancî, Kirmanckî, Soranî, Lorî), ne tenê rêzimanek e, ew şêwazê dîtina cîhanê, dastanên sedsalan, êş û şahiyên vî gelî di hundirê xwe de dihewînin. Windakirina ziman, windakirina wê dîrokê û wê bîra ku gel dike "yek" e. Ji ber vê yekê, axaftin, nivîsandin û afirandina bi zimanê dayikê, li dijî polîtîkayên înkarê çalakiya herî mezin a parastina cewherî ye.

Di bin polîtîkayên înkarê de, "xwebûn" bi parastina ziman pêkan e. Heta ku Kurdek bi Kurdî biaxive, ew dibêje "Ez ez im, ez ne ew im ku we li ser min ferz kiriye." Ev jî lûtkeya xwebûnê ye.

Parastina cewherî bi ziman pêkan e

Ziman ne tenê amûrek e ku em pê derdên xwe dibêjin, ew pergala parastinê ya herî xurt a civakê ye. Parastina cewherî, bi şiyarbûna civakî pêkan e. Civakek ku nikaribe bi zimanê xwe bifikire, nikare li ser azadiya xwe jî planan bike.

Ziman avakarê hişmendiya kolektif e. Zimanê dayikê dihêle ku mirov xwe wekî perçeyekî civaka xwe hîs bike. Ev hîs, li dijî asîmîlasyonê mertalekî xwezayî ava dike. Parastina cewherî bi naskirina rehên xwe dest pê dike. Heke ziman qut bibe, têkiliya nifşên nû bi dîroka wan re qut dibe. Ziman pireke ku rûmeta raboriyê digihîne vîna pêşerojê. Lewre, em dikarin bibêjin ku, ziman pira veguhestina çand û dîrokê ye. Di bin şert û mercên giran de, her peyveke Kurdî ya ku tê gotin, derbeke li dijî pergala înkarê ye. Ziman, di vî warî de dibe qadeke berxwedanê ya rojane û domdar.

Ji bo gelê Kurd, parastina zimanê dayikê ne tenê daxwazeke akademîk an jî çandî ye. Mijara man û nemanê ye. Civaka ku zimanê xwe diparêze, cewherê xwe diparêze. Heta ku Kurdî di malan de, di kolanan de, di wêje û di nava jiyana akademîk de bi awayekî zindî bimîne, polîtîkayên înkarê tu carî nagihîjin armanca xwe.

Ziman hebe, civak heye

Ziman Wekî "Mala Hebûnê" ye. Ziman sînorên cîhana mirov destnîşan dike. Civak bi zimanê xwe çanda xwe ava dike, bi zimanê xwe bîra xwe ya dîrokî diparêze. Gava ziman tê qedexekirin, di rastiyê de "hişê" wê civakê tê rûxandin. Civaka ku hişê xwe winda bike, dibe wekî dareke bê reh û li ber her bayî diheje.

Zimanê me parazvanê hebûna me ye. Parastina cewherî ya herî xurt, bi xwedîderketina li her tîp û dengê zimanê dayikê pêkan e. Ji ber ku "ziman hebe, civak heye, civak hebe, azadî heye."

Parastina ziman di heman demê de parastina rûmeta mirov û mirovahiyê ye. Li dijî polîtîkayên ku sedan sale dixwazin civakê bêziman û bênasname bihêlin, her gotineke Kurdî dibe kevirê bingehîn ê avahiya azadiyê.

Civak hebe, azadî heye

Hebûn bi navkirinê dest pê dike. Heta ku hûn tiştekî bi zimanê xwe nav nekin, ew tişt di hişê we de "tine" ye. Gava gelê Kurd bi zimanê xwe behsa çiya, dar, av û dîroka xwe dike, ew wan tiştan di gerdûna xwe de "heyî" dike.

Hebûn bêyî wateyê nabe. Ziman jî ew kargeh e ku wateyê hildiberîne. Heke ziman winda bibe, hebûna civakî dibe qalibekî vala, mirov hene lê "maneya" wan a taybet û xweser winda bûye.

Azadî ne tenê mafekî qanûnî ye, di bingehê de şiyana civakê ye ku bi vîna xwe ya cewherî xwe birêve bibe. Civakek ku li ser lingên xwe be, xwedî saziyên xwe be û bi zimanê xwe perwerde bibe, jixwe azad e. Azadî di wê kêliyê de dest pê dike ku civak dibêje: "Ez heme, ez bi ziman û çanda xwe ez im."

Mirov di zimanê xwe de dijî, yê ku zimanê wî girtî be, hebûna wî jî di zîndanê de ye. Ziman hebûn e, hebûn xwebûn e, xwebûn jî azadî ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.