
- Va ye dîsa 15’ê Gulanê hat ! Bi xweşî û bi ser çavan re hat ! 15’ê Gulanê rengê jiyanê ye, rastiya parastina dewlemendiya zimanê Kurdî ye.
AHMET YALÇINKAYA
15’ê Gulanê “HAWARA” 1934’an, “Hawar”a zindana Amedê ya 1980’ê….! Hawara çar darikên miftikê ku di zindanan de ronî daye derve ye! Hawara çaran e!
Belê, Hawar: Kovarek kurdî ye û cara yekemîn e ku tenê bi kurdî û bi tîpên latînî kovarek hatiye derxisitin! Bi herdu taybetiyên xwe girîng e bes, ya herî girîng, Hawar; hawar e, qîrîn e, gazî ye, bang e. Banga xwezanînê ye, hebûnê ye, li xwe xwedîderketinê ye. Û her wiha bûye cihê zanînê, hişmendiyê! Bûye dibistan ji gelê xwe re, tê de; wêje, dîrok, erdnîgarî, nûçe, cihê fêrkirina zimên û folklor û hemû kel û polên gelî-Kurdî. Ev Kovar ji hêla rewşenbîr, wêjevan û siyasetmedar Mîr Celadet Elî Bedirxanî ve li Şamê di sala 1934’an 15’ê Gulanê hatiye derxistin.
Em kurdî ji 15’ê Gulana 2006’an û vir de bi awayekî serhildêrî, berxwedanî, (ji ber ku hêj zext û zor li ser zimanê me qut nebûne û didomin!) bi biryar Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Polîtîkayên li ser hatine kirin û tên kirin, tên şermezarkirin. Bi awayekî mafdarî , mirovahî, gerdûnî û xwezayî doza zimanê xwe dikin û banga parastin û xwedîlêderketinê dikin! Egera, xwedî lizimanderketin û têkoşînê; man û neman e! Jiyanek bi rûmet e!
Bes, divê em balê bikişînin ser vê; li hember polîtikayên dagirkeriyê û pişaftinê gelek berdêlên giranbûha hatine dayin û hêj tên dayin. Bi saya van berxwedêran, pakrewanan polîtîkayên pişaftinê bi ser neketin, lê her çiqas polîtikayên dagirkeran ên pişaftinê bi ser neketin jî di hêla xwepişaftinê de gelê me di xeterê de ye û xwepişaftin zû belav dibe. Ev rastiyeke berbiçav e! Sedemek girîng a xwepişaftinê ev e; ji ber polîtîkayên pergalê ye ku gel mecbûrî xwe dike, qadê li jiyanê teng dike û mafê zimanê te ku tu pê bijî nade, karekî ku tu pê bikî destûr nade. Ev jî dibe sedemek ku gel xwe mecbûrî zimanê serdest ê li ser bi zorê tê ferzkirin dike. Vê çerxa bi zanebûn an nezanebûn kes-gel dikevin nav diranên çerxê.
Ku em jî xwe nas bikin, li gorî berxwedanên hatine kirin û tê kirin tev bigerin em ê zimanê xwe, xwe ji xwepişaftinê rizgar bikin. Ev jî kesekê/î bigere heta sazî û partiyan! A rastî ev e; di hemû qada jiyanê de, nirx, bawerî, aborî û hwd. li cîhanê bi sazî û dezgeh, partiyan gel xwe li wir, bawerî û nirxên xwe diparêzin, polîtîka, nexşerêyên xwe derdixin. Em kurd jî xwedî partî û saziyan in, xwedî polîtika, zanîn û pêşbinî û ramana pêşketî ne. Gelek xebat û fedakariyan dikin, xwebexş in. Ev hatiye çespandin û li hemû cihanê xuyaye.
Li hêla din kesên xwenas, xwedî vîn jî bi ber bayê jiyana dijwar ji gund dûr ketin, ji bajarê xwe û xaka xwe dûr ketin û mecbûr man adepteyî bajarên çûnê bibin. Dîsa jî polîtîkayên qirêj bi ser neketin, lê di partî û saziyên me de zimanê zikmakî ji bilî hin kesan, rêjeyek bilind zimanê dayikê naxin nav jiyana xwe, siyaset an jî pîşeyê xwe, zanîna xwe bi zimanê zikmakî ranagihîne. Ev partî, sazî eynika civakê ne. Jixwe zimanekî bindest bi sazî, axaftina nav gel û xebatên kesan li ser piyan dimîne, mirov li gelek kesên wisa rast tên- hatine: Heval, ez nikarim bi kurdî xwe îfade bikim!!!(heman kes ne carekê tenê vê dibêje, bi rojan bi salan…) Herwiha, ev kes-inan xwedî ked in! Lê bi min astengiyek e û xwepişaftinê tîne holê û polîtîikayên li hember pişaftinê û xwepişaftinê vala derdixe! A rast mirov bibêje; gotin û kirin nabe yek!
Ji bo roja îro mirov ji bo kurdî dikare bibêje; zanayên kurdî , zimanas, zimanzan, rewşenbîr û berhem derçûn zêde dibin, wêje û herwekî din xebat bi kes an bi sazî(çend sazî) xebatên hêja dikin. Lê ev berhemdarî, berhem ji bo gel in, bes divê gel jî bixwînin û fêm bikin û bidin fêmkirin. Lê mixabin mirov kare vê bibêje; kesên fêm dikin ji kesên karin xwe îfade bikin anku biaxivin pirtir in! Ev nîşaneya xetereyê ye!(nexweşiya anlıyorum konuşamıyorum) ji hêla xwendinê jî em zanin pir lawaz e, ji kesên karin bixwînin jî dîsa rêjeyek bilind nikarin vebêjin!
Em karin gelek sedem û bergiran rêz bikin. Peyvek heye, dibêjin, “esil sifre hazir e!” “Şam dûr va mişar!” Ev çend car birêz Mehmet Ocalan peyama Îmraliyê tîne, dibêje “di her qadê de û xebatan de, xebatên xwe bi zimanê dayikê bikin….” Herwiha wisa jî gotibû, “min kurd bi hemû dinyayê da nasîn, bes min kurd bi kurdan neda nasîn!” Dema em li dîrokê dinêrin, her hawar e. Ji Ehmedê Xanî heta H.Qadirê Koyî, heta Celadet E. Bedirxanî , Cegerxwîn û îro, hêj jî hawar e.
Gazin, hawar û qîrînên sê sed sal berê îro jî dubare dibin, bang yek e û bi taybet li kesên serek, serekê kurdan e! H. qadirê Koyî (di serê sedsala 19. De): “ustadî xetin lew sîyane. Wek dî le zubanî xoy nezane,” bi kurmanciya îro: zanîn û hunera axaftinê di wan kesan de heye. Lê weke kesekî din jî zimanê xwe baş nizane! Herwiha gazinê xwe kirinê her dem rewşenbîr û wejevanên kurd, gotine; serok û rêberên me, çima bi zimanê xwe napeyivin, bi erebî, farisî û osamanî-tirkî dipeyivin, dinivîsin…
Rewşa me ya îro jî ev e. Gelo serokên me îro ne di baldariya xwe de, hay ji zanebûn û rewşenbîraya xwe nînin? Ne di ferqa, ‘bi kevçiyên xelkê girarê dixwin’de ne! Kesên li kerê/a xelkê her tim peyan in!
Ev nakokiyeke dijwar e, ne îşê aqil e! Lê gotin di cî de be, ‘evîna qedexe dijîn, evîna zimanê xwe berdan e!’ Bangawaziya me ya îsal, divê di hemû qadan û xebatan de, di serî de RAYEDAR!!! Divê bi soz û bi biryar xebatên xwe, zanînên xwe bi KURDÎ bikin! Ma qey Kurdî kêm e, lawaz e, heram e, hûn ji ber fedî dikin!
Feylesofê çînî wiha dibêje, “Zimanekî bide min, ez jî ji te re miletekî biafirînim!”Ji bo me niha berovajî vê ye û ziman biçe ne milet dimîne û ne tiştek! Gotinên dawîn; tenê bi parastin û xwestinê ziman najî û bi pêş nakeve. Di nav xwe de statu dayîn, pêkanîn û jiyîn hewce ye! Bi hêviya azadiya zimanê kurdî û xakek azad. Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be!
Û bi van gotinan “Hawar”ê dikin hawar: Celadet Elî Bedirxanî di Hawarê de gotiye: “Hawar dema zanînê ye, zanîn xwenasîn e, xwenasîn ji me re rêya fêlatê, xweşiyê vedike. Her kesê/a xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin. Hawara me beriya her tiştî heyîna zimanê dê bide naskirin. Loma ziman şertê heyînê ya pêşîn e!”
Dîsa, Celadet Elî bedirxan wisa dibêje, “Yekbûna kurdan bi yekîtîya zimanê kurdî çêdibe. Yekîtîya zimanî jî bi yekîtîya herfan(Alfabeyê) dest pê dike!”
“Tu alfabeyeka xweşik bidî min, ez ê zimanekî xweşik û bi qasî wê xweşikbûnê jî neteweyek xweşik ji te re çêbikim.” (Leibniz)







