
- Zimanê helbestê û pexşanê jî ji hev cuda ye. Hunerhez, zimanê helbest û pexşanê wisa ji hev cuda dikin, ‘‘zimanê helbestê zimanê hestan e û yê pexşanê zimanê hiş e.’’
KAMRAN SIMO HEDILÎ
Formê nivîsa pexşanê ne formê helbestnivîsê ye. Helbest û pexşan du awayên ji hev cuda têne avakirin. Du tiştên li ser cudayên ji hev cuda bi pêş ve diçin. Pexşan bi rastî, bi aqil û mantiqê tê nivîsandin. Helbest li dervî van têgihîştinan e. Helbest ji nehêniyên hîsên carinan xwe nîşan didin û carinan winda dibin, helbestvan wan hîsên şemtok digirin û dinivîsin.
Ji hîsên li nav şevên winda, dibin çirûskên aso û bi wêneyên bênav li ser mêjiyê helbestvan diherikin, tên nivîsandin. Berî her tiştî, di helbestê de ya pêwîst ne têgihîştina peyvê ye, di hevokê de qîmeta gotinê ye. Yanî di nav hevokê de bikaranîna peyvê gelekî pêwîst e.
Zimanê helbestê û pexşanê jî ji hev cuda ye. Hunerhez, zimanê helbest û pexşanê wisa ji hev cuda dikin, ‘‘zimanê helbestê zimanê hestan e û yê pexşanê zimanê hiş e.’’ Malherbe cudabûna wan wisa dibêje; ‘‘Pexşan dimeşe, helbest dans dike û diçe.’’ Ji bona pexşanê ziman amûr e û nivîskar di pexşanê de ramanên xwe bi awayekî vekirî û bi mînakan digihîne xwendevanan. Hevokên pexşanê zelal in, xwendevan bêyî zehmetiyeke giran bibînin di wateyên wan digihîn. Lê di helbestê de ziman him amûr e û him nêveng e. Helbest hinekî jî dibe zimanê di ziman de, dibe şewata rê li ber ziman vekirinê. Dibe şewata jîrî û hestdariyê.
Helbestvan xwe bi ser hestên xwe de ditewînin bi têgînên xwe bi hestan re didin û distînin. Dixwazin hestên xwe bi formê hunerî û bi zimanê wêneyên hunerî lê hatin xemilandin derxin pêş û wisa hestên xwe derbasî xwendevanên xwe dikin. Rast e, ziman ji bona pexşanê û helbestê amûra bingehîn e. Lê bikaranîna ziman li ba her yekê ji wan cuda ye. Zimanê helbestê guvaştî ye û helbestvan xwe ji peyvên bêsûd dûr dixin. Awayê nivîsên şîrovekirî û dirêj hemû ji awayên afirandina helbestê cuda ne. Ji hemû beşên çandê zimanê helbestê, helbestê ji wan cuda dike.
Diyarbûna helbestê bi tenê ziman e. Ev e ya helbestê ji cureyên din, ên nivîsê vediqetîne. Cudabûna helbestê û pexşanê, taybetmendî û xweseriya rêzkirina peyv û hevokên wan e. Helbestvan nizm û bilindiya dengan, cureyên wan dengan, aheng, pîvan û muzîkê, di coya herika helbestê de vedişêrin. Dema mirov li derve li van dengan dinêre, mirov dikare wan weke hev bibîne. Lê di rastiyê de ne weke hev in.
Ji bona têgihîştina rastiya zimanê helbestê, mercê pêşî jibîrkirina hemû cureyên tengkirina ziman û cudabûna hevokan e.
Piştî şikandina qaşûla hişk, dê ziman li kaniya destpêkê, di helbestê de bi zelalî û paqijî biherike. Xwendevanên helbestê hingê dê çêjê ji helbestê bigirin. Helbest mîna jirêderketina ziman û leyîstika peyvê ye, lê ne leyîstik e, pêşxistina peyvê ye. Helbestvan hestan distirin, wan diguhêrin û bi ciwaniya ziman wan pêşkêş dikin. Lê divê bê zanîn tevlîheviya peyvan çiraya mebesta helbestvan ditefîne. Helbest, dîwarê koşka peyvê ye û helbestvan jî hostayên lêkirin wî dîwarî ne. Pêşî divê zanibin bibin nêçîrvanên peydekirina peyvê û dûv re bibin hostayên baş, yên cihbicihkirina peyvan a di helbestên xwe de.
Ji bona helbestvan dîtinên xwe bidin bihîstin ji peyvan sûd werdigirin. Bi tenê bikaranîna peyvan, dikarin helbestên xwe binivîsin. Lê xetera herî mezin dîsa ji van peyvan tê. Peyveke ne di cih de, helbesta herî xweş xirab dike. Li vir tiştê herî pêwîst ew e, helbestnivîs karibin xwe ji peyvên nepêwîst dûr bikin. Çendî barê helbestên xwe sivik bikin, ew qasî nirxên wan bilind dikin û xwendina wan bi xwendevanan şêrîntir dikin.
Yekem mebesta nivîsandina helbestê ew e, helbetvan rastiya hest, xeyal û ramanên xwe nîşanî xwendevanên xwe bikê ye. Lê hin kes bi navê hûnandina hunerî, wateya têgihîştinê û pêşvebirina ziman feda dikin. Bi tevlîheviya peyvan mebestê li ber xwendevanên xwe winda dikin.
Ji bona di bingehê de neqişandina hunerî ji xwe re armanc digirin. Ji ber giraniyê didin neqişandinê, helbestên wan jî dibine mîna mankênên ji bona cilfiroştinê têne çêkirin û ji sipehîtiya giyanî dûr dikevin. Bikaranîna şibandin û mecaziyên zêde, xweşikiya helbestê ya xwezayî winda dikin û ji coşa ahenga helbestê dûr dibin.
Helbestvan zimanê bi kar tînin, ne pêwîst e zêde li ser xwe û xwendevanên xwe bikin barekî giran. Divê were zanîn, ne ji bona neqişandina helbestê, ne jî ji bona bicihkirina peyvê ti feyda vê tevlîheviyê tune ye. Tevilîhevkirin di helbestê de him barê helbestvan û him barê xwendevanan giran dike. Tevilîhevî asta helbestê dixe û xwendevanên wê kêm dike. Ez dibêjim divê helbestvan, helbestên xwe bi aramiya aqil, nazikiya hestan û bi pêşbîna ramanên xwe bi zimanekî herikînek û helbestwarî binivîsin. Li ser navê postmodernîzmê ne pêwîst e, helbestê ji helbestbûna wê derxin. Bi qasî hestan, zanîn jî ji bona nivîsandina helbesteke serkeftî pêwîst e. Ji ber wê divê helbestvan her roj zanîna xwe nû bikin û xwe di zanîna helbestnivîsandinê de bi pêş ve bibin. Helbestvan bi çêkirina her hevoka nû re, zanîna zimanê xwe jî nû dikin. Ev ya wan dike pisporên helbestnivîsandinê.
Helbestvan ne zimanekî nû çêdikin peyvên nû li zimanê kevin zêde dikin. Helbestvanên di bin bandora kevn de ne, bi demê re pêwîst e xwe ji gelek hêlên kevn pak bikin. Divê riya xwe ya taybet li gorî awayê xwe yê nivîsandinê û ahenga xwe bigirin. Heta xwe neafirînin ew ê mîna siya helbestvanên kevn werin dîtin. Tê zanîn, hemû zindî yên berî xwe ji xwe re mînak digirin, ev tiştekî xwezayî ye. Mîna zarok dayiik û bavan an jî mamoste ji xwe re mînak digirin. Lê piştre ew dibin dayiik, bav û mamoste.
Helbestvan jî pêşî deng, awaz û awayê helbestvaniya hinan ji xwe re mînak dibîne. Lê piştre ew, riya helbestnivîsandina xwe diafirîne.
Helbestvan, ne bi înkara helbest û helbestvanên kevn li derûniya xwe digerin. Ji wan sûdê werdigirin û digihên derûniya riya xwe ya resen. Bi deng û ahengên nû gotinên kevn hêdî hêdî ji zimanê helbestên xwe tavêjin. Gotinên nû ji yên kevn ava dikin û wateyên nû didin wan. Li vir tiştê herî girîng ew e, helbestvan bingeha gotinê biparêzin. Bi vî awayî bala xwendevanên xwe bikişîne ser mebest û peyama dixwaze bidin. Pêwîstiya helbestvanan bi bikaranîna aqil heye, da ku bikaribin peyvan di hevokan de bi hevdu bidin hezkirin.
Helbestvan, hiş şiyar dikin, nazik û hestyar dikin. Peyv û muzîkê bi hev re dikelînin û bandorê li nêrîn, raman û giyanê xwendevanên xwe dikin. Helbestvan bi silava bêhnfiroşiya gulê, sibehan diafirînin. Lê hin kesên mijûlî nivîsandina helbestê ne, mîna mirovên din ew jî ji fêrbûn û ji nêrînên xwe yên dema çûyî hez dikin. Ew fêrbûn û nêrînên kevin, wan ji dahatûya wan dûr dikin. Ji bona girtina îro, pêwîst e mêjî û nêrînên helbestvanan li gorî sibê bin, da bikarin bi peyvên nû sibehan biafirînin. Ez ê bi gotina Manî pêxember dawiyê li vê gotarê bînim. Manî dibêje, “Mirov ji peyvên nû dibihîzin diveciniqin û ji wan ditirsin.’’
* * *
Govenda min
Ez îşev
li çiyayên
ji malzarokan wan çêbûyîm
stêrkan
di sînga xwe de radigirim
dengê hevriyên min
wijdanên tirsiyayî diqelişînin
û govenda çûnê
govenda xatirxwestinê
di nav min de dizîvire
di destpêka cejna çarşema sor de
destên
“jînparêzên’’ nexweşxanê
sor dibînim
tariya hizirkor
di dilê mizgeftê de kortir dibe
lê min
bihar ji nav zivistanê dikişand
li bendê bûm
rengê azadiyê
li dilên hechecîkan bineqişînim
di govenda pîroz de
mîna perwanê dizîvirîm ez
îşev
deng bûn rûbar
û ber bi perestgehên latên asê
giyanê min diherikînin
Xezala qurbanê me
ez îşev
bi çavên bêguneh
xwîna xwe
li erdê dibînim
dêwên şer
bi şûrê tûfanê hatin
û ax bi qêrînî hejîya
keftarên xwecih
bi peymanên tarî
birîna min radimûsin îşev
û ez…
rêwiyeka ciwan im
li nav periyên xeyalên xwe
di govenda jinan de
di êşa qurbanîbûna xwe de
di hêsirên dayikan de
li kolanên bajarê Fayîq Bêkes
bûkeke bêkes im ez
û helbestên Şêrko Bêkes lal in îşev
li goristana Girdî Seywan
Mestûre Kurdistanî
careke din dimire îşev…







