Helbestkar hunera xwe diafirîne

Nûçeyên Forum

Duşem 27 Nîsan 2026 - 06:30

  • Welatê helbestkaran cîhane hedef û armanca wan jiyanek wekhev û serbixwe ye. Helbestvan, di nav jiyanê de li hember bûyer û qewimînên ne li rê bertek û çalakiya hunerî bi rêya helbestê li dar dixe. Helbestkar, dema ku xwediyê kesayetiyek bi wijdan û rewşenbîr be, ne li ol, ne bawerî, ne nijadî û ne li nasnameyê nanêrî û hunera xwe bi ruhekî azad pêşkêş an jî raberî xwîner û civakê dike.

SEBRÎ VÛRAL

Helbestkar hunera xwe diafirîne. Dema helbestkar tiştê ku dibîne, dinivîse û bi wê nivîsê tawanbaran ceza dike, kesên di xew de hişyar dikin lê belê tiştên hatibe dîtin û nehatibe nivîsandin helbestkar wê gavê xwe ceza dike û barkêşiya keder û poşmaniyên gotî dikin. Çawa Xweda, hemû tiștên afirandiye ji hemû jiyan û ji mirinê berpirsyar be helbestkar jî ji hemû gotin, hevok, bêje û ji risteyên di nava helbestê de bi cih bûye, jê berpirsyar e.

 

Helbestkar-î ruhek e, ruhekî bi xuliqandina wî kesî ve girêdayî ye. Bi xwendin û perwerdehiyê, zû zû nikare bidest bixe. An jî bibe helbestkar. Helbestkar, dem tê avdanî û cenaniyê ji zimanê xwe re dike. Gotinên sêwî û yên li xerabsemta, li dû konan maye ji hișkbûn û wendabûnê, xelas dike. Ji bo zimanekî rêk û pêk û nazik û xemilandî xwe diêșîne. Ji xwezayê û bi zimanê xwezayî, peyvên nû li zimên zêde dike. Di hest û ramanên xwe de bajaran ava dike. Carinan jî kelehan hildiweșînin û porên xeyalên xwe li ber neynika dilî dișikine û dixemilîne.

 

Helbestkar di nava helbestê de kujeran ji gunehkaran eșkere dike û di nava cercera dilî de dihêre. Carinan jî zikê mejiyê birçî bi dil û henavê xwe têr dike. Helbestkar carinan weke ezzazîlekî hemû reccima li bejna xwe kom dike. Ez bawer im kêm Helbestkar hene di serê govendê de temeziyê li ba dike. Piraniya Helbestkarên bindest ên ne azad helbestên wan qutikên ji êşê ye û piștiyên wan arê dil e. Weke helbestkarekî an jî weke helbesthezekî jî bibêjim, min kêf ji șahiya helbestê nesitendiye. Ji ber ku rûyên helbestê yên șahiyê min nas nekiriye.

 

Li gor baweriya min, dema helbestkar êș û șahiya civakê kêmaniyê di êșa jiyayî de nehêle, wê demê elbestkar kêfxweș dibe.

Ji ber ku hemû zext û zordariya zaliman derdixin pêșberî civakê û cîhanê pê dihesîne. Helbestkar, berî ku helbestê binivîse kalekî piștxûz, çavqarixî, çong bawî û bi gopal e. Pênûsa wê/wî xewixî û ji birçînan rewke rewk li ber çavan radibe. Helbestkar, di bêdengiya demê de, radihêle qalûçk û tara xwe û palûteyê, li zexeliyên di nava jiyanê de rûdane dest bi çinîna wan dike. Keresta dilê pênûsa xwe bi helbestê hênik dike.

 

Li cîhanê barê herî giran rastî ye, her dil barkêșiya wê ranagire. Piraniya helbestkaran șivantî û barkêșiya rastiyê dikin. Helbestkar, gotinên bi kelem ên weke stiriyên çavbeloq di tevna xeyalan de dike nexș û nemûș, dilê civakê û xwendevanan pê dixemilîne. Gotinên nazik bi zimanekî estetîk weke xunaviya baraneke derengmayî beyariyên dila av dide û hênik dike. Helbest serpêhatiyên jiyanê yên herî balkêș û bi raz e, an jî ufara çend tofanên ji ber șevereșên tarî û parsa ber deriyê xeyalên wendayî ye. An jî werêva dilê kêlîkên bêhefsar û pêșkêșkirina du dilop hêsirên çavên ewrekî çikûs e.

 

Helbest weke melayiketekî yan jî weke qasidekî di navbera helbestkar û xwendevan de ye. Helbest zimanê xeyalên helbestkar, rastî û neynika jiyanê û qêrîna dil e. Di heman demê de, helbest zimanê êș șahî, huner û reçeteya jiyana civakê ye. Helbestkar bi rêya helbestê hemû êș û xeyalên xwe dixemilîne her hevokek helbestê li her dil û mejiyekî belav dike. Hinek kes bi wê helbestê, li ser neynûkan direqise û hinek dil jî, êșên azirî aș dike û dihewîne. Helbestkar di șevên zemherî û di jiyanên çavrijyayî de helbestê dike findek û vêdixe.

 

Helbestkar siwarê xeyalan e. Dema ku helbestkar helbestê dinivîsîne û heta ku digihîje ber destên xwîner, haya xwîneran çi qasî hay ji erdnîgarî û jiyana helbestkar û derdora wê/wî heye? Helbestkar hêma, qêrîn, lîrandin, êș, zêmar, evîn, keder û her wekî dinê, çi qasî nêzî van derbirînan bûye, di warê edebî de metafor û hemû tiștên din li cih rûniștiye gelo? Hevsengiya helbestê êș, qêrîn, evîn, kîfayeteke herikbarî û bi zimanekî fêmane hatiye fesilandin an na? Helbestkar dema helbestê dinivîsîne bi werîsê heft gundan xwe bera binê bîrên kûr û bêbinî dide û hespê xeyalan, bêhefsar li qada fikir û ramanan dibezîne.

 

Di xirecira jiyanê de kesên xwedî pênûs, bêdengiya jiyanê, carinan gotinên bi sosret an jî, ji wan gotinên bi sosret bi awayekî estetîze, çavkilkirî û bêhnsosinî raberî civakê û xwîneran dike. Ya girîng eve gelo ? Yan jî ne ev e gelo; Di nava qerebalixiya jiyaneke eletewș de, dengê bêdengiyê bibe, zingilê hișyariyê û hesandineke bêxew hesandinek bêxapandin û hesandinek bi helwest be.

 

Çend pêdiviyên ji bo helbestke serkeftî:

 

*Bi derûniya civakê re jiyîn.

 

*Serweriya helbestkar a zimanê dayikê, erdnîgarî û jidûrneketina bûyer û wateyê.

 

*Xwedî nêrîneke berfireh, pirteşe, kûrahiya hest û xeyalan.

 

*Bi êşê re yekbûn hîskirina êşa gerdûnî.

 

*Bi zimanê edebî fesilandî û hêmayên nêzî bûyerqewimînê raberî civakê bike.

 

*Asta çanda civakan û paqijiya zimanê hatiye bikaranîn.

 

*Dîtina her tiştên bi raz û balkêş bi nivîsandina zimanê huner û helbestî bê nivîsandin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.