Di Zaravayê Kurmancî de şênberî û şibandin (4)

Nûçeyên Forum

Şemî 25 Nîsan 2026 - 07:30

  • Em ê şênberî û hêmayîbûna kurdî-kurmancî bi awayekî din jî bidin diyarkirin. Di zaravayê kurmancî de pirjimarî tenê bi serê xwe nayê kirin. Divê hêmana ku dikeve ber mijara pirjimariyê her tim xwe bispêre têgeha ku diwesfîne yan jî têgeheke beriya wê tê.

YAŞAR EROGLU

 Weke mînak, mîna tirkî, zaravayê soranî û gelek zimanên biyanî bêjin, kürtler, şehirler, kurds, kurden, kurdekan, cities, städte, bajarekan û hwd nabe. Pirjimarî encax wiha pêk tê; bi têgeheke din re bê bikaranîn. Ango, kurdên serbilind, fêkiyên gihîştî û hwd. A din jî civata rûspiyan, bazara kincan û hwd. Eger di van her du qaliban de neyê pirjimarkirin jî bi awayekî misoger xwe spartiye hevokê bixwe û ji vir pirjimarî derketiye. Guran xwe berda nav gund. Zanistan riya fezayê keşif kir. Di van hevokan de pirjimariyê xwe nespartiye tiştekî lê bi giştî hevokê re ev mecbûriyet pêk aniye. Di vir de eşkere xuya dibe ku hêmaya pirjimariyê bi serê xwe di kurmancî de çênebûye. Encax bi ser elemanekî hevokê ve girêdayî şênber dibe. Mantiq û hêmaya kurmancî rê nedaye pirjimariyê ku bi serê xwe derkeve holê.

Di kurmancî de lêkerên jê kirin, ser jê kirin û birîn li gorî tirkî em bidin ber hev tên wateya bi tirkî kesmek. Her sê lêker jî ji hêmaya ji hev qetandinê îfade dikin. Tiştekî tam ji hev dibe, ji hev tê qetandin. Lê her tiştê ji hev tê qetandin li gorî hêmayekê tê sêwirandin. Qumaş nayê jêkirin, heywanên goştê wan tê xwarin tên serjêkirin, dar tên birîn. Yek bi xeletî bê bikaranîn li mirov xerîb tê. Yanî qumaş nayê ser jê kirin, heywan jî nayê birîn. Di vir de divê detayekê bidim xuyakirin. Carinan ji bo qumaş û kincên qat jî tê gotin birîn. Ji bo ku rastî û reseniya wê derkeve rastê ez ê mantiqekê derxim pêş. Alavê terzî yan jî kincçêkirinê meqes e, alavê dar birînê jî birek e. Dema em kincan çêdikin nayê gotin birekê bîne. Meqes jî ji bo birîna daran nayê bikaranîn. Em ji van alavan derkevin rê em dikarin bêjin bi demê re ji bo qumaş jî birin hatiye bikaranîn an jî bûye lêkereke mecazî.

Tewang û şênberî

Tewangîbûna zimanê kurdî mînakeke balkêş a ziman e. Zimanê kurdî hem tewangî ye hem jî nîv ergatîv e. Li gorî tewangê û nîv ergatîvîteyê di bikaranîna ziman de guherîn çêdibin. Kingê ku dem diguherin ev guherîn jî hingê çêdibin. Li van her du hevokan binêrin. Ji bilî demên wan tu tiştekî wan naguhere. Lê belê binêrin çawa diguherin. “Tu dibêjî ez ê vî gihayî biçinim”. “Te got min ev giha çinî.” Têgihîştina mirov li gorî hêmaya demê diguhere û di hevoka pêşî de lêker û cînavka şanîdanê ditewe ku dema niha ye, di hevoka dudan de cînavka kesane ditewe, lêker û cînavka şanîdanê vediguherin rewşa xwerû, ew jî dema borî ye. Ev şênberiya ziman bi awayekî din dide xuyakirin. Her ku ber bi bajaran jiyan berpê dibe dikeve bin bandora zimanên biyanî, li gorî wan zimanan guherîn pêk tê. Têgihîştina hêmayî bi demê re winda dibe û tewang ji holê rabûnê re rû bir û dimîne. Em bi hevokên wiha re êdî guhpênas dibin: min te dîtim, ez xwarin xwarim. Zimanê gundewar hêmayî û şênber e, jiyana bajêr razberiya li gorî zimanê serwer derdixe pêş. Ji ber wê qinaeteke wiha çêdibe ku bi veguherîna gundewariyê re tewan û ergatîvîteya kurdî bandora xwe kêm dike yan jî bi demê ji holê radibe.

Di zaravayê kurmancî de ziman hema bêjin sedî pêncî-pêncî dibe du beşan. Ji sedî pêncî beşa xwerû ye, ji sedî pêncî jî tewangî ye. Ev beşbûn ji hev qut nîn e, berevajî vê hevsengiyeke diyalektîk di navbera wan de heye. Ev hevseng li gorî kêşana deman diguhere û ziman kîjan hêmayan dihewîne mantiqê wê pir zelal nîşanî me dide. Gava em dibêjin, “min sêv xwar”, ku dem dibe dema niha û hevok wiha vediguhere, “ez sêvê dixwim.” Em dibînin ku hevok mûtasyonekê derbas dike; tewangî dibe xwerû, xwerû jî dibe tewangî. Ziman ev hêma qeyd û qebûl kirine, kingê dem diguhere jixweber hevsengê li gorî rewşê vediguherîne.

Çend nîşe

Carinan ku ez pirtûkên bi tirkî dixwînim rastî hêmanên wiha têm; “Hegel de …”, “Marx’ta…”, “kürtlerde …” ji bo tirkî pir normal dixuyê. Lê din bin bandora perwerdeya tirkî de bi kurdî jî ev mantiq tê wergerandin û hêmanên wiha di nivîsa kurdî de jî cih digirin; “ di Hegel de …, “di Nitche de …”, “di kurdan de…”, “ di tirkan de…” Ev qalib ji tirkî hatiye lê êdî nivîsa kurdî de jî gelek caran cih digire. Ev qalib li gorî mantiqê zimanê kurdî-kurmancî bi pirsgirêk e. Di zaravayê kurmancî de ev hêma weke fizîkî tê fêmkirin. Yanî tiştek di fizîka kurdan de, Hegel de, Nitche de û hwd. Di bedena Hegel de, Nitche de tiştek heye… lê mebesta hevokê ne ew e. Di zaravayê kurmancî de divê ev hêma xwe bispêre têgehekê. Yanî di kurdan na, di civaka kurdan, eşîrên kurdan de hwd. Dîsa di Hegel, Nitche, Marx … de na, di dîtinên, fikrên, îdeolojiya Hegel, Nitche, Marx … de rasttir e.

Mînakeke weke wê jî ez di dersên zimanê farisî de rast hatim. Lêkera şikestin wiha hatiye bikaranîn: men şkestem (ez şikestim), weke tebatî (pasîf) jî wiha çêdibe; men şkeste şodem (ez hatim şikandin). Kifş e di zimanê farisî de jî weke tirkî hêmaya wateyê derdixe rastê ne grîng e. Yanî esas ez naşkêm lê dilê min dişikê, ev detay ji bo farisî pirsgirêkê dernaxe lê zimanê perwerdeyê kifş e wê wateyê telafî dike. Gava em tên ser zimanê kurdî-kurmancî ez şikestim tê wê wateyê ku ez qît bûme, parçe bûme weke fizîkî. Di rastiyê de mirov di wê rewşê de naşikên, qît nabin, wateya hevokê ev e; dilê min şikest, dilê min hat şikandin. Ev jî nîşan dide ku her ziman li gorî hêmaya di mêjî de çêbûye-kod bûye wateyê dide hêmanên xwe. Di zimanê kurdî de şikestina ku em qala wê dikin di mirov an jî bedena mirov de nabe, di dil de dibe ku ew jî mecazî ye… Weke fizîkî milê min, serê min, pozê min, tiliya min û hwd de dikare bişkê lê beden naşkê. Ji bo wê jî li gorî fêmdariya farisî mirov û pencere fizîkî dikarin weke hev bên şikandin, ferq nake, ew pêkan e. Ya em dixwazin diyar bikin jî ev e; di kurdî-kumancî de ev ne pêkan e. Ji ber ku behsa şikandinê dibe ew hêma şênber tê berçavê kurdan; beden çawa dişkê, ji bo reseniya kurdî xerîb tê. Divê em binê vê yekê jî xêz bikin ku di bin bandora tirkî de zêdetir li bajaran, heta di zimanê nivîsê de jî ji dûrketina ji mantiqê kurdî pêk hatiye, mantiqê di zimanê tirkî de derbas dibe, ji bo kurdî êdî xerîb nayê dîtin.

Encam

Dane û palpiştên heta niha min diyar kirin têra mebesta ku ez dixwazim bejim dikin. Êdî ez dikarim mijara xwe bidim hev û bi encam bikim. 

Ji bo ku vegotina min bê fêmkirin min mijara xwe heta serdema mîtolojiyê û fikirandina tenê bi hêmayan bir. Bi kurtî raman û ramandin çawa derketine bû mijara gotarê. Di encamê de ez gihîştime vê qenatê ku zimanê me kurdî-kurmancî ji ber van jêderkên min diyar kirin xwe spartiye şênberiyê û şibandinê. Jixwe hemû mînakên min dan hema bêjin guhertoyên van in. Eger kerguhşk ji ber guhê wê hatibe şibandin guhê kerê û gelek peyv û têgehên kurdî bi vî rengî hatibin dariştin divê em gavekê bisekinin li ser vê yekê bifikirin: Ev çi ye, tê çi wateyê? Ev mifteyeke vekirina deriyê vê mijarê ye. Şibandin û şênberî di zaravayê kurdî-kurmancî de weke helezonekê hev dipêçe, pêl bi pêl bi hev tê girêdan.

Zimanê kurdî bi giştî zimanekî şênber e. Ji ber sedemên bê dewletbûn, bê serwerbûn û bê perwerdeya fermî nebûye zimanekî razber. Çend awarteyên weke sedsala 19’an Erdelan û sedsala 20’î navendên soranî ne tê de ev rewş îro jî wiha ye. Hê jî bi hêmayan fikirandina kurdan ji vê çavkaniyê tê dizê.

Çavkaniya şênberî û şibandina zimanê kurdî gundewarî ye; ew jî çavkaniya xwe ji mîtolojiya Mezopotamyayê digire. Civakiya gundewariyê di nav xwezayê de diqewime. Têkiliyên gundewariyê bi texmînî ji sedî 60-70’yî yekser bi xwezayê re di danûstinê de pêk tên.  Fikirandin û mantiqê xwe ji wir digire. Bi çavên xwe nebînin bawer nakin. Ji mantiq zêdetir hest li pêş in. Şênberî û şibandin jî bi rûbirûna xwezayê re derdikeve pêş. Ji ber vê yekê ye ku zargotin, folklor, muzîk, destan, efsane di zimanê me de gelek xurt in. Gava kurd li bajêr niştecih dibin, dibêhitin, şok dibin. Nikarin zû bi zû bi jiyana bajêr re li hev bikin, bajêr dikin gundekî mezin. Zimanê wan li rastî travmayan tê. Jiyan ziman vediguhêze.

Avantaj û dezavantaja vê rewşa ziman a şênber û şibandiniyê hene. Avantaj bi zimanê kurdî-kurmancî zargotin, wêjeya devkî, muzîk, folklor, çand gelek dewlemend bûye, bingeha wêjeya nivîskî; roman, çîrok, helbest hwd xurt e, şiyana xurtirbûna wê heye.

Dezavantaj: Ji bo afirandin û behilîna fikir, raman, zanist û hêmanên afirandina razber dibe asteng, terxanî û sedema asoyên teng. Di sedsala bîst û yekê de ji bo pêşveçûna civaka kurd xetere ye. Divê kurd di vê sedsalê de ji çavên xwe zêdetir bi mêjiyê xwe li dinyayê binêrin.  DAWÎ

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.