Di Zaravayê Kurmancî de şênberî û şibandin (1)

Nûçeyên Forum

Sêşem 21 Nîsan 2026 - 18:00

  • "Heyîn mal-xaniyê ziman e" dibêje Heidegger. (Heidegger.M- Vıkiepedya Ozgur Ansiklopedi- https://tr.wikipedia.org/wiki/ Martin_Heidegger) Ango ziman di bin arîka heyînê de star dibe. Mala ziman heyîn e. Heyîna me kurdan di erdnîgariya Mezopotamyayê ango li ser axa Rojhilata Navîn qewimiye.

YAŞAR EROGLU

Yanî em kurd dergûşa erdnîgariya Mezopotamyayê ne. Ava me, tava me, oksîjena me, nanê me û her tiştê me li ser vê erdnîgariyê hatiye, em berhema wê ne. Weke van rastiyan zimanê me jî li ser vê erdnîgariyê pêk hatiye. Heîdeger teoriya heyînê wiha derdibirîne, “Bêyî heyînê tu tiştekî heyî, weke heyî nikare bibe heyî. Li gorî vê yekê heyîn weke tev bûyerên bilindtirîn û watedartirîn dikare bê pêşxistin.” (Li Ser Dem û Heyînê Martîn Heîdegger PDF rp.33 wergêr Denîz Kanit Weşanên A)

Heyîn di mijara me de erdnîgarî bi demê yanî di mijara me de dîrokê re berpê bûye, guheriye û veguheriye hatiye zimanê me yê heta îro asê bûye. Kingê em dest bavêjine mijara koka ziman li me ferz e ku em serî li koka ziman, ango demê, ango dîrokê bidin. Heyîn û dem yanî erdnîgarî û dîrok digihîjine hev û em di kûraya wan de hin taybetiyên zimanê xwe digerin. Mijara me ne bi serê xwe etîmolojî ye, ne jî tenê bi serê xwe morfoloji ye. Çavkaniya ku ez li ser înternetê gihiştimê etîmolojiyê wiha pênase dike, “Ew şaxa zimannasiyê ye ku jêdera peyvên di zimanekî de, kingê derketine, merheleyên ku ji aliyê teşe û wate derbas kirine, dîroka peyvan hem ji aliyê teşe hem ji aliyê wateyê lêkolîn dike”.

(Etimoloji:https://www.google.com/search?q=etimoloji&rlz=1C1CHWL_trTR966TR975&oq=&aqs=chrome.7.35i39i362l8.333930632j0j15&sourceid=chrome&ie=UTF-8#dobs=kokenbilim) Eger wisa be mijara me tam ne ev e. Aliyekî wê teşe û çavkaniyê bigire dest jî ne tam ew e. Wateya morfolojiyê ev e, “Disîplîneke zimannasiyê ya ku avaniya hundirîn a peyvan, qertafan û rêbazên damezirîna wan lêkolîn dike.”  (Mega Hafıza Hızlı Öğrenme, Beyin Eğitimi ve Yaratıcı Düşünme Merkezi- Morfoloji (Dil Bilimi)- Dil Bilimi İçinde Morfoloji Nedir? (https://www.megahafiza.com/makaleler/morfoloji-dil-bilimi-dil-bilimi-icinde-morfoloji-nedir). Mijara me xwe hinekî nêzî morfolojiyê dike lê tam ne morfoloji ye jî. Mijara ku em digirin dest hin aliyên her du mijaran jî dihewîne lê esas li ser şênberiya ziman a di dîrokê de dirûv girtiye, mantiq û felseyek ji xwe re çêkiriye û gelek aliyên wê bi şibandina ku xwe spartiye hêmayan e.

Weke ku Heîdegger gotî, "Heyîn mal-xaniyê ziman e" em bigirin dest mala ziman heyîna gotinan e. Gotinê di mala xwe de; ango di nav heyînê de çawa dirûv girtiye? Divê em vê mijarê li gorî zimanê kurdî û pê re girêdayî li gorî daborî-dîroka zimanê kurdî qet nebe di çarçoveya hin aliyên zimanê kurdî de bigirin dest. Zimanê kurdî nisilandina gelek zimanan e ku hinek a niha hene, mîrateya wan bi awayekî heye û yên din domana dîrokê de winda bûne. Yanî koka zimanê kurdî ji pir çavkanî û rehên dîrokî yên beriya xwe û hevçaxê xwe hatiye avdan. Her wiha pêkan e ku gelek taybetiyên xwe jî ji wê çavkaniyê girtibe. Dema ku em ravekirina koka ziman heta mîtolojiyê dajon divê ev yek bi rastiyê ve girêdayî were fêmkirin.

Her zimanek li gorî rastiya xwe ya dirûvgirtina civaka xwe pêk hatiye, li gorî vê rastiyê bi demê re ji zimanên din veqetiyaye. Taybetiyên zimanê kurdî jî hene weke bingeha ziman nasnameya zimanê kurdî dinimînin. Zimanê kurdî zayendî ye, tewangbar e, nîv ergatîf e û hwd. Ev taybetiyên ziman, kurdî ji zimanên din vediqetînin. Jixwe nasnameya zimanan jî ev e; xweseriya ku bi taybetiyên xwe, xwe bide naskirin, di nav malbatên zimanan de. Hin taybetiyên zimanê kurdî jî hene hê zêde li ser nehatiye sekinandin ku ew jî bi piranî xweser in.  Zimanê kurdî hê jî beyar e, li benda kişfkirina taybetiyên xwe ye. Ji ber ku nebûye zimanekî serwer û derfetên lêkolînên berfireh nedîtiye.

Di sala 2020’î de di rojnameya Xwebûnê de bi sernavê Êşa Zimanê Kurdî gotareke min hat weşandin. (Eroglu Y. (2020,03, 02-(2020,10, 02)  Êşa Zimanê Kurdî https://xwebun2.org/esa-zimane-kurdi-2/ https://xwebun2.org/esa-zimane-kurdi-3/) Di wê gotarê de min qala hin taybetiyên zimanê kurdî-kurmancî kiribû. Ji ber ku mijar hinekî cuda bû û aliyên din ên ziman jî rave dikir, taybetiyên ku min dixwest bidim diyarkirin tev tê de cih negirtibûn. Ev nivîsar ji aliyekî ve berdewamiya wê gotarê ye. Ev aliyê ku ez di vê gotarê de rave dikim, çend an çendîn sal in ku ez serê xwe pê re diêşînim û carinan xewa min jî nîvî kirine. Bi salan e ez çavdêriya zimanê kurdî-kurmancî dikim û wan çavdêriyên xwe weke nîşe dinivîsim û îro bi vê gotarê pêşkêşî kurdîhezan dikim.

Ez dixwazim bi vê nivîsarê nîşan bidim ku taybetiyên zimanê me çiqas zêde ne, li ser kokeke çawa gewdeyê xwe mezin kiriye, çiqas xurt e ku bihezaran salan bê dewlet, bê statû, bê serwerî li ser piyan maye û di heman demê de xetereyeke mezin re rû bi rû ye. Divê ez diyar bikim ku ev nivîs, nivîseke tam akademik nîn e. Her çiqas min serî li hin çavkaniyan dabe jî… Ji çavdêriyên min ên ziman derketine û weke metodoloji ne dûrî xebateke akademik e jî. Ji bo xebatên bi vî rengî dikare bibe pêşbingeh.

Ez bawer dikim ku gencîneya zimanan (çi tiştên aîdî ziman hene tev) fîzîka ziman, manewiyat an jî ruhê ziman jî kîmya ziman e. Zimanek xwe bispêre çiqas dîrokeke dûr û kûr, ew qas jî dibe xwedî fizîk û kîmyayeke dûr, kûr, dewlemend û berfireh.

Zimanê kurdî xwedî dîrokeke dûr û kûr e. Serêkaniya zimanê kurdî digihîje 5-6 hezar salan. Zimanê me, heta bi awayekî zanistî bûye zimanê gelê kurd ji dehan kanî û çavkaniyên çand, ziman, kelepor û daneheva gel û dewletên Rojhilata Navîn, bi gotineke rasttir erdnîgariya Mezopotamyayê û ji wan giştan ava xwe girtiye, reh û rişiyên xwe kok berdane wan serdeman. Em dahûrandina zimanekî wiha kevnar û qedîm dikin. Helbet mirov bi xebatekê nikare bigihîje her taybetiyên zimanekî weke kurdî qedîm. Ev xebat jî belkî ancax bigihîje ji dehan taybetiyan yekî.

Zimanê kurdî û mîtolojî

Profesor Doktor Celal Şengor yekî tirk e û bi perwerdeya kemalîst a li ser înkara kurdan ava bûye, dibêje, “Em ji bo kurdî dikarin bêjin ku zimanê herî kevn ê hebûna xwe dide dewamkirin. Ji erebî û farisî gelek kevintir e. Ku em xebatên zanistî û koka zimanan dinêrin, kurdî weke maka hemû zimanan derdikeve pêş me.” (Profesor Doktor Celal @ ProfDrCelalSngr.

( https://pbs.twimg.com/media/FZViaGfWQAEU-R3?format=jpg&name=small) 4.tebax. 2022. Ku bi devê zanistekî ne dostê kurdan ev gotinên li ser heqîqeta zimanê kurdî yên balkêş derdikevin hingê em mafdar in ku mantiqê zimanê kurdî bispêrin serdema mitolojik.

Zimanê kurdî li gorî çavdêriyên min bingeha dirûvê xwe ji navenda erdnîgariya ku Împaratoriya Med û derodorên wê girtiye. Hê jî navenda kurdên resen ew erdnîgarî ye. Ez vê reseniyê ji bo olên kurdan ên bandora olên paşê lê bûne lê bi gelemperî hebûna xwe bi her awayî parastine, dibêjim. Olên weke Yarsanî, Mazdekî, Zerdûştî, Êzîdî û hwd ku bi giştî jê re tê gotin Ehl-î Heq ji bilî reseniya olî, kurdîtiya resen jî diparêzin. Çawa ku dewleta Medya her çûye belav bûye, wisa jî ji bo gelê kurd jî derfetên li ser erdnîgariya Mezopotamyayê belav bibin derketine. Kêm zêde erdnîgariya ku em îro jê re dibêjin Kurdistan bi vî awayî pêk hatiye.

Zimanê kurdî li ser bingeha mîtolojiya Mezopotamyayê dirûv girtiye û xwe spartiye vê mîrateyê. Mîtolojiya Mezopotamyayê gelek dewlemend e ji ber ku mirovahî li vê erdnîgariyê rabûye ser piyan û bûye çavkaniya mîtolojî û felseya Ewropayê jî. Tê zanîn ziman bi mirov û mirovatiyê re dest pê dike. Jixwe bingeha civakê jî mirovahî ye. Her wisa bingeha mîtolojiyê jî mirov û mirovahî ye. Eger em hevkêşeyê (denklem) wisa daynin wê gavê ne pêkan e ku zimanê kurdî di bin bandora mîtolojiyê de nemîne.

Mîtolojî dergûşa mirovatiyê ye. Di detpêkê de hêma hene, tirs heye û ji vê jî baweriyên sereta û totemîk derketine. Em bi rastî çavdêriya zarokekî bikin em ê mîtolojiyê gelek baş fêm bikin. Çawa ku kurhişê zarokekî paşê dibe qerekter, kesayet û derûniya mirov her wisa jî civakên hatine gihîştine îro di bin qerekter, kesayet, derûnî û zimanên wan de bandora mîtolojiyê heye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.