Bandora zargotinê û felsefeya zimên

Nûçeyên Forum

Çarşem 15 Nîsan 2026 - 07:30

  • Bi pênasiya xwe ya herî sivik û hêsa ziman, amûra xeberdan, ragihandin û danezanînê ye. Zimanê axaftinê pergalek ji dengan hatî pê ye. Herçiqas ku li gor kom û civakan, bên wateyên ji hev cudatir jî, nîşandek, mîmîk, bizavên dest û pî, rû û bejnê jî amûrên xeberdan û ragihandinê ne.

MEHMET ONCU

Mirov dikare gulopên (lambe) trafîkê û wateya rengan a sembolîk weke mînak nîşan bide.

Îro di nav kom û civakên mirovên li rûzemînê de ziman peywira danûstandin û hevdufamkirinê pêk tîne. Bêguman ji bilî mirovan di nav hin cure giyanwerên din de jî pergalên ragihandin û xebrdanê hene, lew ku tê zanîn, heng (mêşên hinguv), morî û hin curemasiyên ku jê re dibêjin yûnis, lihev fam dikin û di nav xwe de şêwazeke hevdufamkirinê bi pêş xistine.

 

Çawaniya pêkhatina zimanan mijarke hûr, kûr û dûr e, ew pirs berî hezaran salan, heta îro ji mirovan ve hatiye pirsîn. Lewma jî di vê mijarê de gelek ramanên ji hev cuda derketine holê. Di nav van ramanan de yên herî balkêş ku derketî pêş du heb in. Beşek ji zanyarên cîhanê, ên ku serkêşê wan Noam Chomsky ye, dibêjin; ziman diyardeyeke biyolojîk e. Li gorî van zanyaran, wekî biyolojîk di mêjiyê însên de pergaleke geşedan û bi pêşxistina zimên heye. Ger ku ne wisa bûya, heta îro zimanekî curegiyanwerên din î pêşkeftî û geşedayî jî wê hebûya. Ji ber ku di ajal û giyanwerên din de pergaleke bi vî rengî tuneye, zimanekî wan î pêşkeftî jî tuneye.

 

Li dijberî van zanyaran, beşa duyemîn a ku ji gelek lêkolîner û zanyaran pêk tê, dibêje, ziman ne diyardeyeke biyolojîk, diyardeyeke folklorîk e. Li gorî wan zanyaran ziman, mekanîzmaya kiryar û bertêkên jiyana civakî ye ku di vê yekê de xweza jî xwedî rolekê ye. Di pêvajoya tekamûla (evolution) însên de weke beşeke folklorê ziman jî derketiye holê.

 

Bêguman di gotinên van herdu beşên zanyaran de behreke rastiyê heye, tevî ku ziman diyardeyeke folklorik e, diyardeyeke biyolojik e jî. Lew ku di mêjiyê însên de ew pergala biyolojîk nebe, folklor bi tena serê xwe têra derketina holê ya zimên û geşedana wî nake. Ger ne wisa bûya, divyabû îro, li rûzemînê cîhanê zimanekî ajal û giyanwerên din î pêşkeftî û geşedayî jî hebûya!

 

Gelî hêjano,

 

Di navbera zargotin û zimên de peywendiyeke xwurt, şidî, lê di heman demê de xwezayî heye. Zimanê ku di jiyana mirov de ji kevirekî bingehîn yek e, di heman demê de amûra sereke ya ragihandina zargotin û keleporêye jî. Lewma mirov nikare zimên ji zargotinê cuda bike û wî ji zargotinê cuda bifikire. 

 

Weke hûn jî zanin folklor û zimanê ku di nav gel û civakê de tê dizê, reng, deng û bêhna xwe dide kom, civak û gelê xwe, wan li gor hêz û dewlemendiya xwe dişêwizîne, taybetiyên nasnameya wan diyar dike.

 

Eger em bi kurt û kurmancî bibêjin, ziman keleporê, kelepor zimên, ziman û kelepor civak û gel, civak û gel jî zimên û keleporê tînin pê. Gel, ziman û folklor di hundirê hev de ne, tîn û bandoran van li ser hev heye, di heman demê de ziman ragînêrê folklorê ye, lewma jî ziman çavkaniya ramanên nû, dahênerî û afirîneriyê ye. Ew herdu taybetmendiyên sereke, zimên dikin parêzvanê folklorê ku folklor di nasnameya civakan de li cihekî berz û bale ye. Di vê çarçoveyê de em dikarin bibêjin ziman, sîtava folklorê ye. Lew ku ziman, folklora ku di domaniya demê de ji piratîka gel derdikeve holê, di nav endamên civakê de hestên xwemaliyê derdixe pêş û wê bi dengan dide famkirin. Lewma jî zimanên gelan gelek parçeyên ji folklora wan di hinavê xwe de radihêlin, van parçeyan bi dengan vediguhezînin remz û sembolan.

 

Ezîzan,

 

Ez naxwazim serê we li ser term û têgîhên ku zêde nayên famkirin biêşînim. Dixwazim piştî danasandina çend term û têgîhên wek ziman, folklor û gel, bala we bikşînim ser saman û dewlemendiya ziman û folklora Kurdî. Ger em berê xwe bidin ziman û folklora Kurdî, em ê bibînin ku li qada navnetewî, di nav malbatên zimanên ku îro li cîhanê dijîn û pê tên axaftin de zimanê Kurdî li cihekî berz û bale, xwedî rabûrduyeke dûr, dirêj û zorkevnare. Erê, zimanê me di nav zimanên cîhanê de rengê xwe wîsa dide xuyan. Çi heyf ku folklora me ya bi reng, deng û bêhna xwe zimanê me dimêjîne, dişêwizîne, ru’h û felsefeya wî pêk tîne, him ji layê me Kurdan ve him jî ji layê xelkên cîhanê ve nayê zanîn û nasîn.

 

Gelî birano, ji ber ku min 45 salên temenê xwe bi berhevkariya vê folklora dewlemend û xwedî qumaşekî zorciwan re borandiye, min bi heyr û di nav şaşwaziyê de dîtiye ku di nav gelê me de gelek berhemên gelêrî ên biqase Destana Gilgamêş kevn hene. Çend hebên îstîsna ne tê de hîn nehatine tomarkirin, ên ku hatî tomarkirin jî nehatine nirxandin û xebatên zanistî li ser nehatine kirin. Çendî ku di sedeya 19’yan de sefîrê Rûsyayê, Alexander Jaba yê Polanî çend numîneyên Destana Memê Alan ji devê xelkê tomar kirine jî bi tomariya xwe mane, nemir Ehmedê Xanê ne tê de zanyarên kurdan jê sûd wernegirtine. Ehmedê Xanî di sedeya 17’yan de jiyaye, ji Destana Memê Alan sûd wergirtiye, ew weke berhemek manzûm, bi navê “Mem û Zîn” jinûve afirandiye. Belê Kurdan ji çand û kelepor, zargotin û mêrateyê xwe yê qedîm sûd wernegirtine, lê belê ji ber ku wê demê Kurd û Yewnan di sînorê hev de bûn, Homerosê Yewnan ji Destana Gilgamêş sûd wergirtiye û bi vê sûdê Îlyada û Odysseia ya di nav gel de weke devkî dihate gotin berhev kiriye û nivîsandiye. (Ew metnên ku bingeha şaristaniyên rojava pêk tînin, du heb destanên ku Homeros BZ. Di sedeya 8’an de ji devê gel tomarkirî û nivîsandîne. Mijara van destanan şerê Turuvayê ye. Wî şerî 10 salan berdewam kiriye, Destana bi navê Îlyada qala vî şerî dike, Ya bi navê Odyssia jî behsa vegera lehengekî vî şerî dike ku navê wî Odysseia ye).

 

Bêguman ez ne dîrokzan im, nikarim belge û piştrastkirinên li ser îdeayên zargotinî raberî we bikim. Ez li ser zargotinê xebitiyame, belge û piştrastkirinên zargotinê di hundirê wê bixwe de ne. Lê bawerkirin û bawernekirin bi qasî lêfamkirin û têhihêştina we ya zargotinê ye. Ji bo hûn bigihêjin kûriya mijarê, ez ê kurteserboriyek ji jiyana xwe raberî we bikim. “Sal 1985, yanê çil sal ji berî niha, min çavkaniyek tespît kir, çavkaniya min pîrejineke 80 salî bû. Ez li Semsûrê, ew jî li gundekî bi navçeya Semsatê ve girêdayî rûdinişt. Dema min ji wê hermetê re hevdîtin pêkanî, wê ji min re gelek tiştên zargotînî ên giranbiha gotin. Ji ber ku wan deman wekî niha amûrên ragihandinê ne pêşketîbûn, me bi hêza pênûs û notgirtinê karê xwe pêkdanî. Lewma min tiştên ji devê wê girtî bi nivîskî hilanîn bin notan. Di nav wan tiştên wê xanimê ji min re gotî de gotineke pêşiyan a gelek balkêş hebû digot: Mirovekî bextereş hebû, dema nanê wî hebû goştê wî tunebû, dema goştê wî hebû nanê wî tunebû, ku nan û goştê wî hebû, ew bixwe li mal tunebû. Ji ser vê serhatiya min re demeke dirêj borî, min dest bi tasnîfa ber û berhemên folklorîk ên ku min di nav gel de tomarkirî kir. Dema min ew berhem ji hev cuda kirin, gelek gotinên pêşiyan gihabûn hev. Berî ku ez dikê berhema xwe ya bi navê ‘Gotinên Pêşiyên Kurdan’ amadeyî çapê bikim, min dest bi xwendina gotinên pêşiyên êl û gelên din ên li cîhanê kir, bi qasî ku destê min gihayê min xwendin. Wê demê gotareke Somerologê navdar Samuel Noah Kramer ket destê min. Gotara wî li ser “Gotinên Pêşiyên Someriyan” bû, tê de birek gotinên pêşiyên Someriyan ên ku wî ji gilkevalan derxistî hebûn. Ji wan gotinan yekê digot: ‘Ji bo yê xizanmirin çêtir e ji jiyanê, ku xwêya wî heye nanê wî tuneye, ku goştê wî heye berxa wî tuneye, ku berxa wî heye goştê wî tuneye’. Şik tune ku çavkaniya min ya 80 salî Somerî nas nedikirin û haya wê li qewmekî wîsa tunebû. Divê em ji vê qewîmînê fam bikin ku çand û kelepora me Kurdan mêratxwurê hemû çand û keleporên li ser vê axê jiyayî ye.

 

Ez bawer dikim ku wexta Destana Gilgamêş di nav gel de bi devkî dihate gotin, destanên weke Siyabend û Xecê, Memê Alan û hwd. jî bi devkî dihatin gotin. Lew ku ew destan jî biqasî ya Gilgamêş kevn in. Lê belê pêşî Someriyan, pişt re jî Ekediyan Destana Gilgamêş li ser gilkevalan nivîsandin û ew berhem mayînde kirin.

 

Min bi sedan çîrokên Kurdan ên mîtolojîk berhev kirine, birek ji wan weşandine, lê min hîn gelekên wan neweşandine. Di nav wan çîrokan de gelek remz û sembolên efsaneyî bala min kişandine ku wan îro bi şêwazeke ecêb di nav berhemên cîhanê ên wêjeyî de cih girtine. Ger ku mirov ji van çend mînakan bide, remzên ku di “Efendiyê Gustîlîkan” û “Henrî Potir” de cih digrin bes in (…)

 

Di zargotina me de bi hezaran biwêj hene ku gelekên van xwedî çîrok û serhatî ne. Bi heman şêwazê bi hezaran gotinên pêşiyan hene ku ew jî xwedî çîrok û serhatî ne. Bi kurt û kurmancî, edeb û felsefeya zimên bi folklora gel xwedî dibe, teşe dide û rengê xwe digre. Lewma jî folklor çendî dewlemend û berfireh be, nihêrîn û felsefeya wî zimanî ew qes hûr û kûr, edebiyata wî jî qatbeqat bi çêj û xweş dibe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.