Di navbera ked û modernîteyê de nasnameya jinê

Nûçeyên Forum

Çarşem 8 Nîsan 2026 - 18:20

  • Heke gund "dilê" civakê be, jin "ruhê" wî dilî ye. Di dîroka me de gund bi keda jinê şîn bûye; ji bêhna nanê tenûrê bigire heta çîrokên şevan, lorîkên zarokan, bi zêmarên ser mirîyan ji parastina zimanê dayikê heta zanyariya dermanên xwezayî, jinên şifavan li ser çiyayan, hemû cure pincar nas dikirin, kîjan pincar jehrî ye kîjan şifayê dide mirovan.

MÎNA ACER

Her tişt di destê jinê de wekî mîrasekê hatiye parastin. Jin li gund ne tenê kedkar e; ew mîmara sereke ya nasnameya civakî ye ku her du aliyên jiyanê ax û malê bi hev ve girê dide. Lê belê, pêla guherîna nûjen ku îro gundên me dorpêç kiriye, herî zêde bandorê li ser statu û keda jinê dike. Gava gund ji hilberînê ber bi xerckirinê ve diçe, rola jinê ya "afirîner" bi windabûnê re rû bi rû dimîne. Ew jina ku berê bi keda destê xwe aboriya malê û civakê li ser piyan dihişt, îro di nav çar dîwarên betonî û li pêşberî ekranên televîzyonê, mejiyê wan jehrî dibe. Ew rêzefîlmên ku îro li ser ekranan wekî 'çanda modern' tên pêşkêşkirin, bi mijarên xwe yên dûrî rastiya civakê û bi jiyanên fantezî, tora asîmîlasyonê li dora hişê jinê datînin û wê ji ked û nasnameya wê ya resen biyanî dikin, ji hilberînê tê dûrxistin. Ev ne tenê guherîna şêwazek jiyanê ye; ev lawazbûna wê vîna azad e ku civakê bi sedsalan li ser piyan hiştiye.

Ev qutbûn, berî her tiştî birîneke kûr di hafizeya çandî û zimanê dayikê de vedike. Zimanê kurdî, zimanekî ku di nav tiliyên jinê de, bi axê, bi avê û bi sewalvaniyê re hatiye hûnandin. Gava jin ji keda gund tê dûrxistin, ew peyvên taybet ên ku jiyanê pênase dikin jî bi asîmîlasyonê re rû bi rû dimînin. Zimanê ku berê li ber kaniyan, li ber  bêriyê û li ser bênderan bi awayekî kolektîf dihat axaftin, niha di bin dorpêça "zimanê fermî" û "zimanê ekranan" de tê fetisandin. Asîmîlasyon tenê ne bi qedexekirina ziman, bi hilweşandina qada jiyanê ya jinê dest pê dike; gava ax ji destê jinê çû, peyvên ku wê axê şîrove dikin jî sêwî dimînin.

Di heman demê de, ev guherîn krîzeke ekolojik a mezin bi xwe re tîne. Jin, di dîrokê de parêzvana yekem a ekosîstemê bû. Wê dizanibû kîjan giya kîjan nexweşiyê derman dike, kîjan av pîroz e û çawa dikare bêyî ku zirarê bide xwezayê, jê sûdê werbigire. Îro ku gund dibe "bajarokekî piçûk", ew aqilê ekolojîk cihê xwe dide mantiqa modernîteyê ku her tiştî wekî "mal û milk" dibîne. Av di nav boriyên plastîk de tê zindankirin, ax bi dermanên kîmyewî tê jehrîkirin û ew jina ku mîmariya jiyana xwezayî bû, niha di nav avahiyên betonî de temaşevana hilweşamdina xwezayê ye.

Lê belê, divê em bizanibin ku parastina zimanê dayikê bêyî parastina ekolojiyê (axê) nabe. Têkoşîna jinê ya ji bo hebûna xwe, îro di xala herî girîng de ye: Vegera li jiyana ekolojîk, di heman demê de vegera li zimanê resen û vîna azad e. Heta ku jin dîsa nebe xwediyê wê axê û bi zimanê xwe yê dayikê çîroka her şitilekê nebêje, ne asîmîlasyon radiweste û ne jî talankirina ekolojiyê bi dawî dibe.

Gelo di vê serdema nû de, jin di nav civaka gund de li ku derê ye? Gava gund dibe bajarokekî bênasname, ew nasnameya jinê ya ku bi axê re dibişkivî, ber bi kîjan alî ve diçe?

Bersiva van pirsan ne di guherîna fîzîkî ya gundan de, lê di parastina wê vîna ku jinê bi axê ve girê dide de veşartî ye. Heke jin ji hilberîneriyê bikeve pozîsyona "temaşevanekê", ne tenê gund, dê hemû civak ruhê xwe winda bike. Ji bo ku nasnameya jinê di bin betonên sar de nefetise, pêdivî bi hişmendiyeke nû heye; hişmendiyeke ku keda kevnar a jinê bi derfetên serdemê re bike yek û nehêle ku "ruhê gund" bibe qurbana modernîteya bêserûber. Heta ku jin dîsa destê xwe nede axê û bi keda xwe nebe pêşenga jiyanê, gund dê her wekî laşekî bêruh bimînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.