
- Keça Çiyayên Koçgirî, bejinbilinda kaniyên Çiyayê Tecerê, berxwedêra jina Kurd, çinara Çemê Munzurê, sipîzend û çavbeleka dilê Elî Şêr bû Zarîfe Xatûn.
FAYSAL OZDEMÎR
Tim bi rext û çekan girêdayî ew jina rûhîv. Xezalek bû li ser lat û tehtên çiyayên bilind. Periyek bû li şikeft û newalên welatê xwe. Zana û jîr bû, evîndara şêrê kurd bû Zarîfe Xatûn.
Zarîfe Xatûn, dotmama Elî Şêr e û hevsera wî ye. Elî Şêr, serokê berxwedana Koçgiriyê bû, piştî çend salan, bû hevalbend û şêwirmendê Seyîd Rizayê serokê berxwedana Dêrsimê.
Piştî şerê cîhanê yê yekemîn ê 1918’an li herêma Koçgiriyê di bin serokatiya Elî Şêr de ji bo welatekî serbixwe berxwedan destpê dike. Elî Şêr, kesekî zana, xwende û cengawer e. Hêla wî ya siyasî û diplomasiyê xurt e û pêşikvaniyê ji herema Koçgiriyê re dike. Mijara me di vir de ne Elî Şêr e, bi gelemperî em dixwazin li ser lehenga Kurd Zarîfeyê bisekinin.
Zarîfe Xatûn, jineka bejinbilind, zend stûr, xwende û pêşketî bû. Evîndara welatê xwe û Elî Şêr bû. Ji pêşketinên siyasî û ji rewşa cîhanê haydar bû. Jineke şervan û cengawer bû. Tim di milê hevserê xwe de di nav xebat û tekoşînê de bû. Dema Elî Şêr bixwesta karekî bike yan jî bîryarekê bide pêşî jê pirs dikir. Fikir û ramanên Zarîfeyê distand piştre biryar dida. Bi qasî ku şervan bû, ew qas jî ji hêla rêxistin û propagandayê ve xurt bû. Ji Elî Şêr re tim digot heval, Elî Şêr jî jê re digot hevalê. Tu carî bi navê hev gazî hev nedikirin. Di dîrokê de tu jin û mêr weke her duyan ku bi giyana xwe, bi hestên xwe, bi ramanên xwe û bi hemû jiyana xwe bibin yek çênebûye. Evîna rasteqîn jî ev e…
Zarîfe Xatûn hem şervan bû hem jî perwerdeya şer dida jinan. Gelek jinên kurd li dora xwe civandibû, pêşî perwerdeya çek û şer dida wan piştre ew dişandin eniya şer. Ew jinên ku hatibûn rêxistkirin tev bi çek û rextan girêdayî di milê mêran de li berxwe didan. Zarîfe, di hemû eniyên şer de fermandara leşkeri bû. Di 1921’ê de, di meha pûşperê de dewlet bi hemû hêza xwe ve li ser herêma Koçgiriyê ve çû. Zarîfe û Elî Şêr li ser hemû eniyên şer ve digeriyan. Piştî qirkirin û tepisandina herî mezin ev berxwedan bi ser nakeve û ditefe…
Piştî hilweşandina berxwedana Koçgiriyê Elî Şêr û Zarîfe herî ciyê bi ewle Dêrsimê dibînin û xwe didin wê derê. Zarîfe, di nav gel de propagandayê dike, gelek eşîr û malmezinan tîne cem hev û pirsgirêkên di navbera wan de çareser dike. Bi hêza jinantiyê gelek eşîr û kesan li hev tîne û yekîtiyekî ava dike. Ji 1921’ê heta sala 1937’an li Dêrsimê di nav kar û xebatan de cîh digre.
Di berxwedana Dêrsimê de rista Elî Şêr û Zarîfe pir mezin e. Elî Şêr, ji Serokê serhildana Dêrsimê Seyîd Riza re dibe weke şêwirmendekî, serleşkerekî û alîgir. Di Dêrsimê de rista her du şêran pir mezin e. Ji lewma jî dewlet dixwaze ku pêşî wan ji holê rake. Ji ber ku nikare bi leşkerî wan bi dest bixe, sîxûr û xayinên Kurd dixe dewrê. Ji van xayinan yek jî kesê bi navê Zaynel û çend zilamên wî ne. Lê birazyê Seyid Riza, Rayber dikeve nav tevgerê. Berî hingî di sala 1933’yan de kurê Seyîd Riza Îbrahîm hatibû kûştin û şibhe diçû ser Rayber. Wî dizaniya ku wê rojekê apê wî Seyîd hisab jê bixwaze. Bi vî rengî bi tevayî xwe davêje ber sînga dijminê xwe. Dikevin nav defk û dafikan. Di hedefa dewletê de jî pêşî Elî Şêr heye.
Di 9 Tîrmeha sala 1937’an de dewlet êrîşeke mezin dibe ser herêma Dêrsimê, qirkirinên mezin pêk tên. Hingî Elî Şêr û Zarîfe Xatûn jî li Çiyayê Tujik di şikeftek asê de veşartîne. Rayber û Zaynel bi hêceta ziyaretkirina wan diçin dibin mêvanê wan. Li nav şikeftê bi Elî Şêr re rûnîştîne, Zarîfe jî radibe ku tiştekî ji mêvanan re amade bike. Zarîfe li derveyî, Rayber çeka xwe derdixe û berdide Elî Şêr. Dema dengê çekan tê, Zarîfe fêm dike ku wan delalê dilê wê kuştin. Hema ew jî radêje çeka xwe dikeve hindur û guleyan berdide wan. Zilamekî Rayber tê kûştin, lê mixabîn Rayber guleyan li Zarîfe jî direşîne. Her duyan dikujin, serê wan jê hildikin û serê wan dibin Xarputê didin paşayê dewletê Alpdogan. Xelata xwe jê distînin û difitilin. Pişt re Zaynel dev ji sîxûrtiyê berdide, lê Rayber didomîne. Dewlet dizane ku kesê li gelê xwe xiyanetê bike wê li her kesî bike. Di dawî de di sala 1938’an de dewlet Rayber bi kurên wî ve dikuje. Dîsa xîyanet dibe sedema têkçûna gelê Kurd…
Ji ber ku ev her du evîndar tim di nav têkoşîn û şer de bûn, qet zarokên wan çênebûn. Lê bi wê lehengî û azweriya xwe bi sed hazaran keç û xortên kurd zarokên wan in. Îro keçên Zarîfe Xatûn pir in. Li hemû welatê Kurdan nav û dengê Zarîfe heye, li serê gelek stran ji hêla hûnermendan ve hatine çêkirin û tên gotin. Li herêma Dêrsim û Koçgiriyê straneke dîlanê ku li ser Zarîfeyê tê gotin wiha ye:
‘’ Qizêd çiyayê me
Mîna xezala kurbar in,
Mîna xezala kûvi ne,
Mîna kulîlka delal in,
Mîna kulîlka rengîn e,
Mîna kanya zelal in,
Mîna kanya safî ne.’’







