
- Dîroka mirovahiyê tenê ne dîroka şer, vedîtin û pêşketinên teknolojîk e; di heman demê de dîroka nirxan e jî. Di navbera civakan de girêdanek nexuya ya ku mirovan digijhîne hev heye da ku ew hevdû fam bikin û jiyana hevpar hêsantir bikin.
ADAR JIYAN
Ev girêdana nexuya, bi saya nirxên mirovî pêk tê. Nirxên wekî dadmendî evîn, rêz, azadî, duristî, dilovanî û hevgirtin wekî rêgezên hevpar têne hesibandin ku ji bo tevahiya mirovahiyê watedar in, Ji çand, ziman û baweriyên cuda derbas dibin. Ev nirx ne tenê aliyê exlaqî yê jiyana mirovan, di heman demê de rêziknameya civakî û pêşketina takekesî jî dişêwîne.
Taybetmendiya herî girîng a nirxên gerdûnî ew e ku ew ne aîdî erdnîgariyek an çandek taybetî ne. Hemû mirovên ku li deverên cîhanê yên cuda ji dayik dibin, dikarin heman nirxên bingehîn parve bikin. Berteka zarokekê/î ya li hemberî neheqiyê, dilovaniya dayikekê, dilsoziya hevalekî/ê, an jî alîkarîya xerîbekî/ê aliyên hevpar ên xwezaya mirovan nîşan didin. Ji ber vê yekê, nirxên gerdûnî, wekî wijdanê hevpar ên malbata mirovahiyê têne dîtin.
Nirxên gerdûnî di pêşveçûna civakan û avakirina rêkûpêkiyek domdar de roleke girîng dilîzin. Di civakeke bêdadmendî de, hesta baweriyê qels dibe; li cihê ku bawerî tune be, mirov ji hev gumanbar û dûr dikevin. Belê, dadmendî yek ji stûnên bingehîn ên civakê ye. Dema ku mirov dizanin mafên wan têne parastin, ew bi aştiyanetir dijîn, berhemdartir in û beşdarî pêşveçûna civakê dibin. Bi heman awayî, hestên azadiyê dikin ku takekes ramana xwe derbibîre û afirîneriya xwe pêş bixe. Ev nirx tenê ne beşdarî pêşveçûna takekesan dibin, herwiha beşdarî pêşveçûna civakan jî dibin.
Nirxên gerdûnî, bingeha têkiliyên mirovan pêk jî tînin. Bawerî, rêz û hevxwemiya navbera mirovan a jiyana rojane bi van nirxan xurt dibe. Rêzgirtina ji bo kesên din, nirxdayîna ramana wan û qebûlkirina cudahîyên wan, hemû nirxên bingehîn ên civakeke aştiya ne. Hevjiyana çand û nasnameyên cuda tenê bi pejirandina van nirxên hevpar pêkan dibe. Di vê wateyê de, nirxên gerdûnî amûrên herî bingehîn ên hunera jiyana hevbeş a mirovahiyê ne jî.
Nirxên gerdûnî ji hêla perspektîfa cîhana hundirîn a takekesan ve jî xwedî girîngiyeke mezin in. Mirov tenê ne hebûneke biyolojîk e; ew di heman demê de hebûnek e ku wateyê dide her tiştî. Hewldana ji bo dîtina wateyê, di jiyanê de pirî caran bi riya nirxan pêk tê. Dema ku mirov rêgeza duristiyê dipejirîne, di jiyana xwe de rêgezeke domdar dibîne. Kesên ku qîmetê didin dilovanî û alîkariya hevbeş, bi destxistina jiyana kesên din, wateyekê li hebûna xwe zêde dike. Di vî warî de nirxên gerdîni, piştgiriyê didin aramiya hundirîn û hevsengiya giyanî ya mirovan.
Fêrbûn û têgihîştina nirxên gerdûnî ji hêla kesan ve bi piranî bi riya malbat û perwerdehiyê pêk tê. Ezmûna yekem a zarokekî/ê bi nirx û tevgerên malbata wan re dişêwin.. Zarok bi çavdêriya dêûbavên xwe tekiliyê datînin; rêz, hezkirin û berpirsiyariyê fêr dibin. Paşê, dibistan û jîngeha civakî jî ji bo xurtkirina van nirxan dibin alîkar. Divê neyê jibîrkirin ku perwerdehî tenê ne bi veguhestina agahdariyê ve sînordar e, heman kêliyê pêvajoyek çandina nirxan e jî. Dema ku zanîn bi nirxên gerdûnî re nelihev be, li hêzek ku zerarê dide mirovahiyê dadigere.
Guhertinên lezgîn ên cîhana nûjen girîngiya nirxên gerdûnî hê zêdetir dike. Bi saya globalîzasyonê, hem çandên cuda nêzîktir dibin û hem jî mirov ji bûyerên ku li deverên cuda yên cîhanê diqewimin, bêtir haydar dibin. Belê ev nêzîkbûn pirsgirêkên nû jî bi xwe re tîne Nakokiyên çandî, newekheviyên aborî û pirsgirêkên jîngehê nîşan didin ku mirovahî ji her demê bêtir hewceyê têgihîştineke hevpar a van nirxan e. Lewre nirxên gerdûnî tenê ne meseleyên exlaqê yên takekesî ne, di heman demê de berpirsiyariyeke gerdûnî jî bi xwe re tîne.
Di serdema me ya pêşketinên teknolojîk ên lezgîn de, têkiliya navbera mirovan û nirxan, carinan qels dibe. Her çend ku di cîhana dîjîtal de ragihandin lezgîn bibe jî, germahiya têkiliyên rûbirû kêm dibe,û ev yek jî hevxemiya tevayî dijwartir dike. Ji ber vê yekê, xurtkirina perwerdehiya nirxan a li nik pêşketina teknolojîk pir girîng e. Pêşeroja mirovahiyê tenê ne bi teknolojiyê, bi hişmendiya exlaqî re jî teşe digire.
Nirxên gerdûnî di heman demê de bingeha aştiyê ne. Di dîrokê de gelek nakokiyên bêtehamulî, cudakarî û şehweta desthilatdariyê jî derketine holê. Belê têgihîştin û qebûlkirina cudahiyan yek ji hêmanên herî bihêz e ku di kêmkirina nakokîyan de dihewe Xweşbîni dihêle ku mirov bi bawerî û ramanên cuda bi hev re bijîn. Ji aliyekî din ve, dilovanî dihêle ku mirov ne tenê berjewendiyên xwe herwiha hewcedariyên xwe yên din jî li ber çavan bigirin.
Têkiliya mirov a bi xwezayê re, rasterê bi nirxên gerdûnî ve girêdayî ye. Mirov parçeyekî xwezayê ye û rêzgirtina mirov a xwezayê, di bingeha xwe de rêzgirtina hebûna mirov bi xwe ye. Hestê berpirsiyariyê li hemberî jîngehê û nifşên pêşerojê. erkekî exlaqî ye Pirsgirêkên jîngehê yên ku îro cîhan pê re rûbirû ye nîşan didin ku divê mirovahî tenê ne bi çareseriyên teknîkî, herwiha li gor nirxên gerdûnî jî tevbigere.
Di encamê de, nirxên gerdûnî wekî prensîbên bingehîn derdikevin holê ku hem aliyên takekesî û hem jî yên civakî yên jiyana mirovan dişêwînin. Ev nirx dihêlin ku mirov hevdu fam bikin, bi hev re bijîn û ji bo mirovahiyê jî pêşerojeke hevpar a aram ava bikin. Di cîhaneke ku ji nirxên gerdûnî dûr dikeve de, nakokî, bêewlehî û biyanîbûn zêdetir dibin; cîhana ku ev nirx lê têne xurtkirin hêvî, hevgirtin û aştî jî geştir dibin.
Mirovahî îro ji her demê bêtir bi hev ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, yekbûna li dora nirxên hevpar tenê ne hilbijartinek exlaqî ye, heman gavê ji bo pêşeroja mirovahiyê jî pêdivîyek çarenin e. Nirxên wekî evîn, dadmendî, azadî, rêzgirtin û hwd. hemû mîrateyên hevpar ên mirovahiyê ne. Berpirsiyariya her kesekê/î ye ku van mîrateyan biparêze û radestî nifşên pêşerojê bike. Ji ber ku nirxên gerdûnî tenê ne têgihên ku di pirtûkan de hatine nivîsandin in; hêja ye ku mirov di jiyana xwe ya rojane de pêk bînin.






