Newroz cejna xwebûn û serfiraziyê ye

Nûçeyên Forum

În 20 Adar 2026 - 08:30

  •  Di dîrokê de mijara Newrozê di gelek çavkaniyan de derbas dibe. Wek mînak mirov dikare bibêje di Pirtûka Zerdeşt Pêxember “Zendavesta” de, di “Şehnameya” Firdevsî de, di helbestên Omer Heyam de, di “Şerefname” ya Şerefxanê Bitlîsî de û di “Mem û Zîn”a Ehmedê Xanî de û hwd. de çîroka Newrozê hatiye bikaranîn. Di dîroka nêzîk de jî Bazîl Nikîtîn û gelek nivîskarên din jî di pirtûkên xwe de Newroz anîne ziman.

 

AHMET ÇELÎK

Gava ku mirov lêkolînê li ser Newrozê dike, tê dîtin ku cara yekemîn beriya zayînê (BZ) bi 3000 salî li derdora çiyayê Zagrosan bapîrên Kurdan “Gûtî”yan  di mabedên xwe de cejnek bi navê “Zegmûk”ê pîroz kirine. Di vê cejnê de agir dihate vêxistin û qral li nav gel digeriya, cejna wan pîroz dikir. Cejna Zegmûk di ola Zerdeştîyê de jî tê dîtin. Û herwiha dîsa ji hêla pêşiyên “Kurd”an Hûrî, Qasît, Ûrartû û Medan ve jî cejna Zegmûkê hatiye pîrozkirin û di dîrokê de bi awayekî vekirî derbas dibe.    

Lê belê Newroza ku di roja îroyîn de li nav gelê Kurd bi coş û bi berfirehî li temamê cîhanê tê pîrozkirin bi efsaneya Kawayê hesinkar ve tê girêdan û çîroka wê jî wiha ye:

Tê gotin ku di demeke pir nayê zanîn de bi navê Zerwan xwedayek û du heb lawên wî yên bi navê xwe Hurmuz û Ehrîmen hebû ne. Hurmuz nîşaneya başiyê bû, Ehrîman jî nebaşî temsîl dikir. Hurmuz ji bo ku li ser rûyê erdê li navbeyna Firat û Dîjle yê cîhê jiyana mirovahiyê lê şîn bûye û Ahûramazda ew der wek xaka pîroz nîşan daye bi başî wî temsil bike Zerdeşt dişîne nava gel. Ehrîmen jî ji bo ku nebaşî û nefreta xwe li ser xaka pîroz bidomîne qralekî zalim bi navê Dehak dişîne. Dehak dest bi zilm û zordariyek mezin dike, lê belê ji hêlek dinê ve jî nexweşiyek xerab û derdekî bê derman wî zeft dike. Êşek mezin dikeve canê wî. Bijîşkên wî ji bo ku birînên wî yên bi nêm û xwînê ve diaxivîn rihet bikin her rojê mejiyên du xortên “Med”an wek derman bi kar tînin. 

Her rojê mejiyê du zarokan li birîna Dehakê zalim dikirin. Ev zilma li dij mirovahiyê demek dirêj didome. Serleşkerekî Dehak nema vê zilmê tehamul dike û bêyî bijîşk û Dehak xortan berdide û ji berdêla wan ve serê du heb mîhan, bizinan jê dike û mejiyê wan dibe ji bo birîna Dehak. Xortên ku xelas dibin berê xwe didin çiyê, li wir dijîn û li bendê ne ku rojekê ev zilm xelas bibe û vegerin malên xwe. Gel bê çare dimîne, ji bo ji binê vê zilma Dehak bi xelasiyê bikevin li benda mirxasekî ne ku rêberiyê ji wan re bike da ku serî hildin û azad bijîn. Bê guman di nava gelê Kurd de herdem mirxas û rêber hebûne û hînê jî hene.  Yek ji wan mirxasan jî bi navê xwe Kawa bûye. Wek Kawayê Hesinkar dihate nasîn. Hostayê şûr, mertal û riman bû. Mêrxas, Egîd û pêlewan bû. Leşkerên Dehakê zalim ji bo ku lawê wî bibin ji Dehak re bikin qurban hatibûn ber deriyê Kawa. Navê lawê wî Jîr bû. Wek navê xwe jîr û zîrek bû. Kawa diponije, mijûl dibe ji bo ku lawê xwe nede Dehakê zalim. Demekê disekine û ji serleşkerê wan re dibêje hûn herin ez ê bi destê xwe lawê xwe bînim ji qral re. Serleşker ji vê biryara Kawa re bê deng dimîne û berê xwe dide qesrê. Kawa ji bo xortên serê çiyan û gel bi hev re dest biserhildanê bikin agahiyê ji wan re dişîne û dibêje  ez diçim qesrê û ez ê qral bikujim, ger ez bi ser nekevim ji xwe ew ê min jî bikuje, lê ku ez bi ser ketim ez ê agirekî pir mezin li ser qesrê vêxim. Ku we agir dît hûn ê bi hev re berê xwe bidin qesrê û em ê qesra wî bi dest bixin.

Roja 20 û êvara 21’ê Adarê plana xwe çê dike û dibêje ku ez ê lawê xwe bi destê xwe bidim Dehak. Serleşker ku Kawa li ber derî û li gel wî lawê wî Jîr pê re dibîne bê şik wî dibe cem qralê xwînmij, gava ku digihêjin Qralê zalim ji nişka ve horsê xwe derdixe û li serê qralê zalim dixe û mejiyê wî bela wela dike. Serleşker û leşkerên wî matmayî dimînin. Derdikeve ser qesra Dehak agirekî mezin vêdixe. Xortên Kurd ên ku berê ji ber zilma Dehak xwe dabûn alî û xwe avêtibûn bextê çiyayên Kurdîstanê û gelê Kurd ku dîtin agirê Kawa li ser qesra Dehak coş bûye radihêlên şûr û mertalên xwe berê xwe didin qesrê û bi hawara Kawa ve diçin. Qesra qralê zalim bi ser serê wî û leşkerên wî de xera dikin.

Hinek Dîrokzan jî dibêjin ku Generalê Meda Keyakser li miqabilî qralê Asûriyan ê zalim Dehak serî hildide û Paytexta wî Nînowa zeft dike û Qesra wî bi ser wî de hildiweşîne. Di zimanê Medan de Kawa tê wateya Rêber, Serok, Fermandar û Helbestvanî yê. Loma jî ji Keyakser re gotine Kawa.

Berdilka Kawa a ku pê karê xwe hesinkarî dikir bi rengê xwe kesk, sor û zer bûye. Ew berdilka wî jî ji xwe re kirin al û agirê di tifika wî de jî bû agirê azadiyê. Firdevsî di pirtûka xwe Şehnamê de dibêje ku gava Kawa bi ser dikeve berdilka wî wek diyariyekê tînin ji Qralê “Med”a Ferîdûn re. Ew berdilk wek alekê li Îranê tê veşartin. Ji “Med”an heta ku Misilmana Îran zeft kirin çi Şaristanî yên ku serdestî li wê xakê kirin zêr, zîv û micewher bi wê alê vedikirin. Lê mixabin leşkerên Misilmana gava ku Îran bi dest xistin zêr û zîvên bi alêve girêdayî ji xwe re wek destkeftî dîtin û jê kirin û Ala Kawa ya dîrokî şewitandin.

Ev serkeftin a Kawayê Hesinkar a bi serfîrazî li miqabilî qralê zalim Dehakê Marî ji 21’ê Adara beriya zayînê 621’ê de heta roja îro wek cejna xelasiyê, azadiyê, xwebûnê û serfîraziyê tê pîrozkirin.    

Agirê Cejna Newrozê, gelê Kurd ên ku di bin ala Kawayê Hesinkar de li miqabilî qralê Asûriyan ên zalim Dehakê Marî bi coşa agirê Azadî û Berxwedana bi rûmet ku hatiye vêxistin û wê her vêxistî be.

Di dîrokê de Newroz bi gelek wateya hatiye nîqaşkirin. Lê di çend wateyan de bi giştî giranbuha ye. Yek jê ew e ku Newroz Cejna Azadiyê ya herî kevn e. A dudoyan jî bi Rêbertî ya Kawayê Hesinkar Serhildana Gelê Kurd a li hemberî dagirkeriyê ye. A sisiyan û herî girîng jî ew e ku ev agirê azadiyê ji bo rizgariya gelên bindest bûye hêvî û ev hêvi bi sed salan e ku didome û wê her bidome.

Weke ku tê zanîn NEWROZ!

Li hemberî hovîtiyê serkeftin a mirovahiyê ye, li hemberî şer serkeftina aşîtiyê ye, li hemberî zaliman serkeftina mazlûman e û mizgîniya  jiyanek  nû û hatina biharê ye. 

Newroza we pîroz be.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.