
- Helbestên tasawif ji kevneşopiya (baweriya jiyana sofîyan) helbesta fikra dîndarî; pakkirina nefsê, belakirina evîna xwedayî, helbestên xwedî teybetmediyên DÎDAKTÎK Û LÎR in.
EDNAN DOGAN
Ev lêgerîn, ji bedêla demeke diyar kirî mirov dikare bêje ji dema ku mirovahiyê bahwerî bi ol û dînan anî derketiye. Ev jî tê wateya berî bi gelek hezarên salan. Her çendîn tesewif û çanda ”mirîdîzma” li cem me weke hev tê pênasekirin jî, ji hevûdû cuda ne.
Tevî wekheviyan, cudahiyên eşkere di nava mistizmê û tesewufê de jî hene. Helbesta Sûfî (Tesewuf) bi coş, bi evîn û xeyalî ye. Bi mewlana di sala 1200’î de bêhtir bipêş ketiye.
Mîstîsîzma Xiristiyanî: Dramatîk e, pir caran li ser êş, azar û hesretê ye.
Mîstîsîzma Hindî: Felsefîk û kûr (li ser ramanê) e.Mîstîsîzma Taoîst: (TAO; Rê , şêwaza xwezayê. Bi xwezayê re jiyan, ne li dijî wê) Sade, paradoksî (dijeber) û aram e.
Helbestên mistîk; cureyek e ku hewldana mirovan ji bo gihîştina rastiya îlahî, afirîner, an cîhana nedîtî bi derbaskirina sînorên aqil û mantiqê, bi rêya fikrî, hişmendiya hundirîn û ezmûnên giyanî vedikole. Armanca van helbestan ew e ku wateyên li derveyî cîhana madî deşîfre bikin, kûrahiya giyanê vekolin û sirên gerdûnê bi zimanekî fikrî vebêjin.Ev helbest xwedî teybetmendiyên cuda ne. Xwedî armanc, mesaj û bi zimanekî ku gel jê fambike ne.Armanca helbestên tesewifî, ne ew e ku hunerekê biafirînin, lê terbiyekirina nefsa xwe û evîna xweda fêrî gel û civatan kirine.
Ziman û şêwaza wan bi teybet bi awakî ku gel jê fam bike bi gotinên hêsanî, lê bi awakî newesazî, ango aruz jî tê nivîsandin.
Şêwaza Nezm û pîvanê, wêjeya kevneşopî a gelêrî ye, bi pîvana çarîn û kiteyan jî li medreseyan bi awakî newesazî û malikan bi xilbeyî tê pêşberî me. Şiklê van helbestan bi teybet bi awayê qesîdeyan berbelav in û li gora terîqetan her terîqetek vê şêwazê bi navên cûda bilêv dikin.
Ev helbest bi teybet bi mijarên wahdetî wucûd, yanî di tesewifê de hebûna rastiyê ya esasî yek e û ev hebûna rastiyê tenê grêdayî xweda ye. Tesewif yekitiya vê têgehê, ango hebûna rastiyê diparêze.Mesaja van helbestan; Eşq, bi xweda re helandin, ango yekbûn, aramî û terbiya nefsî ye
Helbestên Tasawifî, ango fikra îlahî bi teybetmendiyên xwe, helbest weke alavekê dîtine û bi teybet bi nasnameya derwêş û şêxan hatiye nas kirin.Her çendî helbesta mîstîk ku di alema îslamê de weke helbestên Tesewif tê bilêvkirin jî ev şêwaz ne bi îslamê dest pê kiriye.Ev helbesta tesewifî ku navê weke termolojiya peyvê ji alema îslamê wergirtibe jî û bi vê têgehê hatibe nasîn jî ev helbesta mîstîk beriya serdema îslamê heye.
”Hêjayî gotinê ye ku peyva ”sufist” li cem Yewnaniyan bi taybet di sedsala 5’an de beriya zayinê habû ye. Ev kes, ango sufîst ku li gund, bajar û bajarokan digeriyan xweşaxêv bûn, di vê geşt û geryanê de jî, bi xweşbêjiya xwe, karê wan fêrkirina kesan bû û ji bo vê fêrkirinê jî dirav werdigirtin.”
Ji ber helbesta tesewuf bi ekoleke manewiyata navxweyî ya islamî hatiye bibîranîn, ketiye bîra mirovan de jî, lê tema ya, arazû û daxwaza xwe gihaştina îlahî, eşqa îlahî, terbiye kirina nefsa xwe û têgehên gerdûnî ne.
Helbesta tesewufî pênasekirina di nav kultira îslamê de ye; Lê bingeha vê şêwaza helbestê ji mistîzm ê tê, ango lêgera mirovahiyê ya îlahî di warê derbirînê de rêwîtiyeke hevbeş ya li temamê gerdûnê ye. Ev şêwaz beriya bi gelek hezarên salan bi devikî hatiye bilêv kirin. Lê bi nivîskî ya ku hatiye dîtin, (yên nedîtî û ne peyda kirî em nizanin) ya pêşî helbesta EnHeduAna ye, EN- rahîbe/keşe HEDU- Waiz (kesa/kesê şîretên olî dike, dixwîne,) AN Îlah. Ev jî tê wateya ku li gora vê nivîsê helbesta mistîk beriya Îsa bi 2200< an hatiye nivîsandin. Lewra EnHeduAna di salên beriya îsa 2285-2250 de jiyaye. EnHeduAn bi helbestên xwe yên ji xwedawend Înanna (Îştar) re nivisîne bingeha wêjeyê ava kiriye. Ev helbest evîna îlahî ya li hember xwedawendê ne. Di zamanê Sumeran de navê vê xwedawendê, Înanna ye, lê piştî Akad bune serwer ev xwedawend bi navê îştar pênase kirine.
Heke mirov ji ol û bahweriyên din jî çend mînakan bide;Tesewufa îslamî û di Hinduizmê de hereketa Bhaktî bi têgeha eşqa ilahî gelekî dişibihine hevûdu.Helbestvan Kabir di derdora Hindu û ya misilmanan de jî hatiye qebûl kirin; ew bixwe di helbestên xwe de helwesta şeklî red kiriye, Eşqa ilahî bi awayekî gerdûnî di helbestên xwe de parastiye. Ev helbestên wî helbestên mistîk in. Bi vê yekê jî bandora wî li ser hereketa Bhaktî bûye. Hereketa baktî berevajî sîstema qast dibêje her kes ji bo bighê eşqa îlahî û bi xwedê re bibe yek weke hev e.
Mira bai: ji bo evîna xwe ya ilahî li hember xwedawend Krishna bîne zimên, helbestên hestyarî û bi awayekî mistîkî nivîsandine.Lalla Ded jineke Keşmîrî ye û mîstîk e. Bi helbesta xwe ya dema giyan bi xweda re dibe yek tê nasîn.Di nav xiristiyanan de jî, bêrî û evîna ruhî ya bi xweda re, bi awakî qewîn hatiye bilêv kirin û ev gelanperî ye. Her çendîn ne parçeyek ji terîqet û olan jî be, hin ji helbestvanên rojavayî gerdûn û têgeha îlahî bi awayekî mistîk bilêv kirine.Weke William Blake; Di helbestên xwe de ji dinya heyî zêdetir enerjiya îlahî ya din, rastiya manewî neqiş kiriye û Emily Dickinson, hebûn, ango têkiliya xweda û xweza bi awakî zêde di nivîs û helbestên xwe de aniye ziman
Heke em ji helbestvanên kurd mînakan bidin, ez dixwazim ji Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û ji şêx Evdirehmanê Axtepî mîsalan bidin.Meleyê Cizîrî yek ji mezintirîn helbestvanên klasîk ên kurd e ku di dîroka wêjeya kurdî de cihekî pir girîng digire. Tesewif (mîstîsîzma îslamî) stûn û bingeha herî girîng a dîwana wî ye. Dîwana wî ku weke Dîwana Melayê Cizîrî tê zanîn, bi zimanekî kûr û tije sembolên tesewifî hatiye nivîsandin. Di vê dîwanê de qala şefaetê dike û di rêgeha tesewifê de girîngiyekê dide gihaştina heqîqetê.
Felsefeya bingehîn a tesewifa Melayê Cizîrî "Wehdetu'l-Wicûd" e. Li gorî vê, tenê wucûda Xwedê heye.Feqiyê Teyran bi helbestên xwe, tesewif wekî rêyeke lêgerîna heqîqetê û hezkirina kûr a ilahî di nav xelkê de belav kiriye. Bi helbestên xwe yên ku wate û têgiha tesewifê, weke evîna Îlahî, nêzîkbûna bi Xwedê re û paqijiya dil vedibêje, di wêjeya kurdî de cîhekî girîng digire. Di helbesta ”Ey av û av” de, bi avê re diaxive û pirsan jê dike.
Ji işqa kê her têy û têy
Heta kengî her bêy û bêy
Bo min bêje heyranê kêy
Da ez bizanim qesetê
Di helbesta Zembîl firoş de, hewldana pak î girêdana bi efirînêr re bi awayekî vekirî dihêne zimên. Di navbera hilbijartina zewka dinyayî û eşqa îlahî de biryara girêdana bi xweda re digire û dev ji zewka dinyayî berdide.
Şêx Evdirehmanê Axtepî di rewdneîmê de ji xweda re wûsa dibêje:
Ji erşan heta ferş û insan û cin
Xwedaye te anîn wucûdê bi kun
Di gel mar û mûr û nebat û tuyûr
Ji lutfa emîm a te hatin zuhûr
Hemî hûtên behran û murxên hewa
Hemî şah û sultan û pay û geda
Telebdarê rûzî ji xizna te ne
Ricadar û milxwarê babê te ne
…………
Li min megre ey sahibê fezî û hûş
Ku ehlê huner kamilin perdepûş
Ne matbû û şêrîn e lefz û eda
Çikî sirfî kurmanci ye naseza
Ji van qesdê min nîne erzê huner
Welê da li dunya bimînit eser
Ku Turk û Ecem qet nebên carekê
Nehin kurdî şaîr di misra ekê
Bizanin ku şaîr ji Kurdan hene
Ji uşşaqe Turk û Ecem zêde ne
Di dawî de dixwazim bêjim, her kes dema dimire; termê mirî beriya niha didanîn ber firinde û ajalan, disotandin, ku sotandin niha jî heye û a herî berbibelav di roja me ya îroj de binax kirine. Lê dema em qala miriyan dikin, digel ew di bin axê de ne, gelek caran tê gotin ku ew me ji jor de dibînin. Di vir de hebûna rih tê bîr û hişan. Di hemû dîn û olan de dema ji xweda lave têne kirin weke ku ew li jor e ber bi jor ve lave û daxwaz têne rê kirin. Ma gelo kê ji me nifir yan jî lave ji yezdan xwestine û ber bi jor ve meyze nekiriye? Li gora tesewifê û mistîzmê jî bi xweda re yekbûn heye, ango her mirov dimire û ber bi efirînêr ve diçe, pê re dibe yek. Êdî ev têgeh, ango mistîzm û tesewif, ez dibêm qey ev yekbûn anîna zimên e. Ji bo ku mirov pak û dirist bi xweda re bi yezdanê xwe re rû bi rû bibe, xebateke beriya qonxa, ango çûyina dawî ye.
Dixwazim bi helbesteke xwe dawî bi nivîsa xwe bînim.
Xweziyên Sêwiyan
Dîwarek lêke Xweda, ji sê xweziyên sêwiyan
Rista yekem Qabil deyne ew e qatilê biran
Rêza duyem dojeh bike pêpeloka necisan
Pira sirat heftê sê car deyne pêşya xayînan







