Jiyan bi Kurdî xweş e

Nûçeyên Forum

În 15 Gulan 2026 - 07:00

  • Dema em behsa hebûnekê dikin bê ku em behsa zimanê wê hebûnê bikin, em nikarin derbas bibin. Ji ber ku bê ziman pênase û îfadekirina hebûnekê zehmet e, ango bi gotineke din mirov dikare bêje hebûn bi ziman pêkan dibe.

 

SÎNAN ŞAHÎN

Di nava gerdûnê de her hebûn (zindî) xwedî zimanekî xweîfadekirinê ye. Di her zindiyekê/î de zimanê hebûna xwe pênasekirin, îfadekirin û wate lixwebarkirinê cihêwaz e. Dikare bê gotin ku her zindî bi vî awayî cudahiya xwe datîne holê. Ev jî rengarengiya ku gerdûn, xwezaya heyî di nava xwe de dihewîne bi awayekî xwerû datîne holê.

Dîroka mirovahî xwedî şoreşên mezin e. Yek ji wan şoreşên mezin jî di nav vê dîrokê de şoreşa ziman e. Bi pêkhatina şoreşa ziman re mirovahî derbasî qonaxeke nû ya ku êdî wate li xwe bar bike û xwe pênase bike dibe. Li ser vê hîmê ziman weke îfadeya hebûna gelekî yan jî di wateya nasnameyî de ziman îfade û pênaseya hebûna gelekî/netewekê ye. Dema ku em dixwazin gelekî/ netewekê nas bikin yan jî bidin nasîn em serî li çanda wî didin. Nasîna çandek ango civakek ku riya wî ya pêşketinê vekirî be bê ziman ne pêkan e, çima ? Çima ku hebûna çand, civakî bûyîn û pêşketina wê bi ziman re gengaz dibe ? Bi awayekî gelemperî pêşketina civak, bi pêşketina ziman re bi hev re dimeşin. Rastiya ziman, têgihîştin û hişê çalakiya civakê ye ku bi zanebûn nav li xwe dike, dikeve ferqa zanebûna xwe û xwe ji nû ve hildibirîne. Gotineke pêşiyan heye ku dibêje; her dar li ser koka xwe û her mirov li ser zimanê xwe şîn dibe, lewma çand û civakî bûyîn bê ziman nikare were terîfkirin.

Yek ji wan zimanan ku wê mewzûbehsa mijara me be jî zimanê Kurdî ye. Di herikîna dîrokê de gelê Kurd, çand û zimanê Kurdî bi hebûna xwe ya etnîkî û bi berhemên xwe yên dîrokî heya roja me ya îro hatiye. Hêmanên ku nîşan didin û mirov didin hizrandin ku piştî derketina ji Rîfa Efrîqa, deriyê cihê bingehîn a kombûnê û navenda belavbûyîna dinyayê Toros-Zagros in, pir in. Rastiyeke bi vî rengî heye ku beriya hatina herêma Toros-Zagrosan jî ziman bi awayekî remzî ango sembolî tê axaftin. Lê pir lawaz e û nebûye sedema pêkanîna civakî bûneke xurt û şert û mercên heyî jê re neguncav in.  Lewma li ser vê hîmê jî em dikarin bêjin ku koka ziman û pêşketina wê li vê herêmê dest pêkiriye. Li gorî gelek lêkolîn-vekolînên arkeologan jî weke yekemîn çand û zimanê şoreşa neolîtîk ku li vê derê, li quntara çiyayên Toros-Zagrosan hatiye destpêkirin çand û zimanê Kurdî tê pênasekirin. Bi bihûrîna demê re bingeha hemû zimanên ku koka wan Hînd-Ewrûpî ne daniye û heya roja me ya îro hatiye.

 

Zimanê Kurdî zimaneke ku cihêwaziya xwe ji zimanên din bi dewlemendiya xwe ya zaraveyan û pir devokî diyar dike. Li her beşek/herêmek Kurdistanê bi zaraveyekî û li her gundekî bi devokekê tê axaftin. Rastiyeke wiha heye ku zimanê Kurdî di nava dîrokê de pir nebûye nivîskî û dîroka kurdan bi zimanê wan û bi destê wan nehatiye nivîsandin. Lê ev ziman bi çîrokên ku serpêhatiya egîd û çelengên Kurdan vedibêje û bi kilamên ku kelem û bêbextiya ku li dîrok û gelê kurd hatiye kirin îfade dike xwe heya roja îro aniye. Di nav dîrokê de gelê Kurd di gelek şer û pevçûnan re derbas bûne û her dem dagirkeran çav berdane Kurdistanê, cih û warê Kurdan. Lewma her car axa Kurdan ji hêla hinekan ve hatiye dagirkirin û hewl dane ku bi her awayî gelê Kurd bixin bin mêtingeriya xwe. Ji ber vê jî Kurdan zêde nekarîne bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin û her dem zimanekî din bûye zimanê wan yê xwendin û nivîsandinê. Bi vî awayî jî Kurd ji bo parastina zimanê xwe rêbazên weke çîrok û kilam gotinê bikar anîne.

 

Bi belavbûna sîstema kapîtalîst û bi şikilgirtina netew-dewletê ve pêvajoya asimîlasyon li ser çand û zimanê Kurdî hîna dijwartir dibe. Êdî di vê qonaxê de qedexeya bi zimanê xwe axaftin li ser Kurdan tê ferzkirin. Di wateyeke din de gelê Kurd bi asmîlasyon ango bi helandin û bişaftina çandê re rûbirû dimînin. Êdî roj bi roj bişaftin bêhtir li ser Kurdan tê sepandin û dibe sedema ku di warê bi zimanê Kurdî axaftinê de û bi Kurdî jiyan kirin de di nav gelê Kurd de lawazî çêbibe. Di dîrokê de li hember erîşên dagirkeran Kurdên serî netewandî berê xwe dan çiyan, çand û zimanê xwe parastin. Lê mixabin taybet beşeke arîstokrat pişaftin hilbijart, xwe şibandin dagirkeran. Lewma wiha bû ku êdî zimanê kurdî tenê ji hêla Kurdên çiyayî, yên ku ji bona azadî, rûmet û hebûna xwe berê xwe dan çiyayan û bi çiyayên xwe re ziman û hebûna xwe diparastin ve dihat axaftin. Yên ku ji bo xwe bi celadên xwe bidin ecibandin jî hînî zimanên din bûn û bi zimanên din dest bi peyvînê kirin. Zimanê xwe biçûk dîtin û xwe şibandin hineke din.

Wiha bû ku êdî di roja me ya îro de jêgere em bi zaraveyên kok a zimanê Kurdî ku rîşeya zimanê me ye biaxifin, gelek ji me nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî biaxfin. Gelek ciwanên Kurd hene ku hêj haya wan jê nîne ku zimanê Kurdî xwedî çend zaraveyan e. Hîna jî hinekan rûxmê ku dikarin bi Kurdî bipeyvin hîn jî di wan de tercîh û biryara bi Kurdî jiyîn nehatiye dayîn û her bi zimanên din hewldana xwe îfade kirinê didin. Lewma jî pêwîst e her Kurdek ji bona hebûna xwe, ji bona zimanê xwe bibe Kurdekî çiyayî, weke çiyayan yaxî û serhildêr be.

Ji Kurdekî re jiyan bi Kurdî xweş e, civakek ku zimanê xwe wenda kiribe xelas bûye ango bi bişaftinê re şibyaye hinekî din. Wê demê ji bo me weke gelê Kurd jî tişta herî bingehîn zimanê me ye. Em ê bi bûyîna çiyayên serhildêr ku tu caran li hember mêtingeran ser netewandine re bi Kurdî bijîn.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.