Hezkirina dayikan heqîqet e

Nûçeyên Forum

Sêşem 12 Gulan 2026 - 06:30

  • Di nava candaran/zindiyan, an hemû mirovan de dayik; bi kurt û kurmancî destpêka jiyanê, zêdebûnê, xêr û bereketa ser erdê ye.

ADIL QAZÎ

 Hezkirina dayikê qe li benda çi bendewariyan nîne. Ji dil e. bi navekî din hezkirina dayikan heqîqet e. Perspektîfa jiyana herî wekhev û bi rûmet, bê tirs, jixwe di dinyaya dayê de peyva “tirs”ê nîne. Lewra ji xwe bawer û ji xwezayî ev pêk tê. Di bedena xwe de vêna jiyaye û belav bûye.

 

Roja Dayİkan; di destpêka serdema Kom û Civakbûniyê de, ango di serdema Entîqa ya Yewnanan de; hayî lêbûne ku dayik di nava mirovan de ya herî hêjatir, kedkartir û rênîşantir e ! Loma ku ji bo xatirê vê huner û taybetmendiya dayikê, bi awayeke xwezayî qedr û qîmeta dayika RHEA yê di destpêka biharê de hemû kes derdikevin seyrengeyê, wê rojê ji xwe re bi hevdu re şa dibin, derdikevin çol û beyaran, êdî lîstik, çalakiyên cûr bi cûr xwarin vexwarin û hwd. pêkve dikin ev roj êdî dibe diyarî an jî xelat ji bo dayika RHEAyê re. Bala xwe bidinê! Ew çi demsal û wext e? Bihar e! Bihar ne tenê li cem me li hawirdorê cîhanê destpêka jiyaneke nû ye. Di vê serdema Entîqa ya Yewnanan de (Antîk Çax) vê tespît dikin û êdî ji bo civaka wê serdem û derdorê wan her destpêka biharê; ku ev roj jî rastî Şemî-Yekşemê hatiye, dibe roja cejn û seyranê. Vê rojê diyariyê dayika RHEAyê dikin û wisa didome. 

Piştî serdema Yewnanan, serdema Roma ya Entîqeyê de jî; Ji dayika bi navê KÎBELEyê re rêz û hurmetê nîşan didin; bi navê wê kêf û seyrangehan lidar dixin. Ev ne wekî roja me ya îro; ku êdî wergeriyaye fen û fûtan, xapînokî û sermayedariyê…! Yanê destpêka vê Roja Dayikan mirov dikare wek despêka Hayîlêbûna xwe jî binav bike ku mirov ji xwe pirtir ji ti tiştekî hez nake û qedr û qîmetê nade çi tişt û kesan. Yanê ewil XWE ye! Ev xwe jî Dayik bi xwe ye. Di serdema antîk de bi awayekî xwezayî hatiye ferqkirin û wê civakê bi xelatek wisa xwezayî, bi kiryarên xwe  dayik bi xelat kirine. Rêz û hurmet jê re girtine û êdî di nava civakê de ciyê dayikê taybet dibe. Lê di pişt re êdî di serdema Nû ya ku em dizanin; serdema Koledarî, Axatî-Feodalî û pê re Kapîtalîzm û ya niha ku em tê de dijîn jî ya Teknolojiyê ye. Di van serdeman de jî; her serdemek li gor têgihîn û ferasetên xwe jiyanek dane ber xwe û dayik di nav de hatiye eciqandin, bêguman bi gelemperî jî ew wekî amûrekê bikar anîne! Kirine amûrê polîtîkayên xwe yên qilêrî! Li hêla din jî; sermayedariyê ji bo xwe wergerandiye deriyê şelihandinê! Yanê rêbazên nû biafirînin ji xwe re bikin deriyê debara xwe û pê re bibin holdîng û kartel hwd. Her ku çû ev pîrozkirina Roja Dayikan şibandin wan rojên çêker ên din û ji cewherê wê hat dûrxistin! Sed mixabin îro dayik barê êş û kulan e. barê herî giran ê vê civakê li ser milê dayikan e. 

 

Di Tevgera Azadiyê-Apogeriyê de; Pîrozkirina Roja Dayikan, qedr û qîmetgirtina vê rojê bi wateya wê ya ewilî, destpêkê tê tacîdarkirin.

Îro jî merheleya ku em gihêştinê; gav bi gav dawî lêanîna şer, kuştin, êş û azara hezarê salan ve diçin. Di pêşengiya Serok Apo de tekoşîneke bêhempa hat dayîn. Ev têkoşîn, hema bêje ji biçûkatiya Serok Abdullah Ocalan dest pê kiriye. Hê di zarokatiya xwe de; cudatiya navbera malbatan, eşîran ji holê radike, li dij wê ferasetê derdikeve. Li hemberî ew çanda paşverû ku ne çanda gelê Kurd e; ya navbera keç û kuran, jin û mêran. Têkoşîneke bêhempa da. Qedr û qîmetê dayikan ya ku ji heqîqeta dîrokê ve hatiye da rûniştin. An jî hewl dide ku bide rûniştin. Ev hewldan çend qonax jî pêşte aniye. 

 

Di roja me ya îro de dayik bûne qasidê aştiyê û di meclisan de pêşengiya wê felsefeyê dikin. Dixwazin dawî li şerê pêncî salan bînin. Wekî ku heq kirine bijîn têdikoşin. Vaye ev e xelata herî mezin ji bo dayikan ku em Roja Dayikan pîroz bikin. Rêz ji wan re bigrin. Dawîlêanîna êş û jana dayikê, rawestandina yek dilopek rondikê dayikan xelat û rûmeta herî qedirbilind û granbuha ye ji bo dayikan. Serkeftin ji we re dayikno ! Roja Dayikan pîroz be.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.