Helbest hunermendiya peyvê ye

Nûçeyên Forum

Sêşem 17 Adar 2026 - 18:00

  • Peyv stûna hest û ramanê mirov e. Mirov di bin siya peyvan de hest û ramanên xwe bi hûrgûlî dihûne. Peyv rê li ber peyvan vedike. Mirov dikare bêje malzaroka peyvê  peyv e. Helbest hunera peyvê ye û hestên mirov, fikrên mirov herikbar û estetîze dike.

  

ÎLHAN DAYAN

Li vê yekê jî nasekine di giyana mirov de kûrahiyek pir rengîn diafirîne. Di dilê mirov de carinan dibe agirdanek zerdûşî carinan dibe lehî carinan dibe aşût û hemû kelûberên di jiyana mirovan de dide ber xwe û dibe. Carinan xunavek e carinan dilopek kenê binevşîn e, carinan kulîlkek di destê evînê de ye. Helbest bi hemû aliyên jiyan û xwezayê ve têkildar e. Çi di jiyana mirovan de hebe di heman demê de, di helbestê de jî heye.     

Helbest kulîlka di çolistana giyana mirov de ye. Dizanim heta niha di derheqê helbestê da gelek tişt hatiye gotin û hatiye nivîsandin. Helbest kêlî bi kêlî xwe ji nû de afirandiye. Lewra lêgerina pênasekirina helbestê jî herdem nûjen e. Bandora helbestê li ser her mirovî cuda ye. Ji ber vê her mirovek dikare pênaseya helbestê jî bike. Ji bo min helbest giyana xwenûhkirin û şêwayek berxwedana manewî ye. Ya rastî pêwistiya her mirovî ji helbestê heye. Helbest zimanê hezkirin, xeyal, tekoşîn, êş, hêvî û kinasî manewîyata mirovan e. Ger ku tu ji jiyana mirovan manewîyatê derxe dê tenê hestî û goşt bimîne. Ji ber vê yekê mirov çiqas nêzîkî helbestê bibe ewqas nêzîkî heqîqeta xwe dibe. Ji helbestê dûrketin jixwe  ji rabûrdiya xwe dûrketin e. Tu çiqasî nêzî helbestê bî tu ewqasî nêzî jiyanê ye jî. Tu çiqasi nêzî helbestê be tu ewqasî nêzî heqîqet û evînê ye.

Helbest ji despêka mirovatiyê de rêhevaltiya dilê mirovatiyê kiriye. Lê mirov çiqas bi helbestê re dilsoz maye mijara nîqaşê ye. Helbest zimanê evîndariyê ye. Zimanê dil bi xwe ye. Helbest xeyalkirina hemû tiştên hêja û bedew in. Lê tenê ne xeyalkirin heman demê tekoşîna pêkhatina xeyalan e.

Helbest bi her awayê xwe îtirazek e. Heman demê bangewaziya azadiyê ye. Weke ku Gilfillan jî gotiye;”Helbest li welatê xweşikbûnê heqîqeta tê jiyîn e ”. Şerd û merc çi dibe bila bibe helbest xweşikbûna xwe diparêze. Ciyê ku helbest lê be li wê derê evîn heye. Ciyê ku evîn li wê derê hebe jî li wir helbest heye. Evîn û helbest di bêrîka dilê mirovahiyê de her hevdu xwedî kirine. Pîr Sultan dibêje “Hezkirin eynika cewherê mirov e”. Helbest vê cewherê radixe ber çavan, dide hîskirin, dide jiyîn. Helbest herikandina cewherê mirov e. Têgihiştina kelecana jiyanê ye. Dostaniya bi xwezayê re ye û dildariya berxwedanê ye.          

Di vê serdemê de mirov û jiyan û xweza di bin dorpêçekê de ne. Di bin navê huner û helbestê de fikr û hestên mirov tên manîpulekirin. Ji bo ku em bikaribin xwe ji vê manîpulasyonê biparêzin pêwist e em haqîqeta huner û helbestê fam bikin û di jiyana xwe de bi cih bikin. Divê dilê mirov bibe welatê helbestê. Pêwist e mirovên azadîxwez  bi helbestê re bijîn . Ya rastî divê ku mîna helbestekê be. Şorêş helbestek e, şoreşvanî jî helbestvanî ye. Wisa estetîk û herikbar e.     

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.