Newroz û Zayîn

Nûçeyên Forum

În 20 Adar 2026 - 07:30

OSMAN KAPAN

Li qada Newrozê, bi kelecan û keyf digeriya. Bi coş û bextewar bû, di ser Newrozên wê yên ku bi heybet û girseyî derbas bûyî, dem û dewranên dirêj bihurtibûn. Her sal dema ku di kete delavê Newrozê de,li ku bûna ,di çi şert û mercî de bûna , bila tê de bûna wekî sala bi heybet xwe  ji hêla manewî re amade dikir. Newroz, ji bona wê xwebûn, hebûn û bîranîna hevaltiya wê a nû tilmizbûyînê bû !

Sal a 1992 zayîna wê a duyem bû. Belê wê salê ketibû hivde salî ya xwe. Lê  tiştên ku dîtî û bûyî şahid, wekî yên sed salî bûn. Dapîra wê digot ; “ Min gelek demên dijwar, zor û zahmet dîtine. Bes tu carî ne wekî yên niha, lewra ji asîmana xezeb dibare. Hovîtiya dewletê ji Moxilan jî wêtetir e…”

Belê Sara, di hivde salî ya xwe de, cara duyem ji dayîk bû ! Lewra xwe naskir, bû xwe !

Berî ya Newrozê, tevî hevalên xwe yên jin hemû amadekariyên xwe kiribûn. Ku dijmin, ber her kevirê Şernex girtibane jî, ew bi biryar bûn ku Newrozeke bi heybet pîroz bikin. Ew û hevalên xwe, mal bi mal geriyabûn ji bona ku bi girseyeke mezin Newrozê pîroz bikin. Ji dikanê benê kesk, sor û zer anîbûn û gotibû Dapîra xwe: “ Dayê ji me re zendekan çêbike.” Dapîra wê bi hunera xwe ya koçerî qederê çil-pêncî zendek î ji wan re çêkiribû.Sara jî ew zendek li hemû hevalên xwe yî dibistanê belav kiribûn,dê sibê bixistana zenda xwe..

Roja Newrozê, piştî banga mele bi qederekê, dîsa deng bi hoperlo yê mizgefta ketin. Pêşî gel ji xwe re got, dibe ku şaşîyek hebe, hin mele ji yên din bê hay bin car din bang bidin. Lê bi dengê ku xezeb jê dibarî, lê hay bûn ku newroz pêsîra hinekan dişewitîne. Ew jî bi biryar bûn ku pêsîra wan bişewtînin. Wî dengî digot: “ Îro tu kes ji mala xwe dernekevin û newrozê pîroz nekin.

Sara li ber baceyê rûnişt û derdor raçav kir. Demekê sîwêneyek li ber çavê wê ket, lê ji xwe ne amin bû ku kes dîtiye an na. Piştî bîstekê destek dirêjî baceyê bû û li camê xist. Sara ew di cî de naskir. Bi lez çû derî lê vekir. Heme bi vekirina derî re wê û Bişengê hevûdin himbêz kirin.

Çend xulekekî bêdeng man. Bişengê, zendekê ku dapîra Sara çêkirî di zenda xwe de dibir û dianî. Lêvên wê lebitîn, bes deng tune bû. Hino hino deng bilind bû, hêres jê difûrî. Got: “ Ma qey emê bi gotina van kuçika dest ji Newroza xwe berdin. Newroz, hebûna me ye, ma Kawa li Dehaq guhdar kir, heya em li van kuçikan guhdar bikin…”

Bişeng bi hêlekê ve, Sara bi hêla din ve çerixî. Tevî hevalên xwe bûne artêşek, gel vexwandin qada Newrozê. Çiqasî geriyan gel zêde bû, hers bû pêla gel, tirs xistin bin pî yan, wêrekî li xwe pêçan! Şernex bi kal, ciwan û zarokan ve mîna xweza yê bi cil û bergen netewî û rengo rengo herikîn qada Newrozê.

Li her deverê Bişeng, Sara û hevalên wan serkêşî dikirin. Sara keyfxweş, Bişeng bextewar bû. Lewra wan gelê Şernexê hemû herikandibûn qadê. Demekê Bişeng devê xwe xiste ber guhê Sara  û got: “ Piştî Newroz qediya emê biçin.” Ji keyfa rondikan xwe ji kanîka çavan berda jêr. Ew êdî şervanek bû!

Coşa Nerozê, gel mest kiribû. Dijmin hawîrdorî wan girt û daxwaz dikir ku belav bibin, çiqasî dijmin dengê xwe li wan dikir, coşa wan zêde dibû. Ev  coş dibû gurzê Kawa, li nav serê dijmin diket. Lewra Newroz, ji bona gelê Kurd, berxwedana li hember zilmê, hêvî ya azadî û sexwebûnê bû. Lê ev ji bona dijmin mirin bû. Ji bona wê, bi rengekî hovane li gel reşandin, bi sedan kes birîndar bûbû, bi sedan kes xistibûn bin çavan,diwanzde kes jî şehîd ket. Qad bûbû kurika zilmê…

Sara û çend hevalên xwe, bi jor ve hilkişiyan. Jê we ye ku Bişeng jî bi wan re ye.Lê piştî bîstekê ferq kir ku Bişeng ne bi wan re ye. Xwest ku vegere, hevalên wê destur nedan.Tevî hevalên pê re, berê xwe dane çiya.

***

Sara, demeke dirêj agahî ji Bişeng negirt. Ew êdî şervaneke çiyayê azad bû. Rojekê rastî komek hevalên xwe hat. Hevaleka wê a dibistanê di nav komê de bû.Bi bêrîkirina salan hevûdin hembêz kirin, xwe bi nav bîranîna ve berdan. Pirsa Bişeng kir. Çawa navê Bişeng got çavên hevala wê şil bû.

Qorziya xwe daqurtand û got: “ wê rojê em xistin bin çavan, hucreya min û Bişeng, li kêleka hev bû. Deng xweş dihate min.Gelek zorî dinê ku bibe sîxur. Lê her car Bişeng Tifî ser çavên wan dikir… Nizanim çend roj di ser re derbas bûn, min êdî dengê wê nebihîst. Dema ez hatim berdan, ji min re gotin, guleyek di serê wê de teqandibûn û şehît xistibûn. Dema cenazeyê wê didina malbatê,dayîka wê destê wê vedike, dibîne ku ew zendek a dapîra te çê kirî di kefa mista wê de ye…” Wê rojê Sara, navê xwe kire Bişeng.

Erê niha Bişeng, li bajarekî awrûpa li qada Newrozê digeriya û bi baldarî, girse temaşe dikir.Diçû dema bihorî û dihate dema tê de. Bişeng û hevalên wê li ber çavan zindî dibûn û ji xwe re digot: “ Ev keda we ye,xwîna we .” di wê kêliye de dengê tilîliyekê ew ji xeyalê şiyar kir û Bişeng li hemberî xwe dît…Got: “ Newroz zayîna min a duyem e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.