Kurd û çerokî û du gurên devbixwîn

Nûçeyên Forum

Çarşem 11 Adar 2026 - 20:00

  • Gava ku mirov bi roj li hember mirovan di şer û pevçûnê de bi ser dikeve; bi şev li hember xwe di şer û pevçûnê de têk diçe… Gurê devbixwîn ê nava wî/ê mirovî/ê êdî xwe mezin dibîne û qure dibe…

AZAD ZAL

“Gava ku gotina te xweş be, dilê te ew ê her geş be!” (Gotineke Kurdewar)

Dema ku niştecihên amerîkî û Kurdên Kurdistanê di ramangeriya xwezayî de bigihîjin hev utopyaya mirovahiyê geştir û zelaltir xuya dike.

Pîremêrê Cherokee

Ji niştecihên hoza Cherokee (Çerokî) pîremêrekî li ser jiyan û evîn û rabûn û rûniştinê bi çend keç û xortan re gotubêj dike. Di nava axaftina wî de çend peyvên watedar derbas dibin.

Dibêje;

“Di nava me de du gurên devbixwîn hene. Di navbera van her du guran de şerekî dijwar heye. Yek ji van gurên devbixwîn bi çend navan tê binavkirin; tirs, hêrs, dexesî, poşmanî, çavbirçîtî, quretî, xeydokî, mizmizî, belengazî, xwebiçûkdîtin, derew û virkerî, xwemezindîtin û ezezî ye… Gurê din jî bi çend navên din tê binavkirin; dilşadî, aramî, hezkirin û evîn, hêvî û bendewarî, camêrî û ciwanikî, zindewarî, dilsozî, dilnizmî, alîgirî, dostanî, fêmdarî, dilovanî û bawerî ye…”

Ciwanek ji pîremêrî dipirse û dibêje:

“Gelo dê kîjan gur bi ser bikeve?”

Pîremêr bersiveke kurt û kurmancî dide wî xortî:

“Hûn kîjan xwedî bikin dê ew bi ser bikeve…”

Pîrê dilê xwezaya Kurdewar

Zerdeştê Kal wiha dibêje;

“RAMAN: Ramana te bila baş raman be!

GOTIN: Gotina te bila xweş gotin be!

KAR: Rindî jî bila her navê karê te be!”

Bingeha xwezayî

Ji ber ku Xweza/Xweda dualî ye,

Ji ber ku Xweza/Xweda ew e ku a/ê şev û rojan e,

Ji ber ku Xweza/Xweda ew e ku a/ê nava jin û mêran e,

Ji ber ku Xweza/Xweda bi zindewariyê heye mirov her tim qada şer û pefçûna her du aliyan e.

Şer û pevçûn

Ku xor (roj) hil tê şer û pevçûn li hember derve ye,

Ku xor (roj) diçe ava şer û pevçûn dadikeve nava mirov.

Ango;

Mirov li vî darê dinyayê her tim du karan dike;

* Bi roj li hember mirovan di nava şer û pevçûnê de ye

* Bi şev jî li hember xwe di nava şer û pevçûnê de ye,

Gava ku mirov bi roj li hember mirovan di şer û pevçûnê de bi ser dikeve; bi şev li hember xwe di şer û pevçûnê de têk diçe… Gurê devbixwîn ê nava wî/ê mirovî/ê êdî xwe mezin dibîne û qure dibe…

Gava ku bi şev li hember xwe di şer û pevçûnê de bi ser bikeve; bi roj li hember mirovan şer û pevçûnek ahengbar pêk tîne û aramiya dilê wê/wî gul û kulîlkan vedike… Gurê nava dilê wî/ê her xwe wekhev, dilsoz û dilpak dibîne…

Ku mirov di rastiya xwezaya dil û mêjiyê xwe de ciyekî dilgeşî û dilşadiyê vekiribe bextewarî û başiya xwezayî her para mirov e.

Di vê rastiya xwezayî de dema ku mirov li rewşa Kurdan mêze dike ev dertê pêşberî mirov;

Kurd ji ber ku her tim bi roj di nava şer û pevçûnê de ne, dema ku dibe êvar serî dixin xewê û qet bi xwe re şer nakin.

Ma qey Kurd li hember hev baş bin, ji hev nehesidin ew ê dinya xera bibe?

Ma gelo Kurd hezkirê hev, şîrînê ber dilê hev bin ew ê dinya bi serê me de were xwarê?

Na xêr!

Di nava ew qas rojan de rojek bi tenê Kurd hemû ji hev hez bikin hêjayî hemû rojên vê dinyayê ye.

Wê rojê jî şoreş pêk tê.

Li vî welatî pêwistî bi şoreşeke bi vî rengî heye…

Îro ji her gavî zêdetir şoreşek wiha ji me re divê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.