Sekna herî bi rûmet berxwedan e

Nûçeyên Forum

Pêncşem 12 Adar 2026 - 18:50

  • Berxwedan pirî caran wekî qîrîneke xurt tê famkirin. Ango gelek mirov berxwedanê wekî dirûşmên ku li qadan tên qîrkirin, mûştiyên wan tên bilindkirin, an jî pevçûnên mezin xeyal dikin. Lê hêza rastîn a berxwedanê pirî caran bêdeng e; bêdengî û hêminî ye.

ADAR JIYAN

Berxwedan her tim ne qîrîn e. Carinan bi sekna bêdengiyê re rû dide. Carinan wekî meşeke bêdeng dilive. Û carinan jî wekî wêrekiya destpêkirineke ji nû ve ya li cîhekî ku tu kes nabîne, dest pê dike. Carinan divê mirov ne li hember cîhanê, li hemberî westandina di hundurê xwe de li ber xwe bide. Ji ber ku şerên herî dijwar ne li derve, di cîhana mirov hundirîn de bi ser dikeve.

Ji ber ku berxwedana rastîn di hundirê mirov de dest pê dike. Jiyana mirovan rêwîtiyek dûvdirêj û domdirêj e ku ceribandinên biçûk û mezin ên bi hev ve girêdayî, di xwe de dihewîne. Di vê rêwîtiyê de, mirov carinan xwe wekî pelekî darê yê ku ji hêla bayê ve tê avêtin hîs dike. Rewş xirabtir dibe, hêvî kêm dibe, rê têne girtin. Îcar berxwedan di van kêliyan de derdikeve holê. Berxwedan ev e ku meriv ji xwe re bibêje, "Hê neqediyaye."

Hêzên dagirker, di seranserê dîrokê de, berjewendiyên xwe di bin rûpoşa nirxên gerdûnî de pêşkêş kirine. Dema ku têgihên mîna  "şaristanî", "demokrasî" an "ewlehî"yê  belav bûn, dewlemendiyên binerd û sererd ên gelên bindest bi awayekî sîstematîk hatin dagirkirin. Dagirkerî tenê ne dagirkirina axê ye; ew dagirkirina hiş, aborî, çand û heta xewn û xeyalan e jî. Ji ber vê yekê, berxwedana li dijî dagirkeriyê tenê ne dozeke siyasî yan leşkerî ye; doza hebûn û tunebûnî ye. Gefa herî mezin di vê pergalê de viyaneke bêwestan e. Gelê ku li ber xwe dide nimûneyek e ku tenê ne çarenûsa xwe, heman demê çarenûsa gelên din jî diyar dike. Ji ber vê yekê, gelê ku li berxwe dide, dibe hedef. Rêveberên wî bêrûmet dibin, aboriya wî bi dorpêçan tê fetisandin û civaka wî rastî dabeşbûna navxweyî tê. Belê, gelê ku radest dibe ewqas ne di nav dewlemendiyê de ye. Di demek kurt de, sozên aştî, aramî an jî alîkariya aborî tên pêşkêşkirin. Ev alîkarî pirî caran tevlî qeyd û zincîrên radestî û koletiyê tên.

Biryarên aborî bi navendên derveyî ve têne girêdan, nasnameya çandî hêdî hêdî têk diçe û vîna ramyarî, her çend bi awayekî fermî hebe jî, di bingeha xwe de vala dibe. Radestbûn dibe ku pevçûnê paş bixe; belê bedêla wê windakirina rûmet û xwebirêvebirinê ye. Ji ber vê yekê ye ku kesên ku radest dibin winda dibin. Ew êdî nabin mijarên dîrokê û di çavên kesên din de wekî  kesên bêrûmet têne dîtin. Belê, berxwedan her gav ne destaneke romantîk e. Ew berdêl, sebir û yekîtiyê dixwaze. Berxwedan carinan zehmetiyên aborî, carinan jî vederiyeke dîplomatîk bi xwe re tîne. Berxwedan çarenûsa gel diyar dike vîna wî zindî dihêle. Ev vîn ne tenê niha; heman demê pêşerojê jî ava dike. Lewre serxwebûn tenê ne parastina sînoran e, azadkirina hiş e jî. Dagirkerî serdem û rêbazan diguherîne; carinan ew xwe bi hêza leşkerî, carinan bi rêbazên darayî, carinan bi medyayê û çandê nîşan dide. Di bingeha xwe de, navendîkirina desthilatdariyê û girêdana bi derdorê re wek xwe dihêle.

Ji bo civakên ku vê rastiyê dibînin, pirsgirêka rastîn ne dijberiya kor e, berxwedana hişmendî ya piralî ye. Berhemdariya aborî, baweriya bi xwe ya çandî, serweriya hiqûqê û hevgirtina civakî kevirên bingehîn ên vê berxwedanê ne. Di dawiyê de, mesele tenê ne hêzên derveyî ne. Pirsa rastî ev e: Civak heta çi radeyê nirx, ked û viyana xwe diparêze? Berxwedan ji hundir dest pê dike. Avahiyek ku nikare dadmendiyê di hundirê xwe de ava bike, merîtokrasî paşguh bike û aqilê kolektîf xurt bike, dibe sedema zextên derve jî. Tiştê ku rastiyê nîşan dide jî ev e: hedefgirtin xetere ye, belê tunekirin çarenûsek dijwartir e. Dîrok kesên ku radestiyê dipejirînin û di tariyê de winda dibin ji bîr dike; belê kesên ku di parastina rûmeta xwe de bedêl dane bi bîr tîne. Ji ber vê yekê, berxwedan tenê ne kiryarek dijberiyê ye, herwiha ragihandina nasnameyê ye. Bi vegotineke kurt: Gelek caran hilgirtina birînekê ji hilgirtina zincîran birûmetir e.

Berxwedan pirî caran wekî peyveke bi deng tê famkirin. Mirov berxwedanê wekî dirûşmên ku li qadan tên qîrkirin, mûştiyên wan tên bilindkirin, an jî pevçûnên mezin xeyal dikin. Lê hêza rastîn a berxwedanê pirî caran bêdeng e; bêdengî û hêminî ye.

Ji ber ku berxwedana rastîn di hundirê mirov de dest pê dike. Jiyana mirovan rêwîtiyek dûvdirêj û domdirêj e ku ceribandinên biçûk û mezin ên bi hev ve girêdayî di xwe de dihewîne. Di vê rêwîtiyê de, mirov carinan xwe wekî pelekî darê yê ku ji hêla bayê ve tê avêtin hîs dike. Rewş xirabtir dibe, hêvî kêm dibe, rê têne girtin. Îcar berxwedan di van kêliyan de derdikeve holê. Berxwedan ev e ku meriv ji xwe re bibêje, "Hê neqediyaye."

Berxwedan hertim ne qîrîn e. Carinan bi sekna bêdengiyê re rû dide. Carinan wekî meşeke bêdeng dilive. Û carinan wekî wêrekiya destpêkirineke ji nû ve ya li cîhekî ku tu kes nabîne, dest pê dike. Ji bo wê, divê mirov ne li hember cîhanê, li hemberî westandina di hundurê xwe de li ber xwe bide. Ji ber ku şerên herî dijwar ne li derve, di cîhana mirov a hundirîn de bi ser dikeve.

Di lêgerîna azadiyê ya gel de, di daxwaza dadmendiyê ya mirov de, di têkoşîna dayikekê ya ji bo zarokên xwe de, hertim heman ruh heye. Berxwedan viyana mirovbûnê ye. Lewre berxwedan dilsozî û dilpakiya herî hêsan, belê ya herî kûr e ku gelek nirxên jiyanê fêrî me dike. Berxwedan tenê ne jiyan e. Berxwedan, bêyî ku mirov xwe winda bike. Fêrbûna jiyana birûmet e. Û berxwedana herî mezin ev e: Çiqas tarî be jî, divê mirov tu car ronahiya xwe ya hundirîn netemirîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.