
- Temam, bêyî xwe be jî me ji jiyanê re gote merhaba, çûyin jî ne di destên me de. Lê divê em bijîn. Lê vîn, îrade! Şert û mercên jiyanê, ziman, civak, erdnîgarî û hwd. bandorê li ser hebûn û heyîna mirov dikin. Ne hewceyî gotinê ye ku mirov bê civak nikare bijî.
FERATÊ DENGIZÎ
Îja jiyana civakî bivê-nevê rêveberiyê dixwaze, bi xwezayiya xwe statûyek ango rewşa rêveberiyê dertê holê ku ev jî hewceyî verarê ango evrîmê ye. Bi gelemperî du şêwe rêveberî hene. Navendî û Demokrasî (Xwecîhî)… Navendî ji jor, xwe wek siya Xweda/Xwedê dibîne, çi sûltayî çi demokrasiya hilbijartî. Demokrasiya Xwecîhî, yan jî Xwecîhî ji jêr de bi gel re ava dibe. Mirov dikare mijarê dirêj bike, lê em dixwazin rewşa civakî bi xwecîhiyê rave bikin.
Rêvebirinên Xwecîhî, cîh çiqas biçûk-mezin be jî îrade ango vîna xurt a herî nêzîkî gel radixe ber çavan. Di vira de jî rista ziman jêneger e. Cîhê, warê ku gel, civak û rêveberî herî nêzîkî hev, bi hev re rû bir û dimînin, têkiliyê datînin, xwecîh û pê re rêveberiya xwecîhî ye. Ku di vira de demokrasiya rasterast bi hezkirina mirovîn û civakê pêk were hêzek xurt û rastiyek civakî, rewşek civakî ya heqparêz / gelparêz dertê holê û pirsgirêk bi hev re bi komunalî ber bi çareseriyê ve diçin, jiyan hêsan, xweş û liyaqî mirohayê dibe. Lê divê ev têkilî, hevnasî û xebata kolektîfî bi zimanê civakê ango bi zimanê zikmakî, bi zimanê dayikê pêk were ku rasteqîna dilxwazî, dilhebînî û rewşek civakê ya rastî birise. Têkilî û xebata bi zimanê dayikê azadî, serbestî, wekhevî, hezkirin û tehma bi hev re jiyanê radixe. Yan na dê têkiliya serdestî, hovane û xerîbhaliya civakî derkeve holê ku dê astengan zêdetir bike. Mînak; problemek ku bi hêza civakî çareser bibe, dê here navendî dê demek dirêj û bi xwe re nebaweriyê derxe holê ku civak û rêveberî dê ji hev sar bibin. Ku ziman jî ne yê xwecîhî be de ev sariya xerîbî û belkî jî kedxwariyê bi xwe re bîne û ev dê ne rastiya civakê be û ev têkilî de ne civakî be dê serdestî, mêtingeriyê ava bike. Hez, hêz û jiyanek mirovîn ava nabe.
Li welatê me Kurdistanê, li her herêmên cuda gelek zimanên xwecîhî hene. Kurdî (Kurmancî-Kirmanckî), Erebî, Suryanî û hwd…Ku tu bi zimanê wan bangî wan nekî, çand, nirxên wan î jiyanî, rewşa wan î rojane û dîroka wan nedî ber çavan, bi zimanê wan perwerdehî li dar nekeve, têkilî dê çawa be? Dê wekhevî pêk were, dê serdestî û biçûkdîtin, tunehesibandin ji holê rabe, dê çawa germahiya civakî û mirovîn pêk were. Ku tu min tune bihesibînî, ez jî dê te tune bihesibînim, dê bi hev re jiyan çawa pêk were? Rêveberiya xwecîhî bi zimanê dayikê, bi zimanê gelan dê xizmetê bike; ji pêşdibistanê heta zanîngehê dê perwerdehî bi zimanê dayikê be, hilbet bi zimanê din jî, lê asas dê zimanê dayikê be… Wisa encax, wekhevî, demokrasî û bi hev re jiyan saz bibe; hezkirin û hêz derkeve holê. Yan na jixwe ev çend sedsal in zilma yekdestiyê û serdestiyê heye û dê xerîb li ser pişta me xwe xurt bikin, em jî her û her bi rewşa pevçûn, tevlîhevî û çav li deriyên xerîban û çareserî jî li derve dîtin. Dê nakokî û qrîz û qaos bidome, xizanî jî heta qirikê. Civakek dejenere dê para me be.
Ê wele çavê li deriyan, xwelî li seriyan, gotine pêşiyê me Kurdan…
Rewşa Rojhilata Navîn, Kurdistan, Tirkiye û Mezopotamyayê ev e. Ku çareserî weke pêşniyaza rêzdar Abdullah Ocalan pêk neyê, dê alozî bidome û biyan kêf bikin! Di salvegera banga dîrokî de divê em rastiyan bibînin…
Lê em wek gelê Kurd him yekîtiya xwe dixwazin û him bi hev re jiyaniyan gelên herêmî.
Rewşa Rojava ruhekî yekîtiya Netewî ya Kurdan derxistiye holê, divê ev xurt bibe, bibe jiyanî. Ev dê bi hev re jiyaniya rast a bi gelên din re jî ava bike. Hêvî xurt e, lê pêkanîna rastiyan asas e. Gava bi hev ewlebûna pêşî jî hevnaskirin û rakirina dorpêça li ser Kobanî ye. Dîsa rapora Meclîsa Tirkiya ne ziman û helwesta çareseriyê ye. Divê qebûlkirina heqîqeta Kurdan rast bê dîtin.
Rewşa civakî niha hessas, tasewasî, dilxişûşî, lê hêvîdar e. Hêvîdar im ku riya azadî û wekheviyê vebe. Bi vê rewşê pekve jiyan ava nabe!
Yan na; “Bi vê qûşê em nagihên Mûşê…”


