
OSMAN KAPAN
Keziyên te,
Xwe li rayê dilê me dipêçe
Xwîn niqto niqto diwerive
Cerg disote
Em di êşa xwe de dişewitin
Keziyên te
Bû hêrsa Kurdî
Pîrozahî ya me
Êş li ser dilan difûre
Awaz di gewriya me de difetisin
Sozê li xwe didin
Sond dixwin li ser keziyên te
Ciwanên dilagir
Ku keziyên te
Li tola xwe bipêçin
Keziyên te,
Bû soza tolhildanê
Çirûska yekîtî yê
Emê keziyên te,
Bi fermîskên çavan bişun
Şeh bikin bi şeyê hestên xwe
Û hemû keç û xortên Kurdî
Keziyên te
Li serê xwe bihonin…
Keziyên te
Namûs e,
Emê di gukdanka dilê xwe de
Xwe de av bidin
Û di baxê dilê xwe de bikin muze
Tewaf bikin bi lêvan….









