OSMAN KAPAN
Berxwedan û lîstikên li ser Rojava,hestekî netewî derxiste holê.Konevanî ya hemû tevgeran dê êdî li gorî vê were raçavkirin.Lewra konevanî bi gel re û ji bona gel e.Tevger,kes ku li dervî daxwazên gel tevbigerin, dê di bin xwelî ya demê de bimînin.Bi berxwedana şoreşa Rojava û zxayîntiya eşîrên Ereba,di nav gelê Kurd de hiseke: “Xwîn nabe av,neyarên bav û kalan,nabine dostê lawan…!” çêkir.
Ji bona wê li dora şoreşa Rojava, gelê Kurd bû yek dil ! Ew dil Rojava bû, ew dil bû Kurdistan,Kurdistan bû Rojava.Bi hev re herikîn ser çemê netewî yê.Bi zanebûna; Rojava rûmeta gelê Kurd û mirovahî ya pêşverû ye derketin qedan,sînor ji holê rakirin,Bakûr,Başûr,Rojhilat,Rojava û Kurdên li hemû cîhanê bûne yek deng û li dora Rojava bûne xeleka ji agir û bi dil silav kirin.
Ew kezîyên şepalan ku bi destê hişê tarî,hov û dij mirovî yê dûr hatin jêkirin,gelê Kurd ew kezî li dilê xwe pêçan û bi hev re,bi gîyana netewî bûne nobedarên kezîyan…Laşên ku ji xanîyan hatin avêtin bû sonda tolhildanê !Kalên heftê salî,dayîkên bi derguş heya zarokê ku karîbûn bi rê ve biçin li qadan bûn.Ku ev gîyan,ev hêrsa tolhildanê bi konevanîyeke demkî were avdan,dê bibe şitil û ber jî bide !Her kesî ev yek baş dît.
Gelê Kurd bi hêrs bû,hêrs difûrî û di herikî qadan.Kurd divê bi hêrs bin û hêrsa wan dayîm be jî,lewra hêrs di heman demê de mirov berxwedêr jî dike.Lê divê em ji bîr nekin,hêrs ku bi tena serê xwe be,dê bibe malwêranî.Ji bona wê divê em hêrsa xwe li hember neyar mezin bikin û bikin egera yekîtiyê.Lê divê hêrsa me ne li pêşî ya aqilê me be.Lewra ku hêrs bibe egera armancê,dê aqil li gora wê be.Hevsengî ya hêrs û aqil,ferzkirina hişmendiya stratejîk e.Îca divê em Kurd bi hêrs rûnin,bi aqil rabin.
Hêrsa ku bi aqil were tevgerîn,dê serkeftinê mîsoger bike.Lêbelê ku hêrs ne dibin venerîna aqil de be,têkçun li ber derî ye.Dîroka me şahid e,heya niha em Kurd bi hêrsê rabûne,me winda kiriye.Lêbelê îro em Kurd,xwedî aqilê stratejîk,hişmendiya afirîner in.
Li gorî me, hedef girtina Rojava ne pişadî ye.Di xwazin li Rojava,hêvî ya gelê Kurd û mirovahî ya pêşverû bişkînin.Lera şoreşa Rojava,bi pêşikvanî ya gelê Kurd,aqilê stratejîk hêvî ya mirovahî yê bû.Hêvî û çarenusa gelê Kurd bû.Xwestin vê çarenusê bi fetisînin.Lewra di bin hişmendiya Kurdan de guhertina pergal û pêşerojê ji xwe re xetere dîtin.Belê,pergala şoreşa Jin ê wekî mirina xwe dîtin.
Dîtin ku ji Hindê,heya Amerîqa ya Latîn hişmendiya Jin ê şax veda. “Jin,Jiyan Azadî” tenê ne dirûşmeyeke.Di heman demê de çarenusa Azadî ya Cîhanê ye.Ji ber wê bû ABD,dewletên AB’yê bi celadên mirovahî yê re bûne yek.ABD;Îsraîl, Tirkî û colanî di heman hişmendiyê de gihiştin hev.Rondikên li ser Gaze di barandin derew bû,şanoyeke belot bû.
Bi destê Erdoxan Gaze,doza gelê Filîstînê û nîvê Surî teslîmî Îsraîl kirin.Li hemberî wê destura qirkirina Kurdan dane wan.Erdoxa û temsîliyeta Îşîd ê Colanî li hemberî Kurdan,hemû tawîzan didin,wê bidin jî.Bawer bikin ku bêjin,ol a xwe jî biguherin,texsîr nakin wê biguherin !Ewqasî neyarê gelê Kurd in.
Lewra gotina Erdoxan ku digot: “Kobanê hat ket,ha bikeve.” Li ser dilê wî bûbû girêk û di gewriyê de mabû.Dîsa berxwedana Kobanê, bûbû serkeftin û destketiyên Kurdan û rû yê mirovahî yê,yê spî û têkçûna Îşîd,Erdoxan û hemû hêzên tarî.Ew ji Erdoxan û hevkarên wî re bû kul…Îca ji bona tola xwe hilînin çi tawîz heye didin.Di qada şer de jî Tirkî bi hêza xwe ya leşkerî tê de bû.
Vê jî hêrsa gelê Kurd hilda lutke yê û bû egera yekîtî yê.Bi hev re gotin: “Berdêla wê çi dibe bila bibe,em nahêlin şoreşa Rojava têkbiçe.”
Erê neyarê Kurdan bûbûne yek.Lê wan hesabnekiribû, ku gelê Kurd tirs bi carekê kuştî ye.Ma ew tenê? Tirs jî,tirsandine! Tahma Azadî yê kirin e,bûne xwe û ji xwe zêdetir.Ango gelê Kurd ji her hêlê ve li xwe xwedî derdikeve.
Êşa li Qamîşlo,Helebê,Hesekê,di heman kêlî yê de li Amed,Silêmanî,Hewler,Wan,Mahabat,Awrûpa û li her devêrên ku Kurd lê hene tê hiskirin.Kurd,di berxwedan û êşê de jî bûne yek.
Birêz M.Karayilan,ji bona vê gîyana netewî got: “Ev daxwaza gelê me ji bona me ferman e.” Rêber Apo dibêje; “Rojava xeta me ya sor e.” Birêz M. Berzanî,Bafil Celal Talabanî, hemû siyasetmedarên Kurd di xeta sor de bûne yek.Gelê Kurd,li qadan û enî ya şer ev yekîtî silav kir…Tu kes nikare vê daxwaza gelê Kurd ji nedîtîve were…










