OSMAN KAPAN
Êş û azar,carina ligel malwêranî,zor û zahmetiyê jî,dibe sedema pêşerojeke nû û bi xwe re çarenûsa serdemekê tîne.An go bi qasî dibe sebeba tiştên kembax,ewqasî jî dibe sebab tiştên baş.
Di salên 1990 de,bi pêşengî ya Tevgera Azadî ya Kurdistanê,li bakûrê Kurdiatanê serhildanên gel dest pê kirin.Çiruska li Nısêbîn,Cizîr û Hezexê vêketî,di demeke kin de li tevayê Bakûrê welat belav bû.Gerîla û gel bûne yek.Ango di dîroka Kurdan de cara yekem bû ku gel û şervan di heman qadê de bûne yek.Ji welat derbasî Awrûpa jî bû û Kurdên li dîyaspora yê,bûne alîyekî berxwedanê.
Ew Kurdên ji hevûdin bê agahî,bi serhildan û gur kirina şerê gerîla di heman armancê de bûne yek.Doz bû doza gel.Wê demê bi hezaran keç û xortan berê xwe da çiyayên Kurdistanê.Bi coş û kelecan bûn,bi biryar û hêvî bûn.Gel jî bi dil û can li wan xwedî derdiket,hem ji hêla madî,hem ji hêla manawî ve çi ji destê wan dihat texsîr nedikir.Gel jî bi qasî gerîla bi biryar bû.Kurd di heman hestan de gihişin hev.Ew Kurdên heya hingê ji hev bê hay,di êşê de bûbûne yek dil! Botan dibû şirîkê êşa Serhad,Amed û tevayê Kurdan.Hemû herêm li hevûdin xwe dî derdiketin.
Rojava ji xwe her tim,li kîjan hêla welat serhildanek çêbûye,oiştgiriya serake daye.Gelê Rojava,li Başû bûye pêşmerge ,Li Bakûr bûye gerîla.Ji hêla madî ve jî tim li pêş bû.Ji bona wê di her Raperînê de xwedî ked û roleke mezinin.Ji bona wê Li Bakûr roleke girîng leyîstin.
Di van salan de,bi şerê korfezê re,fersenda destkeftiyê mezin derkete holê û Başûr bû xwedî statu.Wê demê Bakû û başûr mil dabane hev dê derfetên pirr mezin bi dset bixistana.Lê neyarên gelê Kurd,wekî her car,tovê xayîntî yê ji kuwaran derxistin û reşandin,di heman demê de kurmê darê şiyar kirin.Li Bakûr bi şewitandin û koçberkirina gel re,sîxûrtî û cerdevantî sipartin gel,vê jî têrê nekir di bin navê ol de,hîzbîkontra dane avakirin.Ne yekîtiya PDK û YNK ê û bi dehan derxistina hizbên din,Başûr bi wir ve sînordar hiştin.Di serî de dewletên dagirker û dewletên din ji bona berjewendiyên xwe,ji ber Kurd nebin yek çi ji destê wan hat kirin.Ango ji bona Kurd tifaqa xwe çênekin û hestekî netewî dernekeve pêş,serî li her rêbazî dan.Ev jî bû sedema êş û azarên mezin,ya herî kembax jî,li gel vê kembaxî ya herî mezin,pejirandina çar parçebûna Kurdistanê bû!
Dijminê Kurda zî herî mezin,bê tifaqî ye ! Bê tifaqî nahêle ku Kurd bigihin mafê xwe.Tirsa neyarê Kurdan a herî mezin tifaqa Kurda ye.Ji bona ku bê tifaqî yê mayende bike her tiştî dike û dê bike jî.Çiqasî hestekî netewî derketiye,dagirker ji bona wî heste yî parçe bikin rêbazên cuda bikar anîne.Hizbîkontra,pergala cerdevanî û sîxurtiyê,ji bona parçekirina wan heste yan bû.
Di şeşê çile de,Dîroka Kurdan bû destpêka merheyeyeke nû,Kurdîstanî di hestetên netewî de bûne yek.Neyarên gelê Kurd ev hesab nikiribûn.Armanca êrîşa Rojava,tenê ne Rojava bû.Di heman demê de,tasfîyekirina tevayê Kurdistanê bû.Piştî Rojava,dê dor bihatana Başûr û pêve biçûna.Lê gel li kolanan ev lîstik vala derxistin.Di heman demê de Rêber Apo,bi pêşdîtin û hewldanên xwe yî bi birayar,Birêz M. Berzanî,B.Talabanî û hemû siyaseta Kurd di xeta sor de bûne yek.Ango gel mohra xwe lêda,di kolanan de yekîtî ya gelê Kurd beyan kir,rixistinan jî ev pejirand.Tovê yekîtî yê şîn e,divê bibe şitil!
Îca vê yekîtî û biryardayîna gel û rêxistinan,hem pêşiya komployê girt,hem jî tifaqa di nav Kurdan de ferz kir.Neyar û xwedî hesaban ev yek dîtin û ketin nava fen û futan de.Ji xwe li gora her demê rêbazên wan ên bi qirêj hene û yên ku di bin xizmeta wan de jî pirr in.A niha ew derxistine pêş,ji bona vê bingeha vê tifaqê xera bikin,ketine êrîşê de.Qaşo li ser navê; “Kurdistanê dikin.” Li ser sifreya dijminê gelê Kurd rûdinin,ziman dirêjiyê ji rêxistinên Kurdan re dikin.li ser Medya civakî,çi tê ber devê wan dibêjin.Qaşo,Birêz M.Berzanî derdixin pêş,birêz Ocalan reş dikin.Ango li ser navê wan,lê ew jê bêhay gotina dibêjin.Em zanin neyarê gelê Kurd çi erk û berpirsiyarî daye wan û armanca wan vê biraha gîyana yekîtî yê xerabikin.
Em ji wan re dibêjin; “war ew ware,lê bihar ne ew bihar e.” Win heya dikarin li ber derîyê neyarên xwe bi reyin,hestiyan bikojin.Lê win nikarin yekîtiya Kurdan xerabikin.Lewra gel biryar daye.Win zîwana nav dexlê ne,gel wê we bi dermanê tifaqê aşêf bike!









