OSMAN KAPAN
Çeteyên Dewlete Tirk, li gel hemû çeteyên îslamîst bi hêza herî dijwar, êrîşî gelê Kurd û niştecehên Surî dikin. Şeybanî û H. Fîdan serkêşî ya vê êrîşê dikin. Ev êrîşkar tev jî, ji derve û hêzên paramilîter in. Ango cîhatçî ne. Ev komên çeteyan,bermahîyên Daîşê ne û hemû bi heman zihniyetê tevdigerin. Zên ku doh serê mirovan jê dikirin, îro roj, bedenên keçên berxwedêr ji bînayîyan de diavêjin. Kî ne ev çete? JiTurkmenîstan,Çeçen,heya Tacîkîstanê,li hev kom kirine û paramilîter in. Dîsa qaşo “artêşa surî ye. ”
Dîmenên Colanî yên ku serî jê dikirin,hîn jî di hiş û aqilan de ye. Lê îro wekî quqlakî danîne ser textê serokkomarî yê! Bi rastî li ser wî textî Colanî ye an rayedarên Tirka ne. Ma ne li ber çava ne,li ku ji bona Surî civînek çêbibe H. Fîdan li wi re? Dev ji li wir bûne berdin, li ser Surî ji dêvla rayedarên wê,H. Fîdan daxuyanîyan dide. Çapemeniya wan eşkere dîmenên leşkerên Tirk,tang û topên wan yên di qada şer de didin. Hemû hêza wan ya hewayî,di qada şer de ye.
Tirkî li ser înkara Kurdan û hemû gelan hetîye saz kirin. Ji bona wê, ji roja roj ve li hember destkeftiyên Kurd û Kurdistanî ye. Em ji dîroka nêz bigirin; ma ne ew bûn,di referanduma sexwebûn a Başûrê Kurdistanê de,bertek a herî dijwar dan. Bi wê ve jî bi sînor neman Tang,top û leşkerên xwe kişandin ser xetê û ji êrîşê re amadekarî kirin. Ma ne ew bûn ku çeteyên Daîşê êrîşî Kobanê kirin digotin; “Kobanê ha ket ha bikeve.” Ma tenê gotin? Sînorê xwe ji çeteyan re vekirin, da Kobanê dorpêç bikin. Niha jî bi hemû hêza xwe ya siyasî û leşkerî êrîşî destkeftiyên Kurda dikin.
Ku dewleta Tirk vê helwes û feraseta xwe neguherîne, dê wekî Dawî ya Osmanî lê were. Lewra Konjektora heyî,desturê nade ku tirkî li Rojhilata navîn tişta bixwaze bike. Îca li gorî wê tevgerîn,dê bi xwxwe re serkeftinên mezin bîne. A niha Hedefa Dewleta Tirk ew e, ku di asteke herî jêr de mafên Kurdan bêne pejirandin. Lewra asta destkeftiyan çiqasî bilind be, dê heman tişt ji wê jî were xwestin. Y din naxwaze ku Kurd di Rojhilata navîn de bibin aktorên sereke. Heya niha ji bona vêya asteng bike, ji her hêlê ve xwe bazar dikir. Îca niha tiştek di dest de nemaye Colanî û çeteyên xwe derxistine bazarê.
Roj nîn e ku H. Fîdan qala Kurd û qaşo têkiliya wan bi Îsraîlê re heye dike. Halweye yê pêşî Dewleta Îsraîlê naskirî Tirkî ye, yê berî niha bi çend roja Colanî ûÎsraîl li hev anî, Nîvê erdê Surî dayî Îsraîl Dewleta Tirk e. Ji xwe êrîşan jî piştî wê dest pê kir. Nexwe li gorî Dewleta Tirk, Bila Kurd tiştekî bi dest nexin, ji bona wan Îsraîl, çete ferq nake. Îca dive siyaseta Kurd ji vê derûnî ya “Têkiliya me bi Îsraîl re nîn e” derbikeve. Çima her kes têkiliyê datîne asayî ye,dema Kurd Daynin,derasayî be?
Sedema êrîşan a din jî; Alozî ya li Îranê ye. Lewra li wir hêza herî amade hêza Kurd e û li Îranê gel starta şoreşê daye. Tu kes nikare pêşiya wê bigire û dê di wir de destkeftiyên herî xurt jî Kurd bi dest bixin. Ev êrîş di heman demê de,pêşîgirtina wê ye jî…
Niha dewleta Tirk, Colanî û çete ji hemû hêlan ve êrîşê dikin. Divê HSD ji vê re tam amade be û li gorî demê hem leşkerî, hem siyasî manavre baş bike. Hîç pêdivî nake li ser hev daxuyaniyên: “Em li hev rûnin” bide. Di vê hêlê de giran bigire dest û heya yek fişek bi teqe,em muzakereyê nakin gotina sereke be. Ya din di şer de tenê ne bersiv ji her hêlê ve li gel bersivê, stratêjiya di her enî yê de êrîş bikeve dewrê. Lewra her bi şun ve çûyînê, ev çete û hevkarên wan wekî zafîyetekê digirine dest û li gorî wê êrîşên xwe dijwartir dikin.
Em vê baş zanin, tişta ku siyasetê mîsoger dike hêz e. Hêz a HSD ji Ya Colanî pirtir e, bi stratêjiyeke rast û li gorî demê serkeftin mîsoger e. .
