OSMAN KAPAN
Dewlet,bê rû ne,an pirr rû ne? Gotinên pêşîya ji her tiştî re bersivek,pênasiyeke wan heye.Lewra her gotin ji azmûnekî derxistine.ji bona mirovên bê ewle gotine; “Ne rû ye,ne bere.”Kurt û kurmancî gotine; mirovekî bê ewle ye,îro dost û hevalê te be,dê sibê bibe nayar jî.Ne li ser soza xwe disekine,ne jî xwedî nîrxe.Îca dewlet jî welê ne.Li gorî berjewendîyên xwe,îro tu li gel wan “terorîst î,” sibê tu gernas î.Her cara ku yên li hemberî xwe pênase dikin,maskeyê xwe jî diguherin.
Heya niha bi çendekê,colanî terorîst bû.Colanî,bi şurê şerîatê maskeya reş,li ber ekranên TV’ yê serê mirovan jêdikir.Ewên ku serê wan dihate birîn,pirranîyên wan hemwelatîyên DYA’ yê û yekîtîya awrûpa bûn.Hinek ji wan kesên serjêkirî,hîn jî cenazeyê wan nehetiye dîtin.Ma tenê serjêkirin.Mirov zindî dişewitandin!Ev ne angaşteke,kirinên colanî hemû di arşîv û hişê her kesî de zindî ne.Qaşo ji ber wan kirinên wî:Bi hezaran dolar ji bona girtin û kuştina wî,didanîn e holê.
Wan kesên ku bi hezaran dolar,ji bona kuştin û girtina wî didan,dane pêşîya wî,anîn li ser textê serok komarî yê dane rûniştandin.ew maskeyê wî yê reş, “spî” kirin û gotin: “ew zilamê me bû!Zilamekî bi aqil û jêhatî ye.”Çima van dibêjin? Mirovên bi qirêj,wekî di gotina pêşîyan de dibêje: “Ne ber e,ne rû ye.” Hefsar di destê yekî din de ye,bi ku ve bikişîne,dê bi wir ve biçe.Îca tifaq a dewlt û mirovên qirêj,ji roja roj de wiha ye.Qatil Colanî ye,an yên ku hemwelatîyên wan hatî şewitandin,serjêkirin ku îro piştgiriyê didine colanî ne?
Dewlet bê rû ye,colanî bê rû ye.Ya rast pir rû ne.Îca bila Kurd li gorî kiîjan rû yê wan,bi wan re rûnin,li gorî çi tevbigerin? Divê Kurd li gorî hemû rû yên wan xwedî polîtîqa bin û konjektora he yî baş bi nîrxînin.Her çiqasî,niha colanî derdixine pêş jî dewletên ku wî destek dikin jî,li hember wî xwedî tevdîr in.Lewra hemû dizên heman kuwara mewîja ne!Çiqasî bi hev re ne jî,her yekî xencera ku li pişta yên din bide,di bin eba yê wan de veşartî ye!
Divê Kurd,tu carî xwe bê xencer nehêlin.
Niha bi zixtikê Tirkî,dixwazin Kurd bi colanî yê kujer re bê ewlehî bibin yek.Ango berxê emanetî gur bikin.Pêşengî û berdevkiya wê jî,rû yê colanî yê din H.Fîdan dike.H. Fîdan kî ye?Nok a nava tirşî yê,devşorbe ye.ew di her girarê de dikele,hem zû maskeyan diguhere.H. Fidan,subay bû,di wê demê de di nato yê de cih digirt.Pişt re serokê TÎKA,musteşar,Serokê Mît ê,niha jî peywira wî tê zanîn.bes tu kes nizanê çend operasyonên bi qirêj kirin e.Û tu kes behsa Fetocîtiya wî nake.Lewra,niha ji wan re pêwist e.Peywira wî, ew e ku di dîzayna rojhilata navîn de wekî xwesteka xwedî yê xwe tevbigere.
Mirov carina şaş dike,ev H.Fîdan wezîrê karê derve yê tirka ye,an yê Surî ye.Lewra di derbarê Surî de ji wezîrê Surî yê karê derve prrtir ew diaxife!Rojê deh carî gefan li Hêzên Sûriya Demokratîk dixwe.ev jî vê pirsê bi xwe re tîne: H.Fidan kî ye,kê temsîl dike,li ser navê kê diaxife?
Di pêşengiya Rêber Apo de,di navbera Tevgera Azadî ya Kurdîstanê û dewleta tirk de,pêvajoya aşîtî yê didomê.Her gotineke H.Fîdan,dijberî pêvajo yê ye.h.fîdan,berdevkê kê/kî ye?Heke li ser navê dewletê dike,ev tê wateya ku dewlet di pêvajo yê de ne ji dil e,heke li ser navê hineke din e,ango wekî colanî zilamê hineke din e,divê dewlet tevdîrê vê bigire,gema wî bişidîne.
Bila tu kes bi aqilê Kurda neleyîze.Kurd xwedî azmûnin û tu carî bê ewlehî ya xwe bi zirt û gotinên colanî û fîdan nasipêrin tu kesî.Lewra bê rû,bê ewle ne.Her du jî qirêjin,şuştina wan ne gengaze,lê sekinandina wan bi hêza xweyî yê ye…Yên herî baş vê zanin jî Kurd in!








