Roj roja rûmetê ye
“Roj roja rûmetê ye.” Di nav Kurdan de gotineke qedîm û dirûşme ya li hev xwedî derketin starta berxwedanê ye. Her gotineke pêşiyan li ser hîmê pêdiviyên civakê têne ziman. Lewra civak bi yek gotinê, wateyên mezin derdixe û li gorî wê helwesta xwe datîne. Di heman de mê de hin gotin wekî fermann ne. Gotna roj roja rûmetê ye, fermana rabûn a şer ê, a berxwxwedanê, a parastina nîrxa ne.
Di serdema kevnarê de, dema ku eşîran diavêt e ser terş û talan, an jî, ji bona keç revandin a eşîreke din, eşîr a ku dibû hedefa êrîşê bi delêlî yên xwe gazî dikirin: “Îro roj roja rûmetê ye. De rabin ser xwe, yên bi şûr û mertalan, ser kok û piştevala, ji heft heya heftê salî rahijin kevir û dara…” Ev banga warê bû. Îro navê wê bû ye; “Seferberî.” Piştî vê bangê, yên ku neçûbana hawarê navê wan dibû; “bênamûs.”
Kurda di dîrokê de tu carî, banga hawarê bê bersiv nehiştine û tim ber bi bangê ve beziyane. Lewra tu kes naxwaze ku daxa bênamûsî yê li enî ya wî were dayîn. Di berxwedana KOBANÊ de me dît, bê çawa ji hawarê re bûne bersiv û çi destan nivîsandin. Îca niha ji wî warî û tevayç Rojavayê Kurdîstanê, dengê heman hawarê tê. Li wir tenê ne ew gel di xetere yê de ye. Xetere li ser hemû Kurdîstanê heye. Ku Rjava bi keve, dor wê were Başûr, Rojhilat,Bakûr li pey.
Ma ku îro bi tevahî ji heft heya heftê salî em ne rabin, emê kengî rabin? Ku em îro libasê rûmet û xîretê li xwe nekin û her deverê nekin qada berxwedan û xwedî li nîrxên xwe dernekevin, careke din ne derfet, ne jî taqet namîne. Çi pêwist be divê em îro bikin. Ji kê/kî çi were divê were kirin.
Bila tu kes nebêje tiştek ji min nayê. Her kest bi qasî hêz û derfeta xwe. Dema ku Hz. İbrahîm di avêjin nava agir, marmaroşk devê xwe dadigire av û dibe ku bi ser avê de bike. Dibêjinê: ma tê bi wê piça avê agir vemirîne? Ew jî dibêje, ez zanim ku bi vê avê agir na vemire, lê hêza min ev e û her kes bi aqsî hêza xwe bîne,ev av wê bibe lehî û agir bi tefîne… Îca her kes bi qasî hêza xwe, herkes bi qasî dilê xwe, tevlî berxwedana Rojava bibe, dê tenê ne Rojava, çarenûsa gelê Kurd jî were guhartin.
Gotineke din ya pêşiyên Kurda ya watedar hey dibêjin: “Bila bêhvila te bi şewite.” di heman wateyê de: “Bila zikê te biêşe.” Jî heye. Ev jî têne watya ku mirov yên li hemberî xwe qiyas bike. Endama Rêveberî ya Rojava Foza Yusuf, gazî gelê Kurd dikir û digot: “Divê her kes çeka xwe rake tax, bajar,gun û mala xwe biparêze. Ji bona vê ya hacet nake li benda kesî bimîne. Binerin eşîrê Ereba li benda tu kesî neman…”
Dijminê herî hov ku laşê keçên me yên şehîd ji bînayîyan diavêjin, ne sinc ne bi qasî misqalekê mirovahî bi wan re heye, bi hemû hêza xwe û desteka Tirkan êrîşî Rojava yê Kurdistanê dikin. Divê tu KURD û KURDÎSTANÎ li benda tu kesî/ tu fermanê nemîne, li ku dibe bila bibe rabe ser piya. Îro di heman demê de roja ku KURD hemû nakokî, fikrên xwe yî Ol î, Hizbî daynin hêlekê, tenê KURDISTANÎ tevbigerin. Ma qey bila zikê me ji wan Ereban, Tirkan neêşe? Ku mesele dibê welat ew çawa dibine yek, hele ku dibe KURD û KURDISTAN, hemû bi carekê dibine Tirk û Ereb! Divê bêvila me bişewite, zikê me bi êşe.
Îro roj roja ku em: Di hestên Kurdî de, bibine yek, dest, yek dil!Ma ku em îro nebinyek, emê kengî bibin? Xwîşk û birayên me hawara xwe radigihînin, hemû Kurdan, ma qey ev dê bê bersiv bimîne? Em bi ciwan û hemû gelê xwe bawerin dê ji vê bangê re di asta herî jor de bibin bersiv. Serkeftin dê ya gelê KURD Û KURDISTANÎYA be…

