Mankurt û nok

Nûçeyên Forum

Duşem 15 Kanûn 2025 - 01:15

OSMAN KAPAN

Çi cara mirovekî ji ji esl û cinsê xwe dûr dibînim, Romana Cengîz Aymatov û nok a nava tirşî yê têne bîra min!Carcaran jî Freud tê bîra min.Em ji nokê dest pê bikin: 

Hevalekî me hebû,dema ku me tirşî datanî,wî hevalî digot: “Hevalno noka jê bigirin û bidine minç”Îca ev ji me re wekî karekî ji rêzê lê hatibû,kî ji me tirşî vala dikir,nok yek bi yek jê dineqandin û datanîne ber heval.Rojekê min jê pirsî bê çima ewqasî ji van nokên di nava tirşî yê de dike.Got: “heval nokên nava tirşî yê ji hemû elementên din tujtir e.Lewra tujîtiya hemûyan dikişîne xwe…” Sedema wê jî wiha şîrove kir: “ Tirşî ji şênî (zebze) çêdibe.Îca nok ne ji vê malbatê ye.Ew eslê xwe înkar dike û dixwaze wekî wan be,heya ji wan bibûre,da xwe bi wan bide pejirandin.Ji bona wê çi tujatiya heyî dikişîne nava xwe.Ez ji tujîyê pirr hez dikim,lê nokê ne ji bona tujî yê dixwim.Ji ber ku ji eslê xwe dûr ketiye,hêrsa xwe pê dişkînim.Lewra wan merivên ku ji eslê xwe dûr ketî tîne bîra min…” 

Ji wê rojê heya îro,çiqasî nokan dibînim ew heval li ber çavên min zindî dibe,merivên ji xwe dûr dibînim ( Hingî yên me Kurda hene,her kêlî li ber çavên me ne.) gotinên wî di guhê min de olan dide. 

Li Asya navîn,dema ku ciwan dîl digirtin porê wan diqusandin û çermê heştira li serê wan dipêçan.Bi vî awayî zîhn a wan dihate girtin,bîra wan sîl dibû û dikirin bende.Ew mirov êdî ne xwedîyê tiştekî xwe,ayîdê xwedî yê xwe bûn,wî çi bigoyana wan dikir.Heya ji wan bêhtir jî dikir. 

Kurt û kurmancî Manqurt: Ji kok, nasname ya xwe hatine kirin,bê bîr,bê raman mayîn e û çi jê re bejin bê sual kirin e.Cengîz Aytmatov,ev di romana xwe ya bi navê; “Rojek berdêla sed sala ne.”de di kesayeta Nayman de baş anîye ziman.Ev di derûnî ya civakî de wekî ; biyanîbûn a ji cewherê xwe, tê pênase kirin.Bi navekî din,dagirkirin û venerîna zîhn e. 

Bi rastî jî ev bêyî ku çermê hêştiran bixin serê hinek Kurdan,ji dilê xwe bûne Manqurt.A niha xwedî yên H. Fîdan peywir danê,ne eslê xwe nas dike ne cinsê xwe.Tu kes wekî wî êrîşî Rojavayê Kurdîstanê nake.Bê rola Îsmetê ker di Lozanê de çibû,niha heman rol dane wî.Qaşo “Kurd”e.Na ku mirov ji koka xwe qut bû,êdî ne ew e.Bila tu kes  H.Fîdan û yên wekî wî (Pirr in,) Kurd hesab neke.Lewra ew niha û ji berê ve di enîya yên li hemberî Kurd û Kurdistanê de cih girtine.Dem hatî ye bi çeka dijmin,li hemberî Kurdan şer kirine.A niha dem hatî ye guhartin ew Manqurt di siyasetê de cî digirin.Ji bona Çi?Da ku tişta bi çekên dijmin nekarîbûn bikin,bi siyasetê bikin.Lê çerm xuya dike,serê manqurt li holê ye,her kes dibîne. 

Carina mirov şaş dimîne û dibêje gelo; ev H.Fîdan wezîrê karê derve yê tirkî ye,an yê Surî ye? Ji bona ku Kurd statuyekê negirine dest,ji wezîrê karê derve yê Surî yê pirrtir di xebite û gefan li Rojava dike.Ev Manqurtî ji ya Asya navîn bi gelekî xerabtir e.Îca bi sala ne min kir û nekir,ev derûnî fam nekir.Ji bona wê,Sigmund Freud tê bîra min û ez dibêjim ku: Sigmund Freud ew Kurdên ku bê kok bidîtana dê tezê Derûnî ya xwe,biguhartana! Lewra derûnî ya van nakeve tu qatagorî yê de .Îca ev qadeke nû ye,ez gazî Derûnînasên Kurd dikim ku vê derûnî yê pênase bikin. 

Divê em xwe ji nokên nava tirşî yê,manqurtan bi parêzin.Lewra peywira wan şêlokirine.Dem dê werê ew,dê di bê kokîya xwe de winda bibin.Ew dem jî nêzîke. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.