Azadiya Ocalan parçeyekî aştiyê ye
Şemî 14 Sibat 2026 - 03:10

Akademîsyenê Zanîngeha Cambridge Thomas Jeffrey Miley, destnîşan kir ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ku bi komploya navneteweyî ev 27 salan in li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin "parçeyekî esasî yê aştiyê ye."
Komploya navneteweyî ya ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê dest pê kiribû û di 15'ê Sibata 1999'an de bi anîna wî ya Tirkiyeyê berdewam kiribû, kete sala 27'an. Piştî vê komploya ku bi destê DYA'yê û hêzên hevkar pêk hat, li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê li dijî Abdullah Ocalan hate sepandin.
Akademîsyenê Zanîngeha Cambridge Dr. Thomas Jeffrey Miley ê ku di nava kampanyayên ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan de cih digire, komplo û bandora ramanên Ocalan a li ser herêmê nirxand.
Thomas Jeffrey Miley diyar kir ku Abdullah Ocalan di bin şert û mercên tecrîdê de jî lêgerîna xwe ya azadiyê didomîne û ev tişt got: "Girtina wî, girtina çiraya azadiyê ye. Hewldana girtina Ocalan, bi armanca bêdengkirina ramanên wî û astengkirina bandora wî ya li seranserê cîhanê hat kirin. Wî ji bo modernîteya demokratîk çarçoveyekî teorîk a pir girîng pêş xist û ev lîteratur bûye îlhama bi milyonan mirovan."
Thomas Jeffrey Miley anî ziman ku heman raman li Rojava geş bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li cîhanê cihekî ku ronahî û alternatîfekê pêşkêş dike heye, Rojava yek ji ronahiyên herî geş ê cîhanê ye. Rojava li dijî desthilata hiyerarşîk a cîhanê, alternatîf fikra demokratîk e antî kapitalîst, azadiya zayendî û ekolojiye esas digire."
Thomas Jeffrey Miley destnîşan kir ku Abdullah Ocalan rêberê gelê Kurd e û divê tecrîda li ser wî bi dawî bibe û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Tecrîda li ser Abdullah Ocalan, sembola nenasîna mafên Kurdan e. Ji ber vê yekê, azadiya Ocalan parçeyekî esasî yê aştiya demokratîk a li herêmê ye û divê wisa be. Dema Ocalan dipeyive, hêvî çêdibe. Loma ez hêvî dikim ku bi pêvajoya aştiyê re dengê wî bêtir bê bihîstin."
MA / ENQERE / DENÎZ KARABÛDAK















