Tifaq Dermanê Kurda ye..

Nûçeyên Forum

Duşem 8 Kanûn 2025 - 00:26

OSMAN KAPAN

Ji bona  me Kurdan dem dema tifaqê ye.Ku em Kurd di vê sedsal û konjektora heyî de,em tifaqa xwe saz nekin,wekî kerempera li bar ba bikeve,emê bi ber bayê demê bikevin,ne li kort û mesîlan diqefin,ne jî cihê xwe di dîrokê de digirn.Lewra,xisletê demê tifaqê li ser her kesî ferz dike,kîjan tevger ji tifaqê birevê û jê re bibe asteng,hem dê bikeve ber nahleta demê,hem dê di dilê gel de bifetise!

Tevgera azadîya Kurdîstanê,ji roja roj de,Tifaq û yekîtî ya Kurdan ji xwe re kiriye armanç.Îro jî vê ji her kesî pirti dixwaze.Lewra gel vê dixwaze,dem vê dixwaze.Kurt û kurmancî; Tifaq dermanê Kurda ye…

Hêvîya gelê Kurd di heman demê de hêvîya hemû gelên rojhilata navîn,bi hêvîya gelê Kurd re bûye yek.Em jî bi hêvî ne ku Li Kurdîstanê,tifaqeke mayende û li ser zagona biratî yê werê Avakirin Û Kurd vê serdemê,bi ferasta rasteqîn biqulipînin serkeftinê.Ev Feraset,aqilê stratêjîk heye.Wê demê gavekê berî gavekê Tifaq û tifaq..

Em xwe lı hemû deryayan diqelibînin, li hin peravan diqefin, li hinekan winda dibin. Peravên deryaya tarî ne, bêhna mirina sar ji wan tê! Hin caran ji cendekên me re dibin mazûlvan hin caran nahewînin. Wê demê cendekên me jî bêserûşo ne, mîna tariya welatê min, bi pêlin...

Di nava reşahiya heftbahranê de

pêl li pêlan dixin

deryaya bêbini dinalî

ez li peravekî xirûxalî

li cendekên bê seri digerim..

pêl hîn jî li pêlan dixin…

Tarî li welatê me hem mirin e, hem jiyan. Ax vê paradoksa li tu deveran ne bûyî, ne bînayî! Em gelekî tofanî ne, her tofanê hinekî ji me mihandiye. Em ji hemû tofanan filitîne, lê di cokên biçûk de mane asê! di Keştiya Utnapiştî de rewengî bûn, me nemirinî da wî, em li dorê zîvirin, berket da herkesî, para me bû mêvantî, ev jî ji dilpakî û dilsojiya me bû. Roj li rojan, sal li salan qulipîn, dem û dewranan xwe li hev pêçan, em bûne benê qayîm, lewma tu tofanê em jî cih nekirin. Bes li warê xwe tim bi xofin...

xweşikên welatê min

dilpak in, xemgîn

feleka bêbext,

bextewariyê didize.

şevreşên welatê min

bi xofin

Kujer xwînê dimijin. 

Cûyîn bêvegerin

lê zora ji zor êbêtfaqî me dikuje..!

Ere, şevreşên welatê min ji hêlekê ve mirin, ji hêlekê ve jiyan e. Mirin xwînmijiya neyarane. Jiyan; nûjîniya mirivahiyê ye. Li Sere her ciyayî, li quntara her gelî hevraz û evraz, li her dêşt û newalê keç ji xortên vî welatî jiyanê direşînin li çolên beyar; bi xwêhdana enîyê dehlên nû tilmizî bi dilê xwe yî pak av didin. Her devera ku lê ne jiyanê aşêf dikin, da gur bibe..

Ew şêr û şepal ango şergeleyên me, dergevanên wan çiyayên asê ne, ciya bi wan, ew bi çiyan bedewin, pîroz in çiyan wan diparêze, ew jî ciyan! Evina wan diyalektîke, ew bi hest û zaravayên hev dizanin. Evîneke bêemsal e. Ne tê pênasekirin, ne tê nivîsandin. Ancax çiya û dergevan vê pênase bikin. Lewma em bi zaravayê wan nizanin. Lê em li benda wê roja pîrozin ku bi zaravayê xwe yî şîrîn, ji me re bêjin evîna xwe. Lewma dema ku ew ketin rê miha qêrîyan..

me dîle xwe 

me hestên xwe 

me hêvî û bêrîkirinên xwe 

xistin kefa mista xwe 

û berê xwe da oxirê 

pişta xwe da felekê

erdên beyar 

şuvên çandî 

zevî û dehl 

li duv xwe hiştin

û meşiyan bi warê birîndar ve...

mê gulek ji baxê îrêm

di nava dilê dayîkan de çand

da ku heya em vegerin

bibe baxçê gulan, hêlîna evînê

lê me zanîbû

riya me cûyînek bêvegere

me bukên ser bixêlî

zavayên yek rojî

zarokên çêlî

bi şun xwe ve hiştin

û meşyan ber bi rojê ve...

Hinek ji me winda bûn bê salox 

bê serûşo çûn  hinek  bê tirb 

di qul û qewêrên çiyan de man 

hinek nenaskirî 

bi nahurandina dayîkan 

bi zêmarên ser zimana   

bi tilîliya keçên xame 

xwe spartin axa sar...

Tofan hîn jî didome û ji yên berê dijwartire. Derman tiraq e. Ne neyar bêtifaqî me dikuje, bêtifaqî...

Ku hebe destura Hozanê nemir Aramê Tîgran emê helbesta wî wiha biqulipînin

Tifak li bêr mala ye

tifak dermane dila ye

kî nexweşe bela ye

tifak dermane kurda ye...

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.