Yekitiya Kurd temînata serkeftinê ye
Çarşem 11 Sibat 2026 - 03:52

Di rojên destpêkê yên berxwedana gelê Rojhilat de, Navenda Hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê ku ji 7 partiyan pêk tê, danezanek weşandibû û tê de ragihandibû ku ew ê çalaktir bixebitin, hem ji bo diyaloga bi rejimê re û hem jî ji bo temsîliyeta Kurdên Rojhilat di qada navneteweyî de.
Serokê Departmana Têkiliyên Derve yê Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê (PDKÎ) Hîwa Behramî, rewşa dawî ya Rojhilat û têkoşîna her 7 partiyan nirxand. Behramî anî ziman ku tevî cudahiya bername û îdeolojiyan, her 7 partî ji bo paşeroja gelê Kurd hatine cem hev û armanca wan a hevpar ew e ku bingehekî xurt ji bo temsîliyeta gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ava bikin.
Di rojên pêş de tê ragihandin
Behramî diyar kir ku Navenda Diyalogê hîn "bi fermî" nehatiye avakirin û partiyan tenê bi înîsiyatîf tevgeriyane û got:"Em ê di rojên pêş de bi navekî nû damezirandina xwe ya fermî ragihînin. Yek ji faktorên sereke yên serkeftina tevgera rizgariya Kurd yekitiya netweyî ye. Wek PDKÎ, me her tim ev mijar destnîşan kiriye û ji bo avakirina eniyekê di navbera partiyên Rojhilat de hewildanên dîrokî dane."
Behramî diyar kir ku niha hem ji bo Îranê hem jî ji bo Rojhilat qonaxeke krîtîk e û got:"Em di qonaxekî taybet û krîtîk de ne. Polîtîkayên navxweyî, herêmî û navneteweyî yên rejîma Îranê, ew xistiye bin zextekî siyasî ya giran. Ev rewş ji bo gelên li Îranê, bi taybetî ji bo Kurdan, fersendên mezin diafirîne ku têkoşîna xwe geş bikin. Heke ev yek bi yekitiyê ve were kirin, encam wê hîn bihêztir û zelaltir bin."
Divê bi hêza xwe bawer bin
Behramî bal kişand ser êrişên li ser Rojava û bi bîr xist ku gelê Kurd li Rojava ne tenê ji bo azadiya Kurdan, lê li dijî DAIŞ'ê ku gefek li ser hemû cîhanê bû têkoşîneke mezin da û got:"Miletê me çawa ku di parastin û berxwedanê de şiyana xwe îspat kiriye, divê di qada siyasî de jî hêz û şarezabûna xwe nîşan bide. Pêvajoya li Sûriye û Rojava ne tenê meseleya Kurd û Ereban e, bi gelek berjewendiyên herêmî û navneteweyî ve girêdayî ye. Divê Kurd berî her tiştî baweriyê bi hêza xwe ya cewherî bînin."
Koordînasyona hêzan girîng e
Behramî destnîşan kir ku koordînasyona di navbera hêzên Rojhilat de diyarker e û ev hêz wê di parastina gel û dabînkirina ewlehiyê de rolekî serke bileyîzin û got:"Yekitiya siyasî ya Kurd, temîna serkeftina me ya li Îranê ye. Di qada navneteweyî de jî dema partiyên Rojhilat wek eniyekê tevbigerin, wê kapasîteya wan a dîplomatîk zêde bibe û wek aktorekî siyasî yê bihêz bên qebûlkirin. Bandora welatên Rojava li ser Rojhilata Navîn nayê înkarkirin, ji ber vê divê em girîngiyekî mezin bidin xebatên dîplomatîk. Li tevahiya Kurdistanê ya herî girîng yekitî ye, Kurdan ji ber parçebûnê gelek fersend wina kirin. Niha li Bakur jî pêvajoyek dest pê kiriye ku dikare bibe gavekî girîng ji bo çareseriya siyasî. Gelê me her tim ji bo çareseriya aştiyane amade ye, lê dema nasnameya wan were înkarkirin û rêyên siyasî werin girtin, dest bi çekan kirine."
MA/CEYLAN ŞAHÎNLÎ













