Yekitî ji her tiştekî girîngtir e

Şemî 14 Sibat 2026 - 03:45

Nûnerê Têkiliyên Karên Derve yê Partiya Azadiyê ya Kurdistanê (PAK) û Berpirsyarê Rêxistinkirinê Şemal Pîran, diyar kir ku gelê Rojhilatê Kurdistanê bi zextekî xwînî rû bi rû ye. Pîran, anî ziman ku bi qasî hatiye tespîtkirin li Rojhilat zêdetirî hezar kes hatine qetilkirin, bi hezaran kes birîndar bûne û li bajarên Pîran, Îlam, Kirmaşan û Loristanê bi hezaran kes hatine girtin û li ser malbatan zextekî giran heye. Pîran, got ku hêzên PAK’ê li van herêman li dijî Muhafizên Şoreşê li ber xwe didin. 

Pîran anî ziman ku têkoşîna gelê Rojhilat berdewam dike û got:’’Rojhilat bi temamî milîtarîze dike û weke ‘qada leşkerî’ hatiye îlankirin. Zextekî giran li ser Kurdan heye. Rejîm, hewl dide kolanan bi komkujî û girtinan bêdeng bike. Dewletên Kurdistan dagir kirin, ev sedsal in Kurdan her tim weke gef dibînin. Lewma jî polîtîkayên Îranê yên li dijî Rojhilat ji cihên din cuda ye.” Bi domdarî Pîran anî ziman ku rejîma Îranê li dijî Kurdistanê polîtîkayeke cihêkar a ewlehî, aborî û çandî dimeşîne û got:“Kurd, dewleta Îranê weke dagirker dibîne û dewleta Îranê jî Kurdistanê weke herêmeke hatiye mêtingehkirin dibîne. Lewma polîtîkayên wê yên li dijî gelê me dijminane ye.” Pîran, da zanîn ku piştî peymana di sala 2023’yan di navbera Îran û Iraqê de hatiye îmzekirin heta niha zextên li ser Rojhilat giran bûne û got:“Yekitiya di navbera hêzên siyasî yên rojhilatî de, berhema kedeke mezin, têkoşîn û mecbûriyeteke dîrokî ye. Îro 7 partiyên li Rojhilat tên naskirin, di bin sîwana Navenda Diyalogê de civiyan û ev yek hem ji bo partiyan hem jî j bo gelê me destkeftiyeke mezin e. Weke PAK’ê em dixwazin ev yekitî were parastin û xurtkirin û ev ji her tiştekî girîngtir e. Divê yekitî were parastin û xurtkirin.” 

Pîran, daxuyand ku dewletên rojavayî berjewendiyên xwe esas digirin û paşguhkirina mafê diyarkirina çarenûsê yê gelê Kurd nayê qebûlkirin û got:“Fikarên hêzên navdewletî hene. Heke rejîm hilweşiya ditirsin ku pevçûnên navneteweyî dest pê bikin, ji rageşiya navbera gelan, jinûvederketina avadaniyên mîna DAIŞ’ê û pêleke mezin a koçberiyê ditirsin. Lewma di halê hazir de statukoya heyî qebûl dikin. Lêbelê êdî Ewrûpî dibêjin ku Îran welatekî pirnetewe e û divê hemû gel esas bên girtin.” 

MA/CEYLAN ŞAHÎNLÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.