Divê hunermend bang li siyasetê bikin

Nûçeyên Çand/Huner

În 20 Sibat 2026 - 03:30

  • Hunermendên Kurd Salîha Ayata, Omer Şahîn û Celal Ekîn diyar kirin ku ji bo yekîtiyê rol û mîsyona hunermendan gelek girîng e û gotin:“Kurd dikarin bi ruhê çand û hunera xwe yekîtiyê ava bikin.”

Hunermendên Kurd Seroka Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) Salîha Ayata, Endamê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Omer Şahîn û Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn jî bal kişandin ser rol û mîsyona hunermendan a ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd û pêşniyar kirin ku konferansek, kongreyek an sempozyûmek bi pêşengtiya hunermendan bê çêkirin.

Seroka Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) Salîha Ayatayê diyar kir ku parçebûyîna erdnîgariyê bi xwe re parçebûyîneke mezin ava dike û got:“Ev 14 sal in tê nîqaşkirin ku wê yekîtiya gelê Kurd çawa ava bibe. Hêj jî mesele encam nebûye. Yekîtî her tim di rojevê de ye lê di asta ku tê xwestin de pêk nayê. Ji bo vê hewldanên pir mezin hene. Piştî ku êrişî Rojava kirin sê parçeyên din ên Kurdistanê, dîasporayê û welatên din ên cîhanê gelê Kurd rabû ser piyan. Ew ruhê yekbûyînê derket holê. Di dirûşma ‘Yek e yek e gelê Kurd yek e’ de jî ev yek derket holê. Vî ruhî ruhê berxwedanê jî diyartir kir. Pir zimanî, pir çandî ji bo me meseleyeke pir esasî ye lê hewce ye em ruhê netewebûna xwe jî ava bikin. Kurd dikarin yekîtiyê bi ruhê hunerê ava bikin. Pir girîng e ku hunermendên li Ewrûpa dijîn ji bo piştgiriyê rabûn çûn Rojava. Tevî şer berdewam dikir jî çûn û wir sekna xwe nîşan dan. Huner ji bo Kurdan amûreke berxwedanê ye. Ji bo ku yekîtiyek ava bibe rol û mîsyona hunermendan gelek girîng e. Ji ber ku huner meseleyeke polîtîk e û divê pêşiyê jî veke. Ji bo ku êş û jan biqede û yekîtî bê avakirin hunermend dikarin berprisyartiyê bigirin ser xwe û pêşengtiyê bikin. Ev meseleyeke pir girîng e û me di mijara Rojava de ev yek dît.”

Ji bo herkesê berpirsiyarî çêbû

Endamê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Omer Şahîn jî anî ziman ku ruhê di dema dawî de di nava gelê Kurd de derket holê ji bo herkesê berpirsiyareke mezin diyar kir û got:“Divê em hunermendên Kurd, rayedarên Kurd, siyasetmedarên Kurd dinyayeke wisa ava bikin ku êdî gelê Kurd neçar nemîne ji bo xwe biparêze berxwedanekê nîşan bide. Birastî jî mîsyoneke pir mezin e lê mirov dikare bêje ji bo ku ev yek pêk were jî berpîrsyariyên mezin dikevin ser milên hemî civakê. Berpirsyariya hemûyan zêde ye jî weke hunermendekî bêjim yanî ez jî endamekî şanoya Amedê me û şanogeriyê dikim lê wexta ku bi awayekî vê rewşê dimeyzînim ez dibêjim ku hewceye hemû hunermendên Kurd ji bo gelê Kurd ji van tengasiya derkeve berhemên xwe ava bikin. Em hemî jî endamên vî gelî ne. Kêmasiya me hunermenda ye ku em zêde bala xwe nadin tiştên bi vî awayî. Bi rastî heta niha me ji bo yekbûyînê xebateke wisa nekiriye ku bikeve rojevê. Têkiliya me ya navxweyî destûrê nade ku em di nav hunermendan de yêkîtiyeke neteweyî û hunerî ava bikin. Ez hêvî dikim ku di paşêrojê de wê gavên vê yekê zêdetir bên avêtin ji ber ku têkiliyên me bi gelek hunermendan re heye. Ez bang dikim ku hemû hunermendên Kurd nîqaş, nakokî pirsgirêkên îdeolojîk hemûyan deynin cihekî û werih bahev ku dikarin ji bo gelê Kurd çi bikin. Bigihe asteke wisa ku em wexta ku daxuyaniyek li ser yekîtiya hunermendên Kurd derket bila rayedarên me, siyasetmedarên me jî ji vê yekê bi bandor bibin.”

Hunermend dikarin civînekê çêbikin

Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn jî wiha behsa girîngiya rol û mîsyona hunermendan kir:“Ji salên 90î ve ji bo yekîtiya neteweyî, konferansa yekîtiyê gelek bang tên kirin. Ji ber vê hewceye hemû hunermendên welatparêz, hunermendên Kurdistanî yên li dîasporaye divê hemû bibin yek di konferansekê de gazî hemû tevgerên li ser navê Kurdistanê dixebitin bikin. Pêşniyar dikim ku konferansek, kongreyek an sempozyûmek bi destê hunermendan bê çêkirin. Divê hunermendên Kurd ên cîhanê bangawazîyeke bibandor li siyasetmedarên Kurd ên li her çar parçeyê Kurdistanê ku ji bo azadiya Kurdan dixebite ew kesên ku bi rastî dilê wan ji bo yekîtîya neteweya Kurd diavêje bikin û pêşiyê li wan vekin. Hunermendê Kurd dikarin perspektîfê ji ava bikin.”

AW/FEXREDÎN KILIÇ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.