Fikrê yekîtiya neteweyî yê Rêber Apo
Duşem 23 Sibat 2026 - 03:55

- Rêber Apo fikrê yekîtiya neteweyî nû dananî holê; yekîtiya neteweyî û şêweyê vê yekîtiyê bû yek ji hêmanên bingehîn ên avabûna Tevgera Azadiyê.
Yekîtiya neteweyî ya Kurd êdî weke rojeveke hîn şênber li pêşiya me ye. Nemaze di van rojên ku daxwaza yekîtiya neteweyî ya Gelê Kurd li her çar parçeyan û li her devera cîhanê bi xurtî tê hîskirin de, têkoşîna azadiya Kurdistanê hat ber benda serxistina armanceke xwe ya din. Îro realîteya Kurd bi awayekî ku nayê înkarkirin hatiye naskirin; lîderên şoreşger ên ku di kevneşopiya Apoyî de gihîştine, di qada siyaseta cîhanê de hatine astekê ku nûnertiya gelê Kurd dikin.
Pêvajoya êrîşên qirkirinê yên ku di 6'ê Çileyê de li Helebê dest pê kirin û piştî wê berxwedana mezin a gelê Kurd li her derê, di nav gel û rêxistinên Kurd de nîqaşên yekîtiya neteweyî û girîngiya yekîtiyê careke din bi bîr xist. Pêvajoya ku Kurdên li her çar parçeyan û li seranserê cîhanê bi vîna xwe xwedî lê derketin, berovajî xewnên qirkirinê yên hêzên navneteweyî, veguherî ruhekî yekîtiya neteweyî. Piştî vê yekê jî li dijî vê ruhî pêleke mezin a êrîşan dest pê kir.
Rêber Apo salan berê digot: "Ji bo îsbatkirina hebûna Kurdan, belkî di çarçoveya modernîteya kapîtalîst de di du sedsalên dawî de, zext, înkar û tunekirinên bi tundî, naverok û şêwazeke wisa hatin jiyîn ku ti hebûneke civakî nehatiye serê wan. Qirkirinên çandî û fîzîkî hatin meşandin. Li warên wan ên resen ji bo parçekirina fîzîkî û çandî û tunekirinê, her cure amûrên zordarî û îdeolojîk hatin bikaranîn.
Îro partî û rêxistinên Kurd jî êdî bi zelalî dibînin ku divê yekîtiya neteweyî ava bibe. Daxwaza yekîtiya neteweyî ya ku Tevgera Azadiya Kurdistanê bi salan e ji bo wê hewl dide, îro wekî daxwaza tevahiya gelê Kurd derdikeve pêşiya me. Sîstema ku li Rojavayê hatiye avakirin û ronahiya îdeolojiya Rêber Apo ya di pratîkê de ye, bûye modeleke wisa ku ji aliyê gelê Kurd ve tê qebûlkirin û ji bo wê berxwedan tê kirin.
Di salên 90'î de ku şer di asta herî dijwar de bû, Rêber Apo pênaseya yekîtiya neteweyî wiha dikir: “Têgeha yekîtiya neteweyî gava tê gotin carna xelet tê fêmkirin; wekî ku tenê yekbûna rêxistinên piçûk û mezin di bin eniyekê de tê fêmkirin. Ev jî heye, lê beriya vê, dabînkirina yekîtiya Gelê Kurd wekî gel e. Yanî ferqkirina wê yekê ku ew netewe ne û ketina nav qada têkoşînê ya ku hewcedariya netewebûnê ye. Divê mirov ji yekîtiya neteweyî zêdetir vê fêm bike. Nexwe ne tenê meseleya hatina cem hev a çend rêxistinan e. Ew e ku gel êdî hişmendiya netewebûnê bi dest bixe û fêm bike ku divê welatê wî di her warî de bikeve xizmeta têkoşînê.”
Bi rastî ev gotin diyar dikirin ku ne tenê hatina cem hev a rêxistinên bi ramanên cuda, lê tevgera wekî gelekî û fikirîna di nav hişmendiya neteweyî de hewce ye. Qebûlkirina Kurdên ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatine parçekirin û tu statu nedane wan wekî neteweyekê, tê wateya girtina cihê xwe di qada cîhanê de. Rêber Apo di yek ji hevdîtinên xwe yên dawî de dema digot "Dixwazin Kurdan birîndar bihêlin û wan muhtacî xwe bikin", dîsa bal dikişand ser girîngiya netewebûnê û avabûna hişmendiya neteweyî.
Rêber Apo di civînên yekem ên Tevgera Azadiyê de ji bo netewebûnê ev pênase dikir: "Qonaxa rizgariya neteweyî, bi rêbazeke şoreşgerî bûna netewe ye; piştî ku şer hat qezenckirin, qonaxa gihîştina rewşa neteweyeke serbixwe û demokratîk e."
Nîqaş û êşên ku îro têne jiyîn jî ji ber vê yekê ne. Têkoşîna rizgariya neteweyî ya ku beriya pêncî û du salan dest pê kir, gihîştiye qonaxa netewebûnê û êdî derbasî qonaxa afirandina civakeke demokratîk bûye. Ev pênaseya Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê ya di salên 1970'yî de, nîşaneya wê yekê ye ku tevger ji roja yekem heta îro li ser heman xeta îdeolojîk, bi pêşketineke cidî û li gorî hewcedariyên serdemê şêwaz girtiye û berdewam dike.
Rêber Apo di yek ji axaftinên xwe yên pêşîn de bi gotina "Şoreş ne tiştekî wisa ye ku bê îxrackirin. Ji ber ku şoreş berhema şert û mercên navxweyî yên her welatî ye", destnîşan kiribû ku şoreşeke li Kurdistanê pêk bê dê li gorî dînamîkên navxweyî û şert û mercên wê demê şêwaz bigire.
Di Rêber Apo de têgeha yekîtiya neteweyî ne li ser bingeha şêweyekî klasîk avakirina neteweyê yan jî girêdanek bi feodalê re ye. Qet nebû jî. Her çiqasî hin kes bi israr armanc dikin ku ji yekîtiya neteweyî amûrek dewletê ava bikin jî, Rêber Apo qet yekîtiya neteweyî bi vî rengî fêm nekir. Di analîzeke xwe de bi gotina, "PKK ne rêxistinek çepgir a klasîk e" di rastiyê de digot ku hemû gav û destketiyên di vê têkoşînê de nabe bi pênaseya klasîk werin pênasekirin an jî sînorkirin.
Tevgera Azadiya Kurdistanê û têkoşîna wê ne têkoşînek rêxistinek çepgir a klasîk bû û ne jî tevgerek berxwedanê ya klasîk bû. Ji ber vê yekê îro Rojava ya ku pratîka cîhana îdeolojîk a Rêber Apo ye, ji hêla gelê Kurd ve bi eşkere tê pejirandin, xwedî lê tê derketin û cîhan jiyana nû ya li Rojava hatî afirandin ji bo xwe îlham digire.
Rêber Apo di fikriyata xwe de nasnameya neteweyî bi vî rengî pênase dike û dibêje ku rêya yekîtiya neteweyî bi têgihîştinek demokratîk a civakê re teşe digire. Di vir de armanca sereke ew e ku têgehên netewe û neteweperweriyê ya modernîteya kapîtalîst ji bo parastina amûra netewe dewletê û li ser hezeyanên nîjatperestî neteweyan bi rêxistin dike, li hemberî afirandina takekesiyên civakî radiweste. Ji ber vê yekê, di felsefeya Rêber Apo de têgehên netewe û yekîtiya neteweyî ji tiştên ku heta niha hatine hînkirin wêdetir xwedî wate ye.
ANF / NAVENDA NÛÇEYAN













