OSMAN KAPAN
Hin tişt hene,salên dirêj,dem û dewranên kevnare jî di ser re derbas bibin, ew tişt hîn pirrtir bi qedir û qîmet dibin.Di nava gelan de ji hêla manewî ve cihekî girîng digirin. Çiqasî dem derbas dibe ew manewîyat,wekî giloka berfê bi her zîvirandinê re gewre dibe. Lewra wê di dil û mêlakan de cihekî ku jê neyê qetandin girtiye.Ango bi nîrx û manewîyeta gel re kelijiye. Ji ber wê kî çi bêje bila bêje,cihê wê cihekî girînge û ew li ser textê bextewariyê rûniştiye. Hemû tiştên ku ji gelan re dibine sembol û bi demê re ew sembol dibine,şirîkê jiyan û hemû tevgerên wan, ji hêla manewî re pirr tişt dane wan û ew şêne êdî bi her awayî ewlehî,dahata xwe di wir de dibîne.
Mirov nîve nîv manewîyata,ku tu vêna ji mirov qut bike,ewê wekî ajalekî lê werê.ango dê bibe bende yê ajo yên xwe.wê demê ne sinc,ne nîrxekî ku mirov xwe lê bigire namîne.ji xwe tişta ku mirov ji giyanwerên din veqetandî ev in.Ji wê ye mirov tim xwe li tiştên ku menawîyeta wî xurt bike û rûmeta wî biparêze girtiye.Bi demê re ew tişt bûne baweriya jêneger.Ol,gerdîş,sinc û hwd. Welê ketine jiyana gelan de û bi demê re mirov bêyî wan jiyan ne ramî ye.
Ji ber wê me got; tiştin hene ku nav û sembolên wê ji holê rabin jî,ku di dil,aqil û manewîyeta mirov de cih girtibe,ew ji xweber êdî di tevger,rabûn,rûniştin û hemû jiyana te de heye.Ku tu ne di ferqa wê de be jî,di her tiştî de rê nîşanî te dike.Lewra her tişta kevnare û ku ji gel/gelan re bûyî mal,di tişta ku mirov dibêje :”Nû “ ye de veşartî ye.
Ma kî/kê dikare bibêje; Ol ên berê hemû çûn e,her tişt tenê ev ç niha ne ? Ol a pêşî Anemîz e, ew ol bingeha hemû ol a ne û her ol a heyî xwe di nav ya “nû” de bi cih kiriye.Ango xwe li gorî demê nû kiriye.Ji bona wê mirov tiştên ku qaşo êdî navê wan nemeye jî,di nava jiyana xwe de dijî.Lewra wê tevgerê şêweyekî nû daye civakê.Tişta hatî guhertin ne ew e,ya hatî guhertin pêdiviya demê ye!
Kurt û kurmancî,her tevger wekî organîzmayeke zindî ye û li gorî şert û mercan mecbûre xwe nû bike.Heke xwe nû neke dê nikaribe li hemberî nûbûna demê xwe biparêze.Lê divê mirov bizanibe ew guhertin ne mandele,ji xwe mirov bi xwaze jî nikarê wê bike,lewra wê di jiyana te de cihekî jêneger girtiye.
Tevgera Azadî ya Kurdîstanê (PKK), jî welê ye.Her çiqasî nav çûbe jî,wê di dilê gelê Kurdîstan û gelên heremê de cihekî jêneger girtiye.Tişta ku ji hêla berxwedêrî, xwesteka rizgariyê,jiyana hevpar,giyana welat û mirov hezî yê,wekî çandekê di jiyana gelan de bi cih kiriye. Nîrxên hatî ava kirin,zindîbûna kesayetî û rêya rizgarî ya ku saz kirî,îro wekî findekê rê ronî dike.Ma kî dikarê bêyî wê bijî.
Belê nav hate guhertin,lê hîn di dilê gel/ gelan de zindî ye.Niha gelê Kurd û dostên wan salvegera çil û heftemîn, ya Tevgera Azadî ya Kurdîstanê pîroz dikin. Gel bi coşeke mezin û ji dil pêşwazî dike. Mirov wê giyana ku Tevgera Azadî ya Kurdîstanê dayî ava kirin zindî dibîne.Bi rastî jî gel hînî tevgerîneke din nebûye. Ez bûme şahid bê gel bi çi coj û peroşê dirûş e ya “bijî PKK” diavêtin. Li wê jî nedi sekinîn,Bi dengekî newa yî digotin:”Bijî partî ya karkerên Kurdîstan…” Hingî min ji xwe re got:”Nav biçe jî, giyan dimîne !” Wekî di baweriya ol a Êzîdiyan de dibêje:” Ev kiras guhertin e…”
Îca Tevgera Azadî ya Kurdîstanê, ew gelê ku ji tunebûnê afirandî, ew gelê tirsonek, wêrek kirî, gihandiye merheleyeke din. Ne li ser mendele ya paşarojê,li ser temelê wê ketiye merheleyeke nû de û gel jî bi vê serdema nû bawer e. PKK, tenê ne navek giyaneke,em vê li qadan,bi xwedî derketina gel jî dibînin. Salvegera Tevgera Azadî ya Kurdîstanê, li Rêber Apo, şehîdên şoreşa Kurdîstanê û hemû gelan pîroz be.









