Divê Kurd ji her rewşê re amade bin
Çarşem 11 Sibat 2026 - 03:59

Bi dehan rojnamevan, akademîsyen û mamostayên olî yên Herêma Kurdistanê, derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û gelê Kurd giştî ji bo raya giştî bangek lezgîn belav kirin. Di bangê de tê gotin ku ji ber êrişa vê dawiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, metirsiyek mezin li ser hemû netewa Kurd çêbûye, niha agirbest heye, lê hîn jî dilê xelkê Kurdistanê ne rehete û koçber venegeriyane ser cihê xwe. Her wiha bajarê Kobanê û derdora wê dibin dorpêçek giran deye.
Di dewama bangê de ev tişt hatin gotin:“Li beramberî vê dagirkeriya ku bûye sedema karesata mirovî û sucê şer, bêdengiya welatên herêmê û navnetewî, ji bo hemû Kurdan bûye waneyek dîrokî û ezmûnek nû. Dibe ya ku li Suriyeyê rûdayî, li cihek din ê Kurdistanê dubare bibe. Divê Kurd bi yekrêziyê, xwe ji bo hemû egerên ku nayên xwestin amade bikin. Hêvênê vê yekbûnê wê di nerazîbûnên berfireh ên navxweyî de bi zelal tê dîtin. Ev yekitiya di vê rewşa awarte de, çeka herî bihêz ya netewa me ye. Lê mixabin hinek caran di medya dijîtal de, dengek tê dibihîstin ku berovajiyê vê yekîtiyê, parçebûnê di afirîne. Divê rêz li hemû pîrozî û fikirên cûda were girtin, divê mazlumiyeta Kurdan bibe hêvênê yekîtiya gelê Kurd. Di her eniyek fikrî de, divê dijayetiya dijî zordaran bi hevreî, bikin proje û nexşerêya xwe. Em rê nedin hinek kes vê yekitiya ku berhema hewldanên her kesiye têk bibe.
Piştgiriya îro ya berfireh a ji bo Rojavayê Kurdistanê nîşana wefadariya mirovî ye. Em bang li partiyên siyasî, saziyên ragihandinê, rêxistinên civaka sivîl û hemu Kurdan dikin, li ser xalên hevbeş bihevre kar bikin û di nava fikirên cûda de jî, bibin pira yekitiyê. Divê raya giştî hemberî metirsiyan were birêxistinkirin û xwe ji hemû karên ku bibe sedema parçebûnê dûrbixin. Yekxistina nav mala Kurdan ji her tiştî girîngtir e, divê em peyamên ku ruhê yekîtiyê diafirînin qebûl bikin. Em ji cîhanê re bêjin tevî nakokiyên me, em li ser armancek bilind lihev dikin.”
ROJNEWS














