Yekîtiyê pêşî li qirkirinê girt
Çarşem 18 Sibat 2026 - 03:45

Koordînatora Navenda Lêkolînê ya SAMER'ê Yuksel Genç bal bir ser yekîtiyê û got: "Eger li Rojavayê pêvajoyeke qirkirin û komkujiyê hatibe astengkirin, divê ev wekî encama hêza yekitiya neteweyî were dîtin."
Li taxên Eşrefiye û Şêxmqsûd ên Helebê, piştî êrişên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ), DAIŞ û komên paramîlîter ên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ku di 6'ê Çileyê de dest pê kirin û piştre li seranserê Rojavayê belav bûn, Kurd û hevalbendên wan li her deverê ku lê bûn daketin kolanan da ku li dijî êrişan nerazîbûnê nîşan bidin. Peyama yekitiya neteweyî di xwepêşandanên li seranserê Kurdistan û Ewropayê de derket pêş. Koordînatora Navenda Lêkolînê ya SAMER'ê Yuksel Genç van pêşketinan û peyama yekitiya neteweyî nirxand û diyar kir ku berxwedana li dijî DAIŞ'ê ya li Kobanê di navbera salên 2014-2015'an de qonaxa herî girîng a avakirina neteweya Kurd a nûjen pêk anî.
Yuksel Genç destnîşan kir ku êrişên li ser Rojavayê hesta yekitiya gerdûnî, refleksên hevpar û fikarên hevpar ên Kurdan xurt kiriye û got ku Kurdan eniyeke gerdûnî ava kiriye. Yuksel Genç got ku rêbaza teslîmbûnê ya ku ji hêla HTŞ û pergala ku bi wê re tevdigere ve hatiye ferzkirin, bi têkoşîna ku gelê Kurd di çarçoveya yekitiyê de daye, hatiye pûçkirin û got: "Ger li Rojavayê pêvajoyeke qirkirin û komkujiyê hatibe astengkirin, divê ev wekî encama hêza yekitiya neteweyî were dîtin."
Yuksel Gençê behsa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got: "Pêvajoya ku sal û nîvek berê li Tirkiyeyê dest pê kir, hîn jî di nav Kurdan de subjektîfiyeke polîtîk ya pir cidî eşkere nekiriye. Hevdîtinên Îmraliyê ji ber şert û mercên girtîgehê sînordar bûn. Lêbelê, têkoşîna yekitiyê ya dawî maseyê xurt kir. Yekitiya neteweyî jî xaleke girîng a pêvajoyê ye û ew rewşek e ku dikare pêşî li hewldanên Tirkiyeyê yên înkarkirina nasnameya Kurd bigire."
Yuksel Genç destnîşan kir ku yekitiya gelê Kurd ji bo mafên din jî merheleyeke girîng e û got: "Ew ji bo gelên bêdewlet der barê hebûna xwe de bû çavkaniya hêz û îlhamê. Gel û bawerî rê û rêbaza parastina hebûna xwe fêr bûn. Modela avakirina neteweya bêdewlet bandoreke xurt li ser pêşeroja hemû gel û baweriyan dike."
MA/AMED/ FETHÎ BALAMAN - RÛKIYE PAYIZ ADIGUZEL















