Gav bi rengekî dudulî tên avêtin

În 20 Sibat 2026 - 04:00

  • Endama Tevgera Azadiyê Hêlîn Umît di dewama axaftina xwe de rêveçûna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand û diyar kir ku nîqaş li ser hin gavan têne kirin, lê belê ev nîqaş bi rengekî şermokî, bi rengekî dudil têne kirin.

Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît beşdarî Bernameya Taybet a televîzyona Medya Haber TV bû û li gel salvegera 27'emîn a komploya navneteweyî pêvajoya heyî nirxand ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo destpê kir.

Di destpêka axaftina xwe de hêzên komploger hemû şermezar kir, Rêber Apo ku 27 sal in pêşengiyê ji têkoşîna li dijî komployê re dike silav kir û di şexsê şehîdên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' hemû şehîdên têkoşîna li dijî komployê bi bîr anî.

Hêlîn Umît anî ziman ku di têkoşîna li dijî komploya navneteweyî de gel her tim li pêş bû û got, "Gelê me li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, li her derê daket qadan. Her kesî bi vî rengî bi şênberî dît, ev hêrs ti carî kêm nebû. Têgihiştina bi Komploya Navneteweyî re rû da her roj hêrsa gelê Kurd hîn xurt kir, ji bo netewebûna demokratîk û tevgera gelê weke neteweyekê bû hişmendiyek. Lewma gelê me û her kesên tevlî van çalakiyan bûn pîroz dikim, spasiya wan dikim. Hêza ku dan me, çavkaniya bingehîn e ku me li ser piyan dihêle."

Hêlîn Umît anî ziman ku divê ew komploya navneteweyî ne weke bûyerekê binirxîne, lê weke pêvajoyekê bibînin ku dewam dike.

Endama Tevgera Azadiyê ragihand ku li ser bingeha dîlgirtina Rêber Apo hate xwestin ku gelên herêmê bê kontrolkirin, pêngava dîrokî bê tepisandin û got, "Hêzên navneteweyî têkildarî herêmê xwedî stratejiyekê ne. Ev nû nîne. Ji seferên bi Xaç û vir ve em zanin ku berê wan li Rojhilata Navîn e. Em bi êriş û hewldanên sîstema kapîtalîst a global zanin. Li ser vê bingehê şer tê meşandin. Lê belê stratejiyeke cewherî ya ku gelên herêmê temsîl dike nîne. Hewldana ku dixwaze bibe amûreke stratejiya sîstema kapîtalîst a serwer a heyî, wergirtina parekê ji vê yekê stratejî nîne. Ji damezrandina Komara Tirkiyeyê û vir ve hewl hate dayin ku bibe parçeyek ji planên cîhana Rojava. Halbûkî pêwîstiya herêma me û gelên me bi stratejiya xwe heye.

Têkildarî mijarê Hêlîn Umît diyar kir ku ew bûyerên li Rojava ji çapemeniyê dişopînin, hewl didin fêhm bikin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Herî dawî li Munchenên konferansek hate lidarxistin û Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed beşdarî wê civînê bûn. Li wir daxuyanî dan. Daxuyaniyên diyarker ew in. diyar e li Rojava lihevkirinek heye. Civaka Kurd ev êrişên weke komploya duyemîn a 15'ê Sibatê, nûkirina komployê nirxand. Bi rastî jî bi metirsiyeke cidî re rû bi rû ma. Di demekê de ku rêveberiya li Rojava û rêveberiya Şamê di nava hevdîtinê de bû êrişên li Helebê ketin rojevê. Di heman demê de li Parîsê civînek hate lidarxistin. Di 6'ê Çileyê de li çapemeniyê belav bû. Ev sernav gelekî hatin nîqaşkirin. Di vir de ya girîng ew e ku alî kî bûn. Yên li Parîsê bûn kî bûn, li ser çi di berdêla çi de li hev kirin? Divê ev yek baş bê fêhmkirin.

Ji bo pirsa, gelo Tirkiye bi rengekî yekbûyî çiqasî di nava vê pêvajoyê de bû, bersiva min a şênber nîne. Dikarim vê bibêjim. Destwerdana Rêber Apo bi rastî jî gelekî bi bandor bû û ev komplo hate rawestandin. Şerê navbera gelan rawestand. Komkujî jî rawestand. Ji xwe tenê hêzek hebû ku dikarîbû rawestîne, ew jî Rêber Apo bû.”

Hêlîn Umît anî ziman ku di Konferansa Munchenê de hate gotin, sîstema global hilweşiya ye û got, "Sîstema ku hilweşiya ye kîjan e? Sîstema netewe dewletê ye. Ji ber ku netewe dewlet li her devera ku lê ye şer dibe wê derê. Her devera ku xwe digihîne wir, dike derya xwînê. Çareseriya me neteweya demokratîk e. Çareseriya jiyana bi hev re ya gelan e. Lewma em di vê çareseriya xwe de bi israr in. Em bi biryar in ku vê pêk bînin."

Endama Tevgera Azadiyê Hêlîn Umît di dewama axaftina xwe de rêveçûna pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand û diyar kir ku nîqaş li ser hin gavan têne kirin, lê belê ev nîqaş bi rengekî şermokî, bi rengekî dudil têne kirin. Hêlîn Umît got, "Ev yek dibe sedema fikaran. Weke şexs ez ji bo xwe bibêjim, ev yek bi min re fikar û gumanan diafirîne. Wê ewqasî gotinên bi îdîa bêne kirin. Wê bê gotin, sedsala Tirkiyeyê. Wê bê gotin, nûkirina tifaqa Tirk-Kurd. Wê bê gotin, Kurd bêyî Tirk, Tirk bêyî Kurd nabe. Wê bê gotin, em eniya navxweyî xurt bikin. Wê qala pirsgirêka mayindebûna Tirkiyeyê bê kirin. Wê bê gotin ku lîstikên li Rojhilata Navîn li ser Tirkiyeyê ye. Wê ewqas gotinên radîkal bêne gotin, lê belê bi nîqaşên sist bersiv jê re bê dayin. Ev yek berevajî giraniya van gotinan e. Lewma dikarim bibêjim ku li Tirkiyeyê îradeya siyasî lawaz e. Belê Bahçelî di axaftinên xwe de girîngiyeke mezin dide Rêber Apo. Em gelekî girîng dibînin. Ev yek weke zemîneke muxatabiyê, zemîneke nîqaşê tê dîtin. Lê belê îradeya siyasî lawaz e. Ev lawazî li nava desthilatdariyê heye. Eger dawî li vê yekê neyê anîn metirsî heye ku lîstik li ser pêvajoyê bêne lîstin."

Endama Tevgera Azadiyê Hêlîn Umît di dewama axaftina xwe de anî ziman ku ew ketin atmosfera 8'ê Adarê û got, "Bi vê wesîleyê 8'ê Adarê ji niha ve pîroz dikim. Bang li jinan hemûyan dikim ku li hemberî mejiyê kujerê kastîk têbikoşin. Divê jin li qadan bin, têbikoşin. Bêguman mesele ne tenê ew e ku di 8'ê Adarê de dakevin qadan û çalakiyê bikin. Pirsgirêkên me yên bingehîn hene. Weke jin em bi gelek pirsgirêkên cidî, bi êrişên cidî û xeteriyan re rû bi rû ne. Divê em vê fêhm bikin û çareser bikin.”

Hêlîn Umît destnîşan kir ku weke jin tiştekî ku ew winda bikin nîne û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Em bi zordarî û tundiyê têne ragirtin. Eger ev tundî nebe pêwîstiya bi azadiya jinê, meyla azadiya jinê, meyla civakîbûna jinê wê sîstemeke cuda biafirîne, wê sîstemeke şaristaniyê ya cuda ava bike, wê modernîteyeke cuda biafirîne. Lê bala xwe bidinê, bi faşîzma rojane ya li hemberî jinê, bi qirkirina jinê re me dikin parçeyek ji vê pêvajoyê. Ji ber vê yekê weke jin pêwîstiya me hîn bêhtir bi zanebûnê, rêxistinbûnê, kombûna li hev û nîqaşê heye."

ANF / NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.