Weke sirûdekê di nav toz û berfê de…

Nûçeyên Forum

Çarşem 11 Adar 2026 - 18:15

  • Helbesta Ehmedê Huseynî ne tenê evîn û xwezayê vedibêje lê di heman demê de kolonyalîzm, koçberî, azadî û birîna dîrokî ya kurdan jî radixe ber çavan. Ew wekî “şêxê helbestvanên kurd ên nûjen” dihat binavkirin. Ew ê her tim di dilê kurdan de bijî wekî “şairê Amûdê yê ku sirûdên azadiyê di nav toz û berfê de nivîsand.”

 

ADAR PÎROZ

 Di 10’ê adara 2026an de (duh na pêr) cîhanê yek ji stûnên herî girîng ên helbesta nûjen a kurdî winda kir. Helbestvan, nivîskar û rewşenbîr Ehmedê Huseynî di 71 saliya xwe de li Stokholmê, ji ber nexweşiya penceşêra pişikê koça dawî kir. Ew yek ji wan kesayetiyên ku helbesta kurdî ji kevneşopiya klasîk derbasî cîhana modern kir, bi dengekî germ, êş û hêviya azadiyê.

Ehmedê Huseynî di sala 1955’an de li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Amûd, wê demê navendeke çandî ya kurdan bû ku di bin zordestiya rejîma Baasê de dinaliya. Wî dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Amûdê qedand. Piştre li Zanîngeha Şamê beşa Felsefeyê xwend û bi serkeftî qedand. Lê hikûmeta Sûriyê, ji ber nasnameya kurdî ya wî, nehîşt ku ew bi dîploma xwe bixebite. Mîna gelek xortên kurd ên wê serdemê, ew neçar ma ku karên din bike û di dawiyê de berê xwe bide Ewropayê.

Ehmedê Huseynî di sala 1989’an de çû Swêdê û li wir bicih bû. Ew ne tenê koçber bû lê bû dengê koçberiya kurdî ya di helbestê de.

Şêxê helbesta Kurdî

Ehmed Huseynî li Swêdê bi awayekî profesyonel dest bi nivîsandinê kir. Wî zêdetirî 15 pirtûkên helbestan çap kirin û di sala 2002’yan de berhemên wî yên giştî bi navê Dîwan ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hatin weşandin. Di sala 2015’an de jî berhevoka temam a berhemên wî derket. Wî her wiha wergerandin kir (mînak: Sîriskên hesinî ji Selîm Berekat). Ew yek ji damezrînerên Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bû (2004, Swêd). Di sala 2013an de bi awayekî demkî vegeriya Qamişloyê û di 2016an de bi temamî li wir bicih bû. Lê di 2023yan de, dema penceşêr hate teşhîskirin careke din vegeriya Swêdê ji bo dermankirinê. Di Roj TVyê de bernameya wî hebû û ew bi helbestên xwe yên ku bi zimanê felsefî, bi wêneyên xwezayî û bi êşa gelê xwe dagirtî bûn, bandoreke mezin li nifşên ciwan kir. Helbesta wî ne tenê evîn û xwezayê vedibêje lê di heman demê de kolonyalîzm, koçberî, azadî û birîna dîrokî ya kurdan jî radixe ber çavan. Ew wekî “şêxê helbestvanên kurd ên nûjen” dihat binavkirin.

Dengê nifşekî bû

Mirina wî ya di 10ê adara 2026an de, li seranserî Kurdistanê û di nav civaka kurdî ya li Ewropayê de bû sedema kesereke kûr. Komeleya Nivîskarên Kurd berê jî “Xelata Rûmetê” dabû wî ji bo ked û xebata wî ya li ser ziman û wêjeya kurdî. Ehmedê Huseynî ne tenê şair bû; ew dengê nifşekî bû ku di navbera Amûdê û Stokholmê de, di navbera êş û hêviyê de jiya. Helbesta wî îro jî di dilê xwendevanên ciwan de dijî û dibêje: “Em ji tozê ne, lê em ji ronahiyê ne jî.”

Koçberê di navbera Amûdê û Stokholmê de

Di helbestên wî de evîn ne tenê evîna jinê ye; ew evîna ziman, welat, azadî û mirovatiyê ye jî. Koçberî ne tenê fizîkî ye (ji Amûdê ber bi Stokholmê), lê ruhî ye jî: mirov di navbera “toza Amûdê” û “berfa Swêdê” de di nav “bêhûdebûnê” de dimîne. Felsefeya wî jî di vê yekê de xuya dike: mirov “ji tozê ye lê ji ronahiyê jî ye”, ango di nav windahiyê de jî hêviyek heye. Di hin helbestên wî de bandora şairên wek Lorca, Neruda an jî şairên modern ên erebî (mîna Selîm Berekat ku wî wergerandiye) xuya dike. Lê ev bandor qet ne rasterast e; ew di hundirê zimanê kurdî de dihele û dibe parçeyek ji nasnameya wî ya kurdî.

 

* * * 

Çend nimûne ji helbestên Ehmedê Huseynî

Nimêjgeha Xewnê

Dîsa bendergehên xemgîn ên giyanê min, pêşwaziya pelên kenê te û dilsojiya berbejn û bazbendaên bejna te dikin. Dîsa pencereyên şînîgir ên dilê min, pêşwaziya tîrêjên hetava peyvên te û serava çolistana zuha ya gazinên te dikin. Dîsa gulên xewnê rengên xwe ji lêvên te, bîna xwe ji sêvên te, didizin. Dîsa zîvên gerdena Zînê, di şemala gerdena rojçêbûna te de, di helkehelka raz û nehêniyên dûrbûna te, dirizin. Dîsa şewatên ferhenga bîra min, “serxet” û tirsegavên bêrîkirina dapîra min, sertaca Amûdê ji bo rondikên xatirxwestinê hildibijêrin. Dîsa bendên axê, bîna rihana destê te û pirtûka êşa stêrkên sînga te, çîroka aferîdeyên ji tozê, ji miriyên xoşewîst re dibêjin. Dîsa hineya porê te, di asoyên sersomiya min de, sawa şevistanê ji bîr dike.

Di vê helbestê de dubarekirina peyva “Dîsa” (her carê careke din, dîsa, dîsa…) mîna mantra ye ku xemgîniya bîranînê zêde dike. “Dîsa” pencereyeke nû vedike: ji pencereyên şînîgir bigire heta zîvên gerdena Zînê, ji gulên xewnê bigire heta xweliya dengên xwe. Ev dubarekirin ne tenê teknîk e, rewşeke derûnî ye mîna ku şair di nav çerxa bîranîn û windahiyê de asê maye.

Ji helbesta “Menal” (Bo Menalê)

Du sal çûn! Di ser şiva bêrîkirina min re derbas bûn. Du sal çûn! û berf di nava min de disincirî, çiqasî dûr im ji wê hinarê ku di dilê te de şîn dibe…

Ji helbesta “Kobanê 1”

Çiya bangî deştê kir, Kobanê bersiv da Şengalê: Li vir im Li vir im Li vir im Navika azadiyê dibirim Bi baskên xwînê dê ber bi te ve bifirim…

Weke sirûdeke azadiyê di nav toz û berfê de…

Ev helbest tenê çend mînak in ji cîhana dewlemend a Ehmedê Huseynî. Helbesta wî wekî pirekê di navbera kevneşopî û modernîteyê de radiwest e. Ehmedê Huseynî yek ji wan helbestvanên kurd e ku helbesta kurdî ji kevneşopiya klasîk derbasî cîhana modern kir, lê bêyî ku qet ji kokên xwe dûr bikeve. Bi zimanekî paqij, bi wêneyên xurt û bi peyamekî mirovî. Stîla wî ne tenê guherînek bû lê sentezeke kûr e: zimanê kevnare yê kurmancî digel wêneyên surrealîst, felsefî û psîkolojîk yên sedsala 20’an û 21’an geş û xurt dike.

Ehmedê Huseynî çû lê helbestên wî dimînin. Ew ê her tim di dilê kurdan de bijî wekî “şairê Amûdê yê ku sirûdên azadiyê di nav toz û berfê de nivîsand”. Ji bo nifşên nû, ew ne tenê navek e, ew mînak e: çawa mirov dikare di koçberiyê de jî zimanê xwe, çanda xwe û hêviya xwe biparêze.

Hinek ji berhemên wî yên herî girîng:

  • Mistek ji şîna bêcir (1990)
  • Bi xewna we pênûsê dilorînim (1993)
  • Rono û sirûdên bêrîkirinê (1994)
  • Dîwan (2002)
  • Bajarê dirinde (2003)
  • Çend dîmenên xemgîn ên kurmanciya nivîskî (2004)
parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.