
- Her sal di meha adarê de Kurd bi coş û kelacan pêşwaziya Newrozê dikin. Newroz ji bo Kurdan ne tenê rojeke govend û şahiyê ye ku mirov bên gel hev, şahiyê bikin û biçin malên xwe. Ev roj, berî her tiştî, roja yekîtî û hevgirtina li dijî perçebûn û belavbûna gelê Kurd e.
SULTAN YARAY
Roja têkoşîn û berxwedana ji bo azadiyê ye. Di qadên ku Newroz tê pîrozkirin de, ruhê yekîtiyê û rêxistinbûna neteweyî bi agirê Newrozê re geş û gur dibe.
Di meha adarê de xweza kirasê hêviyê li xwe dike, bi xeml û xemilandinên bûkan xwe dixemilîne, bi deng û rengên xwe dilê mirov dicoşîne. Bidawîbûna zivistaneke dijwar a bi qeşa û berfê re, bi hatina adarê re jiyan ji nû ve şîn dibe. Kaniyên ku qeşidî bûn ji nû ve diherikin, kulîlk û beybûn berê xwe didin rojê, çûkên ku ji ber sarbûna zivistanê hêlînên xwe terikandibûn, vedigerin warên xwe. Kurd jî her sal di 21’ê Adarê de, bi dilekî azad, bi ruhekî neteweyî û bi yekdengî Newroza xwe bi hêvî û coşeke mezin pîroz dikin. Bi mîlyonan Kurd bi cil û bergên xwe yên neteweyî li dora agirê Newrozê govendê digirin. Bi gurbûna agirê Newrozê, bêhna azadiyê ji kolanên Kurdistanê ber bi asîmanan ve difûre.
Kurd ji bo vê roja qedîm gelek bedelên giran dane. Bûne Kawayên hemdem û agirê ku Kawayê Hesinkar pêxistiye, di bedenên xwe de gurtir kirine.
Li gorî mîtolojiyê
Beriya zayînê di sala 612’an de, bi pêşengiya Kawayê Hesinkar serhildanek li dijî qralê Asûrî yê zalim Dehaq dest pê dike. Bi vê serhildanê Dehaq têk diçe. Piştî têkbirina wî, agirekî mezin tê pêxistin û ew roj – ku bi rastî li 21’ê Adarê tê – wek cejn tê pîrozkirin.
Destpêka Newrozê
Li gorî destanê, qralekî Asûrî yê bi navê Dehaq hebûye. Dehaq bi zalimiya xwe navdar bûbû. Tê gotin ku rojekê pir nexweş ketiye; li ser herdu milên wî du kunerên mîna du maran derketine. Tu hekîm û lokmanan ji wan birînan re derman nedîtine. Di dawiyê de hekîmekî biyanî tê û birînên wî dibîne. Hekîm dibêje: “Dermanê te mejiyê du xortên ciwan e. Divê tu her roj mejiyê du xortên nû mezinbûyî bidî ser birînên xwe da ku baş bibin.”
Dehaqê zalim fermanê dide celadên xwe ku her roj mejiyê du xortên ciwan jê re bînin. Bi vê fermanê her roj hejmara qurbaniyan zêde dibe. Gel ji vê rewşê gelek aciz dibe û di nav xwe de dibêje: “Ger wisa berdewam bike, zarokên me namînin.” Kawayê Hesinkar tê ba celadan û ji wan re dibêje: “Ez ê her roj mejiyê du berxan ji we re bînim, hûn jî zarokên ku dê bibin qurbaniyê bidin min da ku ez wan li çiyê veşêrim.” Celad vê yekê qebûl dikin. Her roj xort tên dayîn, Kawayê Hesinkar, ew jî mejiyê berxan dide wan û xortan li çiyê vedişêre. Roj bi roj hejmara xortên li çiyê zêde dibe.
Rojekê Kawa ji xortên ku bi destên xwe veşartiye re dibêje: “Îşev em ê bigihîjin Dehaqê zalim û wî bikujin. Divê çend kes bi min re bên.” Ji nav wan çend xortên bi hêz hildibijêre û ji yên din re dibêje: “Li vir bimînin. Ger em bi ser bikevin û ji vî zalimî xelas bibin, em ê agirê pîroz pêxin û li dora wî govendê bigirin. Gava hûn agir bibînin, hûn ê zanibin ku em bi ser ketine; wê demê hûn jî ji çiyê derkevin û bên cihê pîrozbahiyê.”
Derengiya şevê agir ber bi asîmanên Kurdistanê ve difûre, ronahiya wî mîna rojê her der ronî dike. Dayik, bav, keç û xort hemû li dora agirê pîroz kom dibin û govenda azadiyê digirin. Ji wê rojê û vir ve Newroz dibe serhildana li dijî Dehaqan, dibe berxwedana lehengan û dibe nîşana jiyana azad!
Ez bawer im gelek ji we di zarokatiya xwe de ev destan – ku hemû Kurd bi ruhê neteweyî tîne cem hev – ji dapîr û bapîrên xwe guhdarî kiriye.
Di dîroka miletan de destan xwedî cih û girîngiyeke taybet in. Di dîroka Kurdan de jî gelek destan û efsaneyên bi bandor hene ku bi saya wêjeya devkî ya Kurdî – ku di cîhanê de kêm mînakên wê hene – heta roja îro gihîştine. Destana Kawayê Hesinkar jî yek ji wan e ku bi vê çanda devkî li hemû perçeyên Kurdistanê belav bûye û bandoreke mezin a neteweyî li ser gelê Kurd kiriye.
Gelê Kurd miletekî bi hezar salan e ku li ser vê axa pîroz niştecî bûye. Bi wêjeya xwe, çanda xwe û zimanê xwe ya dewlemend, ji tu miletekî Rojhilata Navîn kêmtir nîn e. Lê bi komplo û dek û dolabên hêzên serdest, axa Gelê Kurd hate perçekirin û di nav çar dewletan de hate dabeşkirin; dewletên ku hebûna xwe li ser tunekirina Kurdan ava kirine. Paşê zimanê wan hate qedexekirin, çand û nasnameyan hatin qedexekirin. Mafên wan ên mirovî bi dehan caran hatin binpêkirin, komkujî pêk hatin, di zîndanan de îşkenceyên giran dîtin. Serdestên ku Kurdistan parçe kirin, di sedsala me de jî bi awayekî sîstematîk dijminatiya Kurdan didomînin.
Îro Rojhilata Navîn di nav şer û qeyraneke mezin de ye. Bi rastî jî tu carî aramî nebûye para vê herêmê. Zarok li vir di nav şer û tundiyê de mezin dibin. Ji vî şerê ku di sedsala me de didome, yên herî zêde zirarê dibînin û tên qetilkirin Gelê Kurd e.
Ji bo Kurd negihîjin statûya xwe û bi azadî nejîn, serdest çi şerê navbera xwe bikin jî, dixwazin bi agirê wî şerî Kurdan tune bikin, wan bê ziman û bê maf bihêlin.
Lê li dijî van polîtîkayên zilm û tunekirinê, Kurd her dem di nava têkoşîn û berxwedaneke mezin de ne. Bi despêka têkoşîna azadiyê ve ev berxwedan gihîştiye wê astê ku Kawayên hemdem di zîndanan de bi sê qirşên kufrîtê agirê Newrozê di bedenên xwe de pê dixin.
Îro em dizanin ku gelê Kurd bi hêza dîroka xwe zincîrên koletiyê şikandiye, kirasê bindestiyê çirandiye. Lê têkoşîn û berxwedana li hember Dehaqên hemdem bi tenê têra rizgariya Kurdan nake. Di şert û mercên îro de ya ku Kurdan xelas bike, yekîtî û tifaqa wan e.
Me hêza yekîtî û tifaqê di êrîşa 6’ê Çileyê li ser Rojavayê Kurdistanê de dît. Cîhanê dît ku gava Kurd dibin yek, dibin lehî û sînorên ku serdestan di navbera wan de danîne xera dikin.
Dirûşma Newroza îsal: Yekîtî û Azadî !
Divê Kurd êdî tenê bi gotin û îlanan qîma xwe neynin. Divê pêşengên Kurd peywira xwe bi cih bînin û di Newroza 2026’an de mizgîniya Kongreya Neteweyî bidin Gelê Kurd.
Jixwe Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan nexşeya yekîtiyê jî dabû ber sazî û partiyên Kurdan.
Dem dema yekîtî û tifaqê ye!
Dem dema avakirina civaka demokratîk e!
Newroz pîroz be!







