Li hember komkujiyan em bibin dîwarek hevgirtî

Nûçeyên Forum

Yekşem 15 Adar 2026 - 07:00

  • Ji çalakiyên şermezarkirin û bîranînên biçûk yên van komkujiyan zêdetir, pêwîste gelê me xwe bi rêxistin bike û xwe biparêze û hevgirtina xwe bi hêz bike. Ji ber ku yê bû sedema ewqas komkujî bê rêxistinî, bê parastin û ne hevgirtîbûn bû.

SÎNAN ŞAHÎN

Di saleke nû ya tekoşînê de em amadekariyê pêşwazîkirina biharê dikin. Li beramber daxwazên Kurdan yên wekî wekhevî, azadî, demokrasî û edaletê bersiva hêzên deshilatdar û dewletperest her dem bû komkujî û qirkirin. Ji dîrokê heta niha gelê Kurd li hember newekhevî û komkujiyan bi kevneşopiya newrozê serî hildaye û li berxwe daye. Di şexsê tevgera azadiyê de ev berxwedanî her ku diçe nûjen dibe.

Dewleta Iraq û Suriyê du dewletên ku di encama hesabên hêzên hegemonîk de û li ser bingeha hevpeymana Skyes-Picot hatine avakirin in. Weke dewletên din ên dagirker yên li ser Kurdistanê Ji aliyê van herdu dewletan ve jî bi zihniyeta Baas ya faşist siyaseta înkar, imha û qirkirinê li ser Kurdan dihat meşandin. Ev siyaset li ser Kurdan bi navê kembera Ereb hat pêkanîn. Armanc ji vê siyasetê ew bû ku gelê Kurd ji mafê xwe yê netewî, siyasî, çandî, nasnameyî û ziman bê par bihêlin. Di bin vê statuyê de mafê Kurdan yê hemwelatîbûnê ji destê wan hat girtin û Kurd li ser axa xwe weke biyanî hatin desgirtin. Dewleta Suriyê û Iraqê yên bi rejîma Baas bi rê ve diçûn, ji bo ku vîna Kurdan bişkînin serî li gelek komkujiyan dane.

Yek ji wan komkujiyan, komkujiya Helebçe ya ku di 16 Adara sala 1988’an li hember gelê Başurê Kurdistanê pêk hatiyê ye. Wê demê gel doza mafê xwe yê xweseriyê dike. Hêzên rejîma Iraqê bêyî ku jin, zarok nasbikin li kîmyabarana Helebçê gaza jehrî ya hardalê bi kar anîn û bûn sedema mirina derdora pênç hezar kesî. Komkujiya Helebçe bi destê generalê Seddam yê bi navê Elî kîmyewî tê nasîn Elî Hesen el Mecîd ve hat pêkanîn. Armanca wan vala kirina gundên Kurdan bû û ji ber vê sedemê bi hezaran Kurd ji gundê xwe hatin dûrxistin. Kurd neçar kirin ku li wargehên xwe jiyan nekin. Bi milyonan Kurd ketin ser riya pênaberiyê. Heta roja me ya îro jî ciyê birînên ku van komkujiyan di dilê gelê me de vekirine hîn nehatine girtin.

Her wiha yek ji van komkujiyan jî komkujiya 12 Adarê sala 2004’an de bi deste dewleta Suriyê hatiye kirin e. Beriya vê jî weke komkujiya sinema Amude û bûyera şewata zindana Hesekê ezmunên dewleta Suriyê yên pêkanîna komkujiyan li ser Kurdan hebûn. Ev komkujî bi armanca çavtirsandinê pêkdihatin. Lê di komkujiya ku di 12 Adarê de rû da rewş ji bo Kurdan cuda bû, ji ber ku êdî Kurd ne Kurdên berê bûn.  Ji ber ku Rêber Apo bi salan li vê qadê xebat dabû meşandin. Di rêxistinkirina gelê Rojava de û avakirina kesayeta wê de keda Rêber Apo xwedî ciyekî diyarkere. Gelê Rojava bi felsefeya jiyana nû gav ber bi rêxistina civaka demokratîk ve davetin. Ji lewra gelê Kurd bû xwedî îrade û her kiryarek di derbarê xwe de qebul nedikir. Cara yekem kesayeta Kurd ya dipirsî û lêpirsîn dikir, kesayeta ku difikirî û dinirxand, kesayeta ku dibû xwedî helwest û bi rêxistinkirî derketibû holê.

Heta serdema Esad dewleta Suriyê bi Tevgera Azadiyê re di nava politîkaya hevsengiyê de bû. Dema ku gefên artêşa Tirkyê li ser dewleta Suriyê zêde bûn û weke pêwîstiyek dostaniyê Rêber Apo qada Suriyê bi cî hişt. Her ku çu di siyaseta dewleta Suriyê de guhertin pêşketin. Bi taybet piştî hevpeymana Adanayê ji aliyê siyasî ve gavên qirêj yên siyasî hatin despêkirin. Bi taybet piştî mirina Hafiz Esad li Suriyê siyaseteke bê pîvan hate meşandin û bi taybet piştî ku kurê wî Beşar derbasî şuna wî bû di destê hêzên derve de weke piyon hat bi kar anîn. Her çu li hember Tevgera Azadiyê ket nav siyaseta dijminatiyê.

Di wê demê de li hember Tevgera Azadiyê û gelê me dewleta Suriyê û Tirkiyê hevpar tevdigeriyan. Gelek kadroyên Tevgera Azadiyê di wê demê de radestî dewleta Tirk kirin û gelek kadro û sempatizanan di zindanan de di bin işkencê de jiyana xwe ji dest dan û heta niha aqûbeta gelekan ji wan ne diyare. Lewra li hember komkujiya ku li ser Kurdan pêk hat Kurdan serî hildan û bê bersiv neman. Cara yekem bû ku Kurdan rastiya dijmin bi çavê xwe dîtin û li hember vê rastiyê cara yekem pêwîstî bi xwe parastinê dîtin. Rejîma Suriyê bi taybet bi komkujiya Qamişloyê dixwest ku felsefeya Rêber Apo û Tevgera Azadiyê tesfiye bikin. Lê rastiya gel yê ku bi felsefeya azadiyê hatibû strandin ev komkujî veguherand serhildanê û hesabê dijminan vala derxist.

Ji çalakiyên şermezarkirin û bîranînên biçûk yên van komkujiyan zêdetir, pêwîste gelê me xwe bi rêxistin bike û xwe biparêze û hevgirtina xwe bi hêz bike. Ji ber ku yê bû sedema ewqas komkujî bê rêxistinî, bê parastin û ne hevgirtîbûn bû.

Her çiqas rêjîm dest guhertibin û siyaset û pergal hatibin guhertin jî û her çiqas di serdema niha de deriyê gelek destkeftiyan li pêşiya Kurdan vebûyê jî lê heta niha siyaseta hêzên hegemonîk û hêzên heremî li hember Kurdan nehatiye guhertin. Heta niha metirsiya komkujiya li ser Kurdan ji holê ranebûye.

Rêber Apo di Manîfestoya Aşitî û Civaka Demokratîk de bal dikşîne ser rastiya şerê cîhanê yê sêyemîn yê li ser herema Rojhilata Navîn bi rêve diçe. Rêber Apo gotina Einstein bi bîr dixe û dibêje; ‘heger şerê cîhanê yê sêyemîn bi çekên nûkleerî bi rêve biçe wê şerê cîhanê yê çaremîn bi kevir û daran pêk were.’ Wate ewe ku mirovahî bi vî awayî di bin metirsiya tinebûnê de ye. Di roja me ya îro de yê rê li pêşiya van komkujiyan digre Rêber Apo ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.