Siwarê Hespê Spî

Nûçeyên Forum

În 13 Adar 2026 - 18:10

  • Îro daweta min bû. Min cilên bûkaniyê yên spî nexwest, min xwest bi bûkaniya welatê xwe, bi cilên Kurdî, fîstanê gulgulî û xêlya sor bibim bûk.

FERATÊ DENGIZÎ

Roj bi gumeguma def û zirnê, carinan jî bi mûzîkjenitya ribabê dixemilî, em jî ne hindîkî koçek bûn, şên û şahiyê derdor dagirtibû. Berê bûk bi hespan, nexasim bi hespa spî, bi kevneşopiyeke gelêrî-civakî dibirin mala zavê. Bi qasî min xwendiye û dizanim her keça xama li bende siwarekî hespa spî ye ku bê binya paceya wê û kilaman jê re bibêje, ber bi xwe bikişîne. Niha texsiyên spî ketine dewsa vê. Çi bibêjim, ma bextê spî li welatê bindest heye!

Lê dilkuliyeke min hebû ku min sedema aciziya xwe nizanibû. Qorziyek dilê min bi çîzîniyekê dişewitî, sewisiyekê ez digirtim, min derdê xwe nizanibû. Zavê bi dilê min, hezkiriyê min î zarokiyê.

Lê ez lal. Her tiştî fêhm dikim, dixwazim, dikarim bipeyivim, lê ji wê roja yom û vir ve wek ku qefil li devê min ketibe, lêvê min hatibûn dirûtin. Wexta ku min bixwesta bipeyîvim, lêvên min ji ser hev ranedibûn, wek ku tu qeflê radî bin zimanokê derî, yên deriyên darîn î kevn, ez dihatim girtin, devê min ji bonî axaftinê nedigeriya, mîna risaseke giran, wisa hişk û biringî dimam. Awir û tevgera bedena min dibû bersiv. Destpêka dibistana pêşîn wisa li min hatibû, min bi vê rewşê xwendin û nivîsîna xwe dewlemend kir, bi zêdeyî jî xwend, têgihîştîbûm, lê bê zar û ziman. Rewşa gundê me, ya malbatê pir baş bû, bibêje feqîrên me tunene, yên ku li derveyî welat jî hene, halxweş. Yanî ji bonî jiyanê û malê dinyê kêmanî na zêdeyiyên min / me jî li dar… Lê çawa bibêjim nizanim; durûtî û derew, çawalêhato bingeha jiyana warê me bû ku ez behitî hiştibûm. Min dikir nedikir tu wate nedida vî halî. Pirsên min tev bêbersiv, min kul û kederên vê rewşê diavêt dilê xwe, hundirê xwe. Yanî jiyanek dualî, bibêje çendalî dijiyam… Danûstendina bi mirovan, bi malbatê, bi xwişk û birayan re wisa ne saxlem, li ser vir û lêhatinê dimeşiya. Diêşiyam, bê hizûr bûm. Li civakê nirxdayinek kesayeta min hebû, giran û maqul dihatim dîtin, mirovhez, dilnizm, dilgerm, beşervekirî, lê kûrahiya dil; xemgîn û şaşwaz! Misêwa difikirîm; ev çi rewş e! Carinan hişê min helbestîn diherikî, mîna Çemê Qiletê…

Wê çawa be

Va ji te hez dikim

Pir jî hez dikim

nayê gotinê

nayê pîvan, evîneke jiyanî û bêhêvî

Ma dibe

Herê

Dizanî

xweş dizanî   

 

Lê dê em ê negihên hevdu

Em ê negihên hevdu

ev teqez e

asteng bêhesab

 

Nebêje çima

Min her bêriya wan mirovan dikir; axaftina wan nerm, weke şireşira avê deng li dil, weke şîreşîra çivîkan jî bandor li mejî. Mirov dema li civata wan bûna, li wan guhdarî bikira wisa bextewar dibû ku derd û kulên jiyanê diavêt aliyekî. Wek ku di dergûşa dayê bihejîn bî, an jî li bin dara hejîrê dilxweş û guhdariya dengbêjan bî. Jixwe bavê min dengbêj, ruhê min hinbûya avazên zela bû, bi wan re, li cem wan jiyan awarte bû.

Lê jiyana gund a rasteqînî ne wisa; derew ne bi pera, belaş bûn. Ku bi pere bûnan vir, dê xelkê tev îflas bikiranan, jixwe bavê min dê top biavêta… dil jî tev goristana evînan, evînên yekalî û bêçare, mîna welatê bêqeder, welatê me yê bêqeder. Niza’m çi li me bariyaye…

Dilpakî wisa xwêjing ne li ba me, li ba wan bû, li ba zaroyan, ew ên çiyê.

Çend sal in dihatin gundê me; rewş, aramî û derûnî ber bi xweşiyê ve diçû, lê tirs berdewam. Tirsê, tirsa ji neyar kesayet serobino dikirin, azadîxwestin li pêş, lê berjewendî û ûjdanê xerab li aliyekî… Diçûm civata wan, li kîja malê bûnan; qala azadiyê, welat, wekheviyê, Kurdistan, bixwebawerî û nexasim qala jinan dikirin, jin bingeha jînê û avakarê jiyanê bûn. Jin aferînên jiyanê lê bindest bûn, bindestiya qat bi qat. Ku bixwe ewle bibûnan, xweşkirina jiyanê li ber dil, li ber derî bû, lê serdestiya pergala mêr, mêrsalarî, serdestiya bav, bira, mêr dinya tarî kiribû, em jin çêleka şîrdayinê lê bê maf bûn, ji her tiştî bêpar. Zarok bûm, lê dil û mejiyê min bi xweşiyê dineqişandin, bixwebariya min xurt dibû, her li pey wan bûm… Nizanim wek ku min her tiştê wan fêhm dikir, ew ji malbata min wêdetir bûn. Yekî bejndirêj, porqemerî, simbêl bi ser levan de xwar pir henûn bû, peyvên wî dilxweş dikir. Jixwe jina bejnqut î porxelek wek ava zelal… Wehasil dilkêş bûn û ez ber bi wan ve herikîn!

Lê gundî, ji xeynî çend dilovanê wan tev durû û xapînok bûn, bi guhertina hewayê cerdewanî (qorîcîtî) zêde, bavê min jî mêzên li hev tanî, ez sergêj. Jiyan bûbû zilindar, xweşî û xerabî ser bi ser, ez wek wehîd, li darê dinyê bi tenê, bi tena serê xwe; wek ku hinekan bigota ji te ji wî, ji çêyî xerabî kîjan... Jiyan lêhatin bû, hema bibêje, carinan min xwarin ji bîra dikir, ji naza diketim. Bi vê biçûk î û gêjiya xwe min ewrên tarî nêzîk didîtin.

Wê şeva yom ji bîra nakim, ku ez bêzar hiştim. Pênc kes ji wan, ên porqemer jî bi wan re, hatibûn mala cîranê me Apê Osik, bêbexto dualî û neyaran da ser wan. Ê nobedar filitî, malbat zar û zêc derketin derve, çar kesan şerên lehengiyê danîn û emir dan haziran. Her tişt vê gavê qewimî û bejndirêjo bi pergala hovîtî ku parçe bûbû, hê jî li ber çavên min. Xwîna ser simbêla bi min mîna Çemê Kelê, wer herikîn, qutifîm û dilê min sekînî, ziman çû. Ka ev reşî bi ser kê ve bê, dinya min hê jî tarî…

Sal bihurîn, ez jî qamê diavêjim, ber bi meziniyê ve; rû geş, jîr, dil qirfonekîn… Lê ecêbek heye. Ji vê şevê û vir ve, hema bibêje her şev di xewna xwe de siwarekî hespê spî, siwarê hespê boz dibînim, bi heyranî… Li ber wê hewşa wê mala ku bûyer lê qewimî bû, porqemero bi bejna xwe ya dirêj tîk li ser hespê, li ser hespê spî û li hevrezana binya malê, li wî kaşê tîk dinêre, awir carinan li alî rêya ber bi çepê ve. Hema wisa birqandî. Bi tirs şiyar dibim, lê şîraniya xewnê domdirêj. Qet wateyê, mehneyê nadim vê rewşê. Bêje xewn bi dubarekirin, bi rengdariya guherîn, çi kesk, çi şîn, çi mor-sor-zer bi min re mezin dibû. Carinan babîsokek reş î bi reqîna ewran. Carinan bi awaza rengbiharîn guherbar. Lê wek ruhê min xemilandî.

Hê wiha rewşa hilbijartina şaredariya navçeyê û bajar hat holê, rewş asayî, xwedêgirawî dem ber bi aştiyê ve diçû. Ê me jî nîv bi nîv guherîn wek marmaroka ku rengê xwe biguherin. Lê xalanê min dildost, xwevegirtîn. Wek ku jiyan geş dibû. Gundê me jî. Demdirêj bû, ez jî wek min got zewicîm, lê malbat guherînok, partî tê bi wan re xweş-bêş, neyar ango dijber tên bi wan re jî, xwenaveşêrin jî… Lê partî li her derê, di hilbijartinan bi zêdeyî bi ser diket. Lê yên me ava bin kayê, wek xwe dikirin, guhertin hema bibêje no…

Lê ez her û her xewna xwe dibînim. Bûm xwedî zarok jî rewş naguhere. Wek ku min di pirtûkan dixwend, ku tu ava şor vexwî û razêyî tê qismetê xwe yanî hevserê xwe yê dahatûyê bibînî, lê yê min eqs, her û her siwarê hespê spî, li ser wê latê. Di hin toreyan de qîzên xama li benda siwarekî hespê spî bûn, yanî zewacek dilbixweşî…

Lê yê min sal da dû salan, zewicîm, zarok da pey hev. Lê xewn heman xewn, gelo rewşa heyî di beden û hişê min de dijiya.

Belê, rojekê, dibêm esir şikestibû. Biharek dilxweş, zindîtî dibariya ji her alî, kulîlik û çimên mîna xalîçeyê, kulîlkên bihîvan dil serxweş dikir. Ew siwar dîsa li wira, nikarim awirên xwe jê biguherim. Carekê çawa bû, li min zîvirî dest li ba kir, min xwe li pişt wî dît. Hesp şihiya, xwe di kaş re berda jêr, da rêya çepê. Ji nedît ve ewr tarî bûn, tavanên biharî lê dan, baranek hepgir bariya, ez wisa bi pişta wî ve zeliqîm. Tavan, brûsk, firtone mîna Gîtê Enter, Gîtê Gîsko. Çiqasî em çûn nizanim; baran ber bi nermahiyê ve çû, tîrêjên rojê ji rojava çav dikutkutandin…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.