
- "Çawa bêjim gelo, peyamên çavên te bi hesreta salan avis bû. Min fêm kir em di heman birka evînê de ne…”
OSMAN KAPAN
Bê armanç û sewsî dimeşiya, li dora xwe ne dinerî. Heçku vê kêliyê ji wî pêve tu kes li ser gerduna gewrik tune ye. Dimeşî, lê ne li ser hişê xwe bû. Hingê lêdan xwaribû,êşeke nedîtî jan dida tevayê laşê wî. Serî û çavên wî werimî bûn , dev û pozê wî xwînî bûbûn. Ji bona ku werimandin dakeve, kevirekî ku li ber tava rojê sincirî bû, danî ser ciyên werimîbûn. Lê tu bandora kevir li ser wermê çênebûbû. Xwe berda ber robar, ser û çavên xwe şuştin û pozê xwe paqij kir. Hindik be jî bêhna wî hate ber. Her cara ku destê wî li birînên wî diket êş du qet dibû. Di ber xwe de gotibû; “Van birayên te, laş li min tevizandin. Bes agahîya te jê tune ye…”
Berî wê kêlîyê bîstekê, birayên keçika ku jê hez dikir, li serê rezan ew girtibûn û bi hemû hêza xwe lêxistibûn. Her çiqasî gotibû; “ wele û bilah tiştekî welê tuneye û me gotinek jî ji hev re negotiye…” lê wan guh nedabûnê û heya ku dilê xwe lê rihet kiribûn, laşê wî tev dewixandibûn! Piştî ku pirr xwîn ji dev û pozê wî hatibû, yekî ji wan gotibû; “ Niha bes e,heke me careke di gotinek di vê derbarê de bihîst, bila kefenê xwe bi dapîra xwe bide dirûtin!” Paşê bi guhê wî girtibû û serê wî ji erdê rakiribû û devê xwe xistibû ber kerika guhê wî, bi dengekî nizim lê hêrsok got; “ Careke din em te li derdora Gulê bibînin, emê te bikujin…” û ew berdabûn.Mîrza ji hêrs û kerbê li ser halê xwe giriyabû.
Xwda zanê ew jî şaş mabû erê ji zû ve dil berda Gulê.Lê ji wî pê ve kesî nedizanî. Ev yek heya niha ne ji Gulê re, ne ji kesekî din re gotibû. Her tim çavên wî li ser Gulê bû. Ew li ku bidîta,bi çavên evîndarî lê dinerî. Çend carî hewldabû ku jê re bibêje; “ Ez ji te hez dikim.” Lê ne wêrî bû ku bibêje û ev mirazê wî di dil de ma bû. Car cara Gulê jî bi çavên evînî lê dinerî û di bişirî. Lê wê jî heya niha tiştek negotibû.
Piştî ku ser çavên xwe şuşt, hêdî hêdî û bê hal berê xwe da malê.. Berpêka xwe jî amade kiribû. Wê ji malîyan re bigotana; “Dema ez li hesp î siwar bûm, ez ji ser pişta xwe avêtm.” Dema hate malê, çawa dayîka wî çav bi halê wî ket, kire qarîn:
“ Wey li min pepûkê! Tu kî/ kê rabûne hev, kê ev ecêba hanê anîye serê te…”
“ Dayê ez û tu kes pevneçûne. Hespî ez ji ser pişta xwe avêtim jêr.”
Dayîka wî bawer nekir. Bes tiştek jî negot. Li ser sifrê rûniştin, ji hêrsa Mîrza zêde xwarin nexwar. Rabû got, “ezê biçim rakevim.” Çû menzela xwe. Di menzelê de ew û birayê wî yê biçûk radiketin. Kete nav nivînan, lê dikir û ne dikir xewa wî nedihat.. Hiş û mêjiyê wî li ser Gulê û lêdana xwarî awiqîbû. Di ber xwe de digot;” Hemîn ku ez ji Gulê hez dikim û ji ber wê lêdanê dixwim, heme ezê rast e rast jê re bibêjim.” Welê digot, lê pişt re biyara xwe diguherand. Nizanîbû wê çi bike. Her tişt dida ber çavên xwe, lê kêliyekê bi şunde dev jê berdida. Ev negotin dibû girêkek li ser dilê wî rûdinişt! Ku derdê xwe ji hinekan re bigotana belkî hinekî aram bibûya. Heya carekê nêht kir ku biçe ji dayîka xwe bibêje, dawîyê dev jê berda bû.
Bira yê wî Ferho, serê xwe ji ber derî dirêj kir û got:
“ Kekê, ma tu hîn raneketî*”
“ Na. Birînên min diêşin.”
Ya rast ne xwestibû ku welê bibêje, ew gotin jixweber ji devê wî derketibû. Birayê wî Ferho, li Mîrza anîbû der ku derdekî wî heye. Hinekî galegala dibistana xwe kir. Dixwest rê ya galegalê vebike. Ji aş û bajar dida hev û got:
“ dersên te çawa ne?”
“ Baş im.”
Ferho, hinekî bêdeng ma, pişt re got: “ Kekê, ez dizanim derdekî te heye. Lê nizanim çi ye.” Mîrza, bêdeng ma. Gelo bibêje an na. Xwe bi xwe got: “ gotin her demî ji negotinê çêtire.” Qederekê li ber xwe da, hew xwe git got:
“ Ma ku derdê min hebî,tu dikarî çi bikî?”
“ Tişta ji min were ezê bikim.”
Mîrza, nizanîbû çi bike. Ma qey Ferho yê reben dê bikaribe çi bike? Tam gotin dianî ser zimanê xwe ku bibêje, dîsa gotina dadiqurtand. Bê hemdî wî gotin ji nava lêvan filitîn:
“ Ferho, tu ji yekê hez bike, tê çawa tevbigere û hezkirina xwe çawa bîne ziman?”
“ Ezê rast e rast jê re bibêjim.”
“ Ku ew derfet nebe?”
“ Mîrza, tu dixwazî çi bibêjî, rast e rast bêje.”
“ Ez ji Gulê hez dikim,lê nizanim çawa jê re bêjim.”
Ferho, wekî zilamekî kal dest da bin ceynika xwe û ponijî. Razek jê re hatibû gotin, bi vê rewşê kêfxweş bûbû. Heme ji nişkêve wekî tiştek were bîra wî got:
“ Jê re nameyekê binivîse.”
Mîrza jî ev fikir eciband. Dê nameyek jê re binivîsandana. Lê wê çi bogotana û dê çawa binivîsandana? Lihêf kişande serê xwe û kete nava mitaleyan. Dawîya dawî biryara nivîsandinê zelal kir. Serê sibê zû rabû xwirîniya xwe şikand û berê xwe da dibistanê. Di lîse yê de sala wî ya dawî bû. Bi keyf bû. Birînên xwe jî jibîr kiribûn. Mamoste dipeyîvî, lê wî guhdar nedikir. Pênûsa xwe derxist û li ser lênûska xwe: “ Gulêcan…” nivîsî.Dê nameyeke çawa binivîsanda, li ser wê fikirî duv re dest bi nivîsandinê kir.
“ Gulêcan, ku tu li wan çavên min binere, tu yê di wan çavan de bibîne bê ez çiqasî ji te hez dikim. Ez di wan awirên te yî dilbirêj de dibînim ku tu çiqasî ji min hez dikî. M a heya kengê emê qinyata xwe bi dîtina hev bînin.? Ez niha kin dinivîsim, li benda bersiva te me.”
Dema name qedand zengila tenefûsê lêxist. Mîrza rahişte nameya xwe û derket. Serê wî di berde bi lez dimeşiya. Ferho, dît ku Mîrza bi lez ji hewşa dibistanê derket. Wî jî da du û gazî kir. Çend dengan gazî kir, Mîrza, berê xwe lê nequlipand. Ferho, bi bez xwe gihandiyê û got: “ Kekê tê bi ku ve biçe?”
Mîrza wekî ku ne li ser hişê xwe be, heme welê ji dahm de lê nerî. Ferho, gotina xwe dubare kir. Mîrza got: “ Ezê biçim malê.”
Ferho jî pêre çû malê.Dayîka wan her çiqasî got: “ win ji bo çi hatine” jî. Jê re tiştek negotin.Ferho, keyfxweş bû. Çawa be raza kekê xwe zanîbû1 Heya ji bona vê rolek jî dabû xwe. Dema her du tenê man ferho jê pirsî:
“ Kekê te name nivîsand? Heke tu nikaribe bigihînî yê ez dikarim bigihînim.” Mîrza name ji berîka xwe derxist û nîşanî Ferho kir. Ferho xwest ku nameyê bixwîne, bê ka baş hatiye nivîsandin an na.Mîrza name dayê. Ferho name xwend û got:
“ Çênebûye.Hinekî din berfireh binivîse û bêje, ango pê bide hîskirin, heke bersiva te nede, tê tiştekî bi xwe bike.”
Mîrza, wekî çivîkekî bask şikestî bêmecal bû. Niha ketibû ber destê Ferho. Nizanîbû çi bike. Rênas û şêwirmendê wî Ferho bû! Bêyî vîna xwe biya Ferho dikir.Got: Çawa?”
“ Yê evîndar tu yî, hestên te gere cuda bin. Ez nizanim lê li gorî min xwendî û bihîstî, hestên evîndaran difûrin! Meleyê Cizîrî, evîndar bû bi ristan helbest nivîsandin. Guhdar bike, bê çiqasî xweş nivîsandiye: … “ îro ji husna dîlberê dîsa helak û srxweş in/ Remzên di wê şîrînsurê sohtim bi pêta ateşîn…” Vaye Gulê jî agir berdaye dilê te. Tu jî tiştine welê xweş jêre binivîse. Mesele çi bandorê li ser te dike binivîse. Lê teqez pê bide hîskirin ku bersiva te nede,tê zirarekê bide xwe…”
Mîrza, heyîrî mabû. De îca Meleyê Cizîrî ji ku derket? Bi zorê çend hevok bi ser hev ve kiribûn. Tiştekî çawa binivîse? “Hîsekê bidim ha!” Ji malê derket û berê xwe da hêla rezan. Dikir ku rê ya kanî yê derbas bike, dema nerî dît ku va Gulê û çend hevalên xwe ji ser kanî yê ve tên.Li pêşiya wan li ser kevirekî rûnişt û zîq li çavên Gulê nerî. Çavên wî ji Gulê pêve tu tişt nedidît. Çawa hatin hemberî wî, Gulê awirek dayê, her du çav di nav hev de wenda bûn. Wê kêlîkê çîka evînê di çavên Gulê dît. Gelo Gulê jî ew çîka di çavên wî de dîtibû? Ji xwe re got: “Rst e. Zimanê evînê çav in…” Bi lez hate malê û dest bi nivîsandina nameyê kir:
“ An bersiva min bide, an reşa min girêde. Gula min…!
Dilê şewitî, keser di mêlakan de dixeniqe, bêyî te tenêtî ye jiyan! Bêrîkirin mezin e, hesret nayê kişandin. Evîna te di dil de şax daye, dikim veşêrim nayê veşartin.
Di tirsim bêjim, lê bê gotin jî nabe. Ji ber wê hîn bûme, ji dûr ve ji te hez dikim, ev jî bi min xweş e. Her roj di ber mala we re derbas dibim, nizanim çend carî. Xewên şevan li min dibine jahra marê kor. Di wan şevreşan de, di quncikên tarî de li ronahî ya paceya te dinerim. Ji min re aram e. Dema bayê hênik ji hêla te ve tê, bêhna te ya xweş bi xwe re tîne, li ser hev dicivînim, wê demê êşa dil disekine. Lê dema bêhna te nayê, ez dibime wekî kalekî sed salî…
Wê rojê dema min tu li kolanê dîtî, kizênî ji dilê min hat. Min kir ku bêjim; ji te hez dikim, çav xezala min.Lê ez ji bersiva te tirsiyam. Min li te nerî bi çavên xayîs. Tu hêdî hêdî di ber min re bihûrî, ji hebûna min bê hay. Li alîyekî dilê min şox û şeng bû, li alîyê din şîn û girî.
Ev çend salin bi êşa evîna te ketime, dermanê
Evîna min li cem te ye. Dema ez te dibînim dil difûre, wekî birîna di şoavkê de bikewe carina peroşiyeke welê digire nayê gotin. Di germahiya dilê te de dişewitim. Wê kêlîkê dixwazim di çavên te de bixeniqim.Tu deryayek bêbinî, ez sobarîyekî xeşîm û di nav de dixeniqim. Dibe gelo ji ber evîna bêbersiv be. An bersiva min bide, an reşa min girêbide…
Îro min tu li ser kanî ya miradan dîtî. Biskên te yî hinekirî li ber bayê diket, min di zelalîya çavên te de ava evînê vexwar û diayek ji mîrê miradan re kir, da ku evîna me hasil bibe. Çawa bêjim gelo, peyamên çavên te bi hesreta salan avis bû. Min fêm kir em di heman birka evînê de ne…”
Piştî ku nameya xwe qedand du sê carî li ser hev xwend. Nameya xwe pirr ecband.Tenê mabû bê wê çawa nameyê bigihîne Gulê…






