
- Ziman ne amûreke tenê ji bo veguhastina raman û hestan e; ew di eslê xwe de bingeha herî xurt a hebûna qewmî, kela herî berz a bîra kolektîf û îradeya civakê ya ji bo man û nemanê ye. Ji bo kucivakek wekî kirdeyeke dîrokî hebûna xwe biparêze û bi pêş bixe, şertê sereke ew e ku têkiliya xwe ya bizimanê xwe re ne tenê di asteke nostaljîk de, lê diasteke fonksiyonel û afirîner de biparêze.
KADÎR ÇELÎK
Ziman, laboratuwareke mezin e ku tê de cîhan têpênasekirin, rastî tê avakirin û nasname tê hûnandin. Nexşeya zihnî ya civakê bi kîjan zimanî hatibe xêzkirin, sînorên hebûna wê civakê jî ew qas firehin. Ji ber vê yekê, gava zimanek ji qadên stratejîkên mîna bazarê, dibistanê, teknîkê û zanistê têqutkirin, di rastiyê de damarên herî jiyanî yên wîgelî têne birîn û şiyana wî ya afirandina pêşerojê têkuştin. Li ser asta siyasî, stratejiya herî rafine ya hêzên desthilatdar a ji bo tunekirina civakekê, her tim bi rêya dorpêçkirina ziman pêk tê. Serdest dizaneku civaka ku zimanê wê hatibe lawazkirin, îradeya wêya siyasî jî şikestiye. Ev yek ne tenê"asîmîlasyoneke çandî" ye, lê di rastiyê de "ziman-kujî" (glottocide) ye ku bingehê tasfiyeya fîzîkî û siyasî amade dike.
Siyaseta desthilatdar, bi rêya girtina "zengilorênnefesê" yên ziman—ango bi qedexekirina wî di qadagiştî û perwerdehiyê de—hewl dide wî zimanî tenê dinav sînorên "folkloreke malê" de bipelçiqîne. Zimanêku nebe zimanê zanistê, nebe zimanê aboriyê û nebezimanê teknolojiyê, bi demê re li ber çavê civakê bixwe jî wekî zimanekî "kêm" û "bêkêr" tê nîşandan. Ev yek, şerê herî mezin ê psîkolojîk û siyasî ye; ji berku civaka ku bi "kêmbûna" zimanê xwe bawer bike, êdîji bo teslîmbûnê amade ye. Li vir divê rexneyeke tûjû rasyonel were kirin: Tunekirina zimanekî, bi tenêwindakirina çend peyvan nîn e; ew fetisandina ruhêcivakê ye. Gava zimanek tê hedefgirtin, armanca sereke parçekirina hesta aîdiyetê û qutkirinatêkiliya bi kokên dîrokî re ye. Civaka ku nekaribe bizimanê xwe ramanên xwe yên polîtîk û zanistîhilberîne, mecbûr dimîne ku bi têgehên desthilatdaranli xwe û li cîhanê binihêre. Ev jî tê wateya kolebûnazihnî.
Ji ber vê yekê, têkoşîna ji bo zimanê dayikê, ne tenêdaxwazeke çandî ya romantîk e; ew rasterasttêkoşîneke siyasî ya serweriyê û îradeya azadiyê ye. Her peyva ku di bazarê de tê gotin, her têgeha ku dizaningehan de bi vî zimanî tê pênasekirin, li dijîhegemonya hêza serwer serhildanek e. Şîara "zimandewlemendiya çandî ye” ku saziyên navneteweyî û carnajî desthilatdar bi kar tînin, pir caran mîna dekorekeestetîk tê bikaranîn da ku naveroka siyasî ya ziman-kujiyê were veşartin. Lê rastî aşkere ye: Her zimanşêweyekî bêhempa yê ramanê ye û tunekirina wî sûcekîgerdûnî ye. Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê, weşangerî û temsîliyeta di qadên akademîk de, "qadênnefesê" ne ku ziman pê dijî. Hêzên ku van qadandigirin, dixwazin civakê di nav tariyeke bêziman û bêpêşeroj de bihêlin.
Zimanekî ku di qada teknîkî de cih negre, nikare bidînamîkên sedsala 21’ê re hevrikî bike; ji ber vêyekê nûjenkirina ziman û bikaranîna wî di her qadajiyanê de wezîfeyeke siyasî ya lezgîn e. Di dawiyêde, barê herî giran dikeve ser milê şaneya herî biçûka civakê: Malbatê. Siyaseta asîmîlasyonê her çiqassîstematîk be jî, sengera herî rast û afrînêr a kudikare vê pêlê bişikîne malbat e. Dê û bavekî ku bizimanê xwe bi zarokên xwe re napeyivin, di rastiyê de deriyê asîmîlasyonê ji hundir ve vedikin.
Berpirsiyariya dê û bavan ne tenê hînbûna ziman e, lêparastina sînorên nasnamê ye. Malbat, axa ku koka ziman jê bi xwedî dibe ye; heke malbat zimanê xwebiterikîne, tu şoreş û tu sîyaset nikare wî zimanî jimirinê rizgar bike. Zimanê ku li ser sifrê neyêaxaftin û di lîstikên zarokan de cih negire, nikareli meydanên sîyasetê jî serî hilde. Bi kurtasî; zimanrûmeta me, dîroka me û sînorê hebûna me ya siyasî ye. Têkoşîna ji bo zimanê ku di her qada jiyanê de bibexwedî gotin, têkoşîna ji bo jiyaneke serberz e. Divêem ji bîr nekin ku civaka ku zimanê xwe ji dest bide, wê siberoja xwe jî radestî xelkê bike. Ji ber vêyekê, parastina ziman ne tenê wezîfeyeke çandî ye; ewşerê man û nemanê ye, ew çalakî û bergîrîya siyasî ya herî bilind e.







