
- Zemanekî, mêrikekî rêwî û westiyayî, ber êvarê digihîje gundekî û li ber deriyekî nesîb disekine. Li derî dixe. Ji jina ku derî vedike re, bi dengekî giran dibêje: “Ez mêvanê Xwedê me, hûn min işev dihevînin ? ” Ev gotin, ji nav sedsalan parzûn bûye û bi xwe re ewlehî û teslîmiyetekê tîne. Jinik, bêyî ku dudil bibe, dibêje “Li ser seran û her du çavan,” û wî vedixwîne hundur.
WEYSÎ VARLI
Li malê mêr tune ye. Lê belê, urf û edet ji dîwarên wê malê qahîmtir in. Jinik dema xizmeta mêvan dike, hem hurmetê hem jî mesafeya xwe diparêze. Sifre tê amadekirin. Wê demê kurê malê yê piçûk jî li wir e; hîn neh-deh salî ye, wek xortekî ku gava xwe ya pêşîn ji zaroktiyê ber bi civantiya nû ve diavêje. Jinik li gorî urf û adetan tevdigere: Di şûna mêrê malê de, wî zarokî li hemberî mêvan dide rûniştandin.
Sifre tê danîn. Dema firaq tên rêzkirin, kêliyeke bêsiûd diqewime. Jinik dema xwe xwar dike ji bo sofreyê rast bike tirekê dike û sorbûna şermê li rûyê wê dixe. Nikare giraniya wê kêliyê hilde; wekî ku bixwaze sûc ji xwe dûr bixe, dizivire ser zarokê xwe û sîlekê li rûyê zarok dixe. Wekî yê tir kiriye û sûcdar ew e…
Mêvan kevçiyê xwe hildide. Berî ku loqmekî bixwe, destê xwe dirêjî nan dike. Dema ku xwar dibe, çi tesaduf e ku ew jî tirekê bi wî rengî dike. Piştî wê dengê ku di nava bêdengiyê de olan dide, ew jî bêyî ku bifikire sîlekê li zarok dixe. Zarok şaş û metel maye, bêdeng e. Lewra zimanê bêsûciyê tune ye.
Jinik xwe ranagire û dibêje : “Keko ma gunehê vî zarokê min ê biçûk û belengaz çi bû ku te sîlleke wisa lê da? Çi sûcê vî zarokî hebû?”
Mêvan bêyî ku halê xwe xera bike, bi awayekî aram bersivê dide û dibêje : “ Xwişkê wellahî min ji xwere got qey di vê malê de kî tir dike, li vî zarokî dixe.”
Ev çîrok, wekî anekdoteke sade ya gundewarî xuya dike; lê belê di hundurê xwe de giraniya sedsalan hildigire. Çimkî carinan gelek, mîna wî zarokî, mehkûmî dayîna berdêla şaşiyên kesên din tê kirin. Xwediyê sûc diguhere, lê sîle her tim li heman rûyî dikeve.
Gelê Kurd ê ku li ser axa qedîm a Mezopotamyayê dijî jî, demeke dirêj di nava qedereke weha de hatiye pejirandin. Her kesê ku hat, her hêz, her hesab, xwest berdêla qusûr û şaşiyên xwe, berdêla berjewendiyên xwe bi wî bide dayîn. Di kûranî ya dîrokê de gelek “mêvanan” berê xwe dan zarokê vê malê û sîle lê dan; her carê sûc li yê herî bêparastin hat barkirin.
Lê çîrok li vir bi dawî nabe. Çimkî ew zarok êdî mezin bûye. Dibe ku şopa li ser rûyê wî neçûbe, lê nihêrîna wî guheriye. Êdî ne zarokekî sîle-xwar e; ciwanekî xwedî hafize ye ku fêm dike çi ji bo çi diqewime. Û dibe ku cara pêşîn e ku fêm kiriye divê qedera xwe nespêre rehma kesên din.
Gotineke ku ji devan derbasî devan dibe heye: “Hûn nebin yek, hûn ê herin yek bi yek.” Ev têgihîştin, destpêka hişyarbûnekê ye. Hêvî, tovek e ku di bin axê de bi bêdengî şîn dibe; nayê dîtin lê dev jê jî nayê berdan.
Ew zarok êdî radibe ser piyan. Bêdengiya xwe dihêle û peyvên xwe ava dike û tîne ziman; belavbûna xwe ya dijî dihêle û ber bi yekîtiyê ve dimeşe. Û dibe ku ev, kêliya pêşîn e ku rûyekî ku heqê sîlekê nake, fêrî redkirina wê bûye.
Çimkî hin çîrok bi sîleyekê dest pê dike, lê bi vejînekê bi dawî dibe.







