
- Şibandineke bideng jî heye ku ziman navê gelek hêmayan nêzî dengê wan ên di xwezayê de em dibihîsin, lê kiriye. Xulexul, xuşexuş, lemelem, vîzevîz, bilebil, fişefiş, xirecir, kastekast, kûzekûz, miremir, xirexir, îskeîsk, xirtexirt, şerpeşerp, şireşir, çepeçep, nalenal, qurtequrt, zingezing û gelekên weke wan.
YAŞAR EROGLU
Kurd dema dengan dibihîsin li gorî mantiq û têgihîştina xwe dengan di hiş mêjiyên xwe de şîrove dikin û bilêvkirina wan jî li gorî wê dibe. Her ziman jixwe li ser mantiq û têgihîştinekê xwe temam dike. Ez bûme şahid ku gurciyan ji bo dengê ku em weke şingînî bi lêv dikin, weke tigans îfade kirine. Xulexul, xuşexuş, zingezinga me jî li gorî hêmakirin û watedayîna me dirûv digire.
Şênberiya zimanê kurdî carinan bi berawird-muqayesekirina zimanekî din re baştir tê fêmkiririn. Di tirkî de du têgeh hene hema bêjin hemwateyên hev in; emîn û guvenilir. A pêşîn ji erebî ketiye tirkî ya din jî resen tirkî ye. Gava tirk her duyan jî bi kar tînin dikarin yekî cihê ya din bi kar bînin. Mînak emîn adam- guvenîlîr adam; guvenlîk guçlerî- emniyet guçlerî tu ferq çênabe. Lê dor tê kurdî reng û naveroka têgihîştinê diguhere. Di zimanê kurdî de heman têgeh heman wateyê nadin. Di zimanê me de ji bo her du têgehan peyvên cuda hene. Bawer û ewle. Em dikarin bêjin mirovê pêbawer lê em nikarin bêjin mirovê ewle. Ji ber çi ye? Ji ber ku bawerî pêşî hêmaya dil e, paşê dibe hêmaya mêjî. Lê ewlehî tiştekî sedî sed bi îradeya mirov pêk tê, rûyê wê ber bi aliyê madî ye. Tişekî fizîkî tînê berçavên mirov. Yanî bawerî karê ‘bûn’ê ye lê ewlehî karê kirinê ye. Mêjiyê kurdan jixweber-otomatîk her duyan ji hev diqetîne û yekî cihê yê din napejirîne. Yanî hêzên baweriyê li mantiqê kurdî nayê. Di dewsa wê hêzên ewlehiyê red nake. Her wiha bawerbûn derûnî-manewî ye, ewlebûn madî-fizîkî ye. Carinan em rast tên, tê gotin ez ne ewle me ku filankes vê yekê bike, pêk bîne. Mirovekî bi mantiqê kurdî yê resen vê xetayê nake. Ev û gotinên varyantên vê bi bandora tirkî dikevine nav ziman lê ziman qebûl nake. Ev bikaranîn pirî caran dibe mijara bişirandinê.
Her wiha lêkerên li xwe kirin, ji xwe kirin, revandin jî bi heman mantiqî ve girêdayî ne. (Elbîse) gîymek-gîyînmek, çikarmak qasî kurdî şênber nakevin ziman û hêmaya ku li ber hişê mirov dikeve ji ya kurdî qelstir e. Li xwe kirin jî, ji xwe kirin jî bivê nevê hêmaya mirov çêdikin. Hûn behsa kincan nekin jî bela ku yekser bedena mirov tê berçavan li xwe kirin jî, ji xwe kirin jî kincan tînê bîra mirov. Her wiha av li xwe kirin jî bi heman awayî peywirê tînê cih. Kinc çi hêmayê bîne bîra mirov, av jî heman tiştî pêk tîne. Tenê ev ferq heye ku av nayê jixwekirin, ji ber ku herikbar e, li ser mirov nasekine, ziman vê rastiyê ferq dike. Tiştkî şênber jî ev e, gore nayên li xwe kirin; tên li pê kirin. Lê çorap gîyîlîr e. Di nav me kurdan de di bin dora tirkî de êdî gore jî tên li xwe kirin lê ev ne têgihîştina mantiqê kurdî ye, wergera tirkî ya ‘çorabimi gîydîm’ e. Lêkera revandin jî bi vê serboriyê ve girêdayî ye. ‘Arabayi kaçirdim’ ji bo zimanê tirkî ne kêmasî ye, heta niha kesekî jî jê gazinê xwe nekiriye. Lê ji bo zimanê kurdî min ‘erebe revand’ tê wateya ku min dest da ser erebeyê û xesp kir. Tu erebeyê, balafirê bi ku ve direvînî? Hebe tune be tu ji erebeyê mayî, te erebe ji destê xwe kiriye. Hûn mantiqê ziman binêrin çiqas ji hev cuda ne, têgihîştina wan çawa ye pir zelal xwe dide der.
Çend mînakên ku ji koka hêmayên hev zêde dibin em li jêr bidin:
Bişkivîn, bişkok; mû, mûjang, mûçilk; rîs, ristin, veristin, werîs, rîşî, vereşîn; xwê, xwêdan, stû, paşstû
Berfirehiya navlêkirinê
Şênberiya kurdî bi kitekit yanî detayan ve jî gelek zelal xwe dide der. Tiştên ku di zimanekî din de bi yektayî ve hatine pênasekirin di kurdî de bi gelek varyantan hatine binavkirin. Li ser heman erdnîgariyê bi hezaran salan jiyan berdewam bûye. Ji bo vê jî kitetik û detaykirina hin hêmayan pir asayî ye. Têgihên bi tirkî dibêjin çürümek di kurdî yek peyvê nayên bergidandin. Di kurdî kurmancî de ji bo çûrûmeka tirkî du bergind hene: Pûç, rizyayî. Pûçbûn ji bo nebat û fêkiyên ji daranketî yan jî li ser zemîn jinavêçûyî hwd re tê gotin. Dar candar e pûç dibe. Fêkî candar e ew jî pûç dibe. Yek jî pûçbûn di wateya mecazî de tê bikaranîn. Mînak te emrê min pûç kir. Wateyeke wê ya mecazî ya din jî bê encambûn e. Weke mînak; mêrik çiqas ked da gişt pûç bû. Dibe ku bala we kişandibe ku wateyên pûçbûnê yên mecazî jî gişt bi canberiyê yanî organîkbûnê re eleqedar in. Pûçbûn ji bo heyberên candar derbas dibe. Rizîn, rizyayî wateya çûrûmeka tirkî de tê bikaranîn lê ew jî ji bo heyberên necandar ango înorganîk derbas dibe. Eger dar pûç bibe, êzing jî dirize. Hesin zeng digire û ew jî bi vî awayî dirize. Pîne, pot, kinc, sol û heyberên ku av û hewayê dibînin û demek bi ser re derbas dibe yên necandar gişt dirizin. Di vir de bala min dikişîne di zimanê kurdî ax narize. Ax kufikî, kurmikî dibe lê narize. Min nebihîstiye ku gotine ax, erd rizyaye. Nexwe kurdî axê candar dihesibîne, hêmayê wê jî li gorî wê pêk tîne. Rastî jî ne wisa ye, ax zayînê, berhilînê bi xwe re tînê. Êwirgeh û hêlîna zindîbûn û candariyê ye. Yanî ax weke dareke hişkbûyî ku di eslê xwe de candar e pûç nabe, ji ber ku tim çavkaniya candariyê ye, organik e, namire. Zimanê kurdî ji mantiqê şenber lê tîne û wê cudahiyê bi me dide fêmkirin.
Mînakên em ê ji bo kitekit û detayîbûna zimanê kurdî bidin ên din jî tûj û tehl in. Dîsa em ê ji bo têgiştina mijara serî li tirkî bidin. Di zimanê kurdî de peyva aci heye, ji bo her rengê wê tehmê aci tê gotin. Di zimanê kurdî de tûj heye, ji bo tehma îsotên neşîrîn yanî tehma îsotên ku rihayî, semsûrî, entabî taştêya xwe pê dikin tê gotin. Tûj mecazî jî di wateya keskîna tirkî de tê bikaranîn. Mînak kêr tûj e. Gihayê cîl tûj e, li destan dikeve jê dike. Di zimanê kurdî de ji bo tehma aciya tirkî tehl jî heye. Tehl jî ji bo tehma fêkiyên negihiştî, tiştên ku dema em dixwin mîdeya me nagire, qirika me tehirekî dibe re tê gotin. Yanî ji bo ku ziman wan tehmên nêzî hev ji hev biqetîne, ji bo her yekê hêmayek û varyantekê bi kar tîne. Dema ku rastî wan tehman tê jixweber nasnameyekê pê ve datîne û kod dike.
Her wisa di zimanê kurdî de lêkerên mirin û zayînê pir balkêş in û di nav xwe de li gorî her candarekî pênaseyeke lêkeran heye. Ziman dergûşa jiyana civakî ye. Civak tune be ziman jî nabe. Jiyana kurdan mirin çawa nirxandiye, çawa li jiyan û zayînê nihêriye weke tabloyê pir beloq e. Ew jî teyisandiye ziman. Civaka kurd bi çi çavî mirinê nihêriye, bi wî çavî jî zayînê nihêriye? Bi giştî di zimanên din de ji bo mirovan jî heywanan jî tenê raderek (mesterek) tê bikaranîn; mirin. Lê di zimanê kurdî de ast bi ast e. Di asta herî jor de mirov heye; bi lêkera mirin tê binavkirin. Pileya astên din jî li gorî sûdeweriya ji bo mirovan tê binavkirin. Eger ji bo heywanên goştên wan tê xwarin mirineke bê serjêkirin be ji bo dewar pez, lêker mirarbûn e. Mirar bûbe mirov jê sûd wernagirin. Ji bo heywanên goştên wan nayê xwarin(se, pisîk, qijik, gur, hirç) lêker hişkbûn e. Balkêş e qaz, mirîşk, werdek, elok jî nehatibin ber kêrê ji wan re jî dibêjin hişk bû. Ji bo hesp lêkera hişkbûn nayê bikaranîn, dibêjin baz daye yan jî cehimiye.
Her wisa ziman zayîn jî ji heman bêjingê re derbas kiriye. Yê binavkirî mirov bixwe ye. Dîsa xwe ser her candarên di rehma maka xwe de tên dinyayê re dîtiye. Zayîn ji bo mirovan bi lêkera jidayikbûn an jî ji erebî girtiye welidîn bi kar aniye. Em vê jî diyar bikin ku ji bo mijarê bikaribin vêbêjin me lêkera zayîn bi kara anî. Di zimanê kurdî-kurmancî de ji bo mirovan bikaranîna zayînê eyb tê dîtin. Heta bertek tên nişandan ku çima jin çelek in an jî mirov heywan in ku bizên? Lêkera zayîn ji bo pez û dewar tê gotin. Pisîk diteliqin, di asta herî herî jêr de se-kuçik cih digirin, ji bo wan jî terikîn tê bikaranîn.
Kifş e mantiqê kurdan hem ji bo mirinê hem ji bo zayînê xwe bi heywanan re yek nedîtiye, ser wan re xwe daye ser pîramîd, li gorî kêrhatina xwe jî, ji bo heywanan mirin û zayîn bi nav kiriye.
Di zimanê kurdî de ji bo çêkirina lêkeran jî em mantiqek bi vî rengî şênber dibînin. Taybetiyeke zimanê kurdî ev e ku bi paşgir û pêşgiran lêkerên nû tên çêkirin. Lêkerên resen dibin bingeha dariştinê. Kirin lêkereke resen e û pêkhatina tiştekî îfade dike. Pêşgira ve lê zêde dibe, lêkereke din pêk tê dibe vekirin. Êdî lêkera nû ji kirine wêdetir tiştekî nû tîne ziman. Derî tê vekirin, tiştên qatkirî tên vekirin. Dema rayek lê tê zêdekirin dibe rave kirin û îzahkirinê tîne bîra mirov. Bi çend mînakan em mijarê berfireh bikin û bidin têgihîştin. Niştin- rûniştin-veniştin; bûn, vebûn, rave bûn; girtin, ragirtin; hiştin, rahiştin; dîtin, vedîtin, guhestin, veguhestin; mayîn, damayîn û em dikarin dirêj bikin.







