Niha dema azadiyê ye

Nûçeyên Forum

Çarşem 22 Nîsan 2026 - 18:00

  • Jinên kurd di gelek sedeman de pêngavên pir girîng û radîkal pêk anîne. Jinan pêngavên ku pêk anîne, ne tenê di hêla çalakî yan jî xebateke rojane de bûye ku dane meşandin. Wan ji çalakî û xebateke rojane wêdetir, her dem berê xwe dane dîrokeke kevnare ku xwe dispêre 15 hezar sal berî zayînê.

XECÊ ŞEN

Jinan, di pêşxistina wan pêngavan de, hem serdemên ku hişmendiya jinxasiyê hatiye pêşxistin lêkolîn kirine û heqîqeta wan derxistine holê, hem jî serdemên ku hişmendiya mêrane ku bi pêş ketiye, pergala mêrsalariyê hatiye avakirin û wê pergalê çawa û bi kîjan rêbazan xwe li ser jinan ferz kiriye, lêkolîn kirine û heqîqeta wan bi civakê re parve kirine. Jinan bi pêşxistina pêvgavan hem jin bi jinan dan nasîn, jin perwerde kirin û xistin nava têkoşînê û hem jî bi nîqaş û perwerdehiya xwe ve di civakê de guhertin û veguhertin pêk anîn.

Ji serdemên ku bilêvkirina navê jinan di civakê de hatibû qedexekirin, dengê jinan hatibû qutkirin û rengê jinan ku di civakê de hatibû çilmisandin, ji nû ve vejandin, zîndewer kirin û ji nû ve civakeke ku bi nav, deng, reng jin û pêşengiya jinan were pênasekirin, afirandin. Ji wan pêngavên girîng yek jî damezrandina tevgera têkoşîna azadiya jinan bû. Jinên kurd ên bakurê Kurdistanê di sala 2003’yan de Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) damezrandin û wek sêwana hemû jinên azadîxwaz xwe bi rêxistin kirin. Armanca DOKH’ê ew bû ku ezmûnên tevgera têkoşîna azadiya jinên kurd bi rêxistinkirina gerdûnî re bike yek û ji bo zêdekirina beşdariya demokratîk a jinan, li parêzgeh û navçeyan dest bi xebatên rêxistinkirin, avakirina komun û meclîsên jinan kir û di gelek tax, gund û bajaran de meclîsên xwe ava kirin. Her wiha di ber komun û meclîsan de jî li dijî kuştin, tundî, tacîz û tecawiza li ser jinan gelek çalakiyên cihêreng û kampanyayên curbecurcurbecur ên wek ‘Em Ne Namûsa Tun Kesî Ne, Namûsa Me Azadiya Me ye’ dan meşandin.

Em civaka azad a demokratîk biafirînin

Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) piştî pêngava “Em Ne Namûsa Tu Kesî Ne Namûsa Me Azadiya Me ye”, di sala 2010’an de pêngavaEm Civaka Azad a Demokratîk Biafirînin û Çanda Tecawizê ji Holê Rakin” dabûn destpêkirin. jinan bi vê pêngava radîkal di civakê de şoqeke herî mezin dabûn çêkirin. Êdî ne tenê têgeha namûsê, bi vê têgehê ve girêdayî têgehên wek çand, tecawiz û demokratîkbûn jî kiribûn mijara nîqaşê.

Ji Ocalan re azadî

Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) bi rêgeza siyaseta demokratîk di 23’yê Pûşpera 2012’an de bi dirûşma ‘Ji Ocalan re Azadî, Ji Qirkirina Jinan re Na’ li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qirkirina li ser jinan kampanyayek dabûn destpêkirin. Di wê demê de di serî de li Êlih, Mêrdîn, Şirnex, Semsûr, Wan, Colemêrg, Agirî, Îzmîr û Stenbolê gelek jin hatibûn kuştin û xwekuştin û kuştinên biguman her roj zêde dibûn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameya xwe de bal kişandibû ser kuştina jinan û gotibû, li ser jinan qirkirineke mezin pêk tê û di kesayetiya jinan de jî qirkirina civakê tê kirin û gotibû divê li dijî qirkirina jinan têkoşîneke mezin bê dayîn.

Jinên kurd jî bi mebesta têkoşîna li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna li dijî qirkirina jinan bi dirûşma ‘Ji Ocalan re Azadî Ji Qirkirina Jinan re Na’ kampanyayek dabû meşandin. Di Kurdistanê de ew cara yekemîn bû ku têgeha “Qirkirina jinan, têgehên qir, qirkirin û qirbûn hatibûn nîqaşkirin. Jinan bi vê kampanyayê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku heta niha jî tê meşandin kirin rojevê, dewlet bi kîjan rê, rêbazan û kîjan argûmanan polîtîkayên tecrîdê dide meşandin, di kûrkirina tecrîdê de polîtîkayên hêzên hegemonîk ên komploger çi ne, ji aliyê siyasî, hiqûqî, dîplomasî û civakî ve dan nîqaşkirin. Dîsa jinan bi vê ve girêdayî kampanyaya bi dirûşma ‘ Qirkirina Jinan Qirkirina Civakê ye, Ji Qirkirina Jinan re Na’ kampanyayeke berfireh û pirhêlî dabûn meşandin. Her wiha DOKH’ê di 3’yê Adara 2012’an de jî bi dirûşma ‘Bi Jina Azad Ber Bi Neteweya Demokratîk Ve’ li ser esasê yekîtî û hevgirtina jinên kurd û Tirkiyeyê kampayayeke mezin dabû meşandin.

Jin ji bo Azadiya Rêbertî di Çalakiyan de ne

Tevgera Jinên Azad ( DOKH) di 21’ê Pûşpera 2014’an de jî kampanyaya bi dirûşma ‘Jin ji bo Azadiya Rêbertî û Azadiya Xwe di Çalakiyan de ne’ dabûn meşandin. DOKH’ê bi armanca rêxistbûna xwe nûkirin, xwemezinkirin, bi hemû jinên Kurdistan û Tirkiye û Rojhilata Navîn re yên kurd, tirk, ereb, suryan, ermenî bi pergala modela konfederalîzma demokratîk bi hev re avakirin û bi hev re jiyîn, ber bi tevgereke nû ve çû. Her wiha DOKH’ê piştî xebatên xwe yên 11 salan di 10’ê Kanûna 2015’an de konferansa xwe li dar xist û ragihand ku ew dê xwe fesix bikin û ew dê bi navê Kongreya Jinên Kurdistanî xwe rêxistin bikin.

Azadiya jinan  azadiya civakê ye 

KJA’yê bi armanca heta ku Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk neyê, azadiya jinan jî pêk nayê û azadiya civakê jî ne pêkan e ku pêk were û KJA’yê destnîşan kiribû ku ew ê heta dawiyê ji bo azadiya Abdullah Ocalan, azadiya jinan û azadiya civaka demokratîk a  polîtîk têbikoşin, dest bi xebata avakirina komun û meclîsên taxan, gundan û bajaran kiribûn. KJAyê bi vê armancê di 23’yê Pûşpera 2015’an de bi dirûşma ‘Ji Ocalan re Azadî’ kampanyayeke neteweyî û navneteweyî dabû meşandin. Her wiha KJAyê bi ji bo watedayîn û xwedîderketina li komûn û meclîsên ku li bajaran dabû avakirin, bi dirûşma ‘Em li Axa Xwe, Enerjiya Xwe û Ava Xwe Xwedî Derkevin’ kampanyayeke pir mezin dabû meşandin. KJA’yê bi temsîliyeta xwe ya şandeya pêvajoya aştî û çareseriyê ya 2015’an ku bi sermuzakerevaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihate meşandin û bi avakirina modela xwe ya konfederalîzma demokratîk a komûn û meclîsên xweseriya demokratîk bû hedefa dewletê. Piştî ku pêvajoya aştî û çareseriyê xirab bû, di serî de Kongreya Jinên Azad (KJA) û hemû sazî, dezgeh û rêxistinên civakî di şevekê de bi polîtîkayên KHK’ê hatin girtin. Her wiha jinên kurd piştî KJA’yê vê carê jî di 20’ê Mijdara 2016’an de bi dirûşma ‘Em li Hemberi Darbeyan Tekoşina Xwe Bi Rexistin Dikin' li Amedê konferasek li dar xistin û Tevgera Jinên Azad (TJA) îlan kirin.

Ji bo guhertin û azadiyê serî hilde

Di 2019’an de di hilbijartinên herêmî yên bakurê Kurdistanê de ji ber kotaya hevşaredariyan û temsîliyeta jin û mêran a wekheviyê li hemberî jinan gelek bûyer û nêzîkatiyên dermirovahî derketibûn holê. Di fermiyetê de ji neqebûlkirina hevserokbûna jinan, temsîliyeta jinan a wekheviya jin û mêran û heta teşhîrkirina jinan ji aliyên hişmendiya mêrane ve gelek bûyerên ku tebîeta mirova qebûl neke qewimîbûn.

Tevgera Jinên Azad (TJA)yê hem ji bo xwedîlêderketina pergala hevserokatiyê û temsîliyeta wekheviya jin û mêran û hem jî ji bo xwedîlêderketina jinên ku ji aliyên hişmendiya mêrane ve hatibûn teşhîrkirin û li dijî polîtîkayên şerê taybet ên dewletê ku taybet li ser Kurdistanê didan meşandin, di 26ê Tîrmeha 2019an de bi dirûşma ‘Ji bo Guhertin û Azadiyê Serî Hilde’ kampanya dabû meşandin. Armanca kampanyayê jî li dijî polîtîkayên dewletê ên şerê taybet têkoşîna xwe bilindkirin, di civakê de jî guhertin û veguhertin pêk anîbû.

Têkoşîna jinan li her derê ye

Her wiha TJAyê bi Meclîsa Jinan a HDPê re hevpar li dijî tundî, tecawiza li ser jinan, li dijî cezayên darvekirinê yên rejîma Îranê û polîtîkayên xespê ên qeyûman bi dirûşma ‘Têkoşîna Jinan li Her Derê ye’ kampanyayek dabûn meşandin.

Em xwe diparêzin

Tevgera Jinên Azad (TJA) di 15’ê Îlona 2020’î de li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku ji aliyê dewleta Tirkiyeyê û hêzên hegemon ên mêtînger ên navneteweyî ve dihate sepandin ku gihîştibû çaryeka sedsalekê, li dijî polîtîkayên dewletê yên kuştin, binçavkirin, girtin û cezakirina aktîvîstên TJA’yê, tundî, tacîz, tecawiz, qetilkirina li ser jinan, li dijî polîtîkayên şerê taybet ku li ser jin û ciwanên kurdan didan meşandin û jinên ciwan, zarok û ciwanên kurdan bi darê zorê dixistin nav fihûş, hişbir tîryakê, li dijî qedexekirina li ser ziman, çand û hunera kurdan, li dijî xizanî, qirkirina xwezayê û talankirina xwezayên li Amedê bi dirûşma ‘Em Xwe Diparêzin’ kampanyayek dabûn meşandin.

Bi Jin Jiyan Azadî ber bi azadiyê ve

Tevgera Jinên Azad (TJA) ku bi salan e li ser koka Jin Jiyan Azadî ku Jineolojî bi pêş xistin û ji 2015’an û bi vir de jî kovara Jineolojiyê derxistin, ji bo ku asta zanista jinan bilind bikin, gelek aliyan ku atolyeyên jineolojî li dar dixin, ji bo xwedîderketina li Jîna Emînî û “Raperîna Jin Jîyan Azadiyê”, di 15’ê Îlona 2023’yan de li Rihayê bi tevlîbûna gelek jinan deklerasyona kampanyaya bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’yê ber bi Azadiyê Ve’ dan û kampanyayê heta demeke dirêj berdewam kir.

Tevgera Jinên Azad (TJA) ji 8’ê Adara 2026’an ve bi dirûşma ‘Niha Dema Jinan e’ kampanyayeke berfireh daye destpêkirin û her wiha jin bi armanca ‘Niha dema jinan e û dema azadiya Rêber Apo ye’ berê xwe dan Îmraliyê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.