Çîrok têşe û armanca civakê ye

Nûçeyên Forum

Çarşem 22 Nîsan 2026 - 07:30

  • Vegotina bûyerek bi devkî yan jî bi niviskî re çîrok tê gotin. Ku ev vegotin bi niviskî be êdî dibe amûr, dibe berhem û dikeve arşîvan. Berhem, bûyerên rastîn, yan ên nêzikî rastiyê, an jî mîtolojî bi kurtayî û bi şêwazek xweş pêşkêşî xwendevanan an jî guhdaran tê kirin.

ADIL QAZÎ

Çîrokên gelêrî bi awayekî giştî ji afirandinên gel ji devan derbasî devan ji nifşan derbasî nifşan bûye û hatiye heta roja îro. Piranî bûyer û rewşên awarte dîsa bi lehengên awarte ve tên girêdan. Ji van mesele û bûyeran re êdî di civakê de werdigere têgehekê. Hin mesele hene ku di pişt re dibin destan. 

Cureyê çîrokan heye; wekî kurteçîrok an jî meselok jî tê gotin. Berhem bûyerên rastîn an nêzîkî rastiyê, an jî mîtolojî bi kurtayî û bi şêwazek xweş pêşkêşî xwendewanan an jî guhdaran dike.

Çîrok bûyeran bi kurtayî, bi hûnandinek hêsan, bi zimanekî xweş tîne ziman. Di çîrokê de bal li ser bûyerekê an jî rewşekê ye. Bûyer an jî rewş bi mirovekî re tê girêdan; an jî cih û dema bûyer û rewşê bi şiklekî kelecan û meraqdarî tê vegotin.

Cîh û dema bûyer lê diqewime diyar e, di bûyerê de kêm kes hene û vegotin kin e. Di çîrokê de taybetmendiyê mirov, cîh û demê dirêj nayên teswîrkirin. Xwendevan bi hinek îşaretan bi xeyalên (nîgaşên) xwe pêşî û dawiya çîrokê temam dike.

Yên li çîrokê guhdar dikin, teqez xwe dixin dewsa lehengê çîrokê. Bi wî hawî xwe berdide nava çîrokê û di jiyana xwe de jî xwe dişibînin wan lehengan. Ev di nava zarokan de pir berbiçav diyar dibe. Loma ku di lîstik û henekan de nasnavan li xwe dikin. Wekî; Mîrza Meheme, Kawa, Ristemê Zal û hwd.

Çîrok, di yewnanan de mîna çîrokên li ser ajalan (fabl), derdikeve pêş. Li Rojhilat wekî çîrokên hezar û yek şevî hatine gotin û nivîsandin. Di serdema nûjen de çîrok di sedsala 19'an de li Ewropayê wekî serdema Romantîzmê tê dîtin û wisa binavkirin. Çîrokvanên Rûsî Gogol, Dostoyevskî, Turgenyev û Çehov ji bona pêşketina civakê û di wêjeya Klasîk de roleke girîng girtine.

Mirov dikare bibêje çîrok têşe û armanca jiyana civakê diyar dike. Bêguman jiyan yekser an yek reng nîne. Di jiyanê de çi êş, elem keder bûyerên neyînî; an jî şahî, kelecanî û serkeftin û lehengiya jiyanê ji çîrokan derbas dibe. Ango pêşî çîroka van qewimîn û bûyeran pêk tê û li gor wê rastiyê an jî hinek alî jî hene ku di dil de xwezî heye li gor wê xweziyê di serê xwe de çîrokekê çêdike û vedibêje. Dayik pîr an kal van bûyeran bi awayekî çîrokî ji zarokan re vedibêje. Wekî me li jor jî gotibû çîrok ne tevahî xeyalî, ne jî ji sedî sed rasteqînî ne. Ev cureyê çandê di demê de werdigere kelepûr û gencîniya wê civakê. 

Du cureyê çîrokan hene; yek jê çîrokên klasîk û yên din jî mirov dikare di nava kategoriya çîrokên Modern an jî Nûjen de binav bike. Ev mijarên dûr û dirêj in…

Tiştê ku gelan dike gel-civak; çand û bermahiyên rabirdûya wan e. Ev dîroka gel bi xwe ye. Neqş û nîgarên erdnîgariyê jî di mijara çîrokan de cîh digrin. Wekî geliyên kûr, çiyayên bilind, dar û berên cûr bi cûr, ajal û hwd.

Çîrok di heman demê de wêjeyê jî diafirîne. An jî mirov dikare bibêje; çavkaniya wêjeyê çîrok in.

Destanên lehengiyê gelek in, di dîroka Kurdan de. Ji destana Kawayê hesinkar bigir heta Kela Dimdimê û di roja me ya îro de bi sedan-hezaran leheng wekî; Mazlûm, Egîd, Zîlan, Bêrîtan, Bêrîvan hene ku ev tev her yek destaneke bi serê xwe ne. Dîsa berovajî van lehengî-qehremaniyan aliyê dilsojî, dram bûyerê êş û azaran jî hene. Di pêvajoya Têkoşîna Rizgariya Netewî-Tevgera Azadiyê de; hema bêje her rojeke vê tekoşînê di asta destanekê de ye. Loma ku Serokê Gelê Kurd Rêber Apo “Ev Romaneke hê didome ye” dibêje. Stran, lorîn, zêmar, koçberî şewata gundan, kuştina zarok-jin kal û kesên bê parastin ev tev dibin mijarê çîrok û pê re romanan. Di heman demê de çîrok çavkanî û peyama ziman e jî.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.